18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penaberên kurd li Başûr devên xwe dirûtin û dest bi çalakiyê kirin

Çend ciwanên kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê ku niha li başûrê Kurdistanê penaber in bi armanca balê bikişînin ser rewşa penaberên kurd ên li başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin. 4 ciwanên kurd, Jakan Baran Melekşahî (şairekî kurd ê ji parêzgeha Îlamê ye, dewleta Îranê gefên mirinê lê dixwar), Ako Alah-Muradî, Saadi Mahmûdî ve Fardin Geramî, bi armanca rewşa penaberan bi raya giştî bidin hesandin li Hewlêrê lê pêş nûnertiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya devdirûtinê pêkanîn. Ciwanên çalakger li dijî vê xemsariya NY’yê derketin û li pêşberî ofîsa nûnertiya NY’yê ya li Hewlêrê devên xwe dirûtin û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin .

NY daxwazên penaberan red dike

Hat ragihandin ku nûnerên penaberan ji bo daxwaza penaberiyê û der barê rewşa penaberan de raporteke ji 9 xalan pêşkêşî rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir. Di destpêkê de 4 xal ji aliyê NY’yê ve nehatin qebûlkirin. Hher wiha hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî der barê çalakiya ciwanan de giran tev digere û hemû berpirsiysriyê dide ser NY’yê.

Li şûna çalakgeran bi partiyên siyasî re hevdîtin kirine

Berpirsê Komeleya Mafên Mirovan a Qela Dim-Dimê Yûnis Mînazadeh ji Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê re axivî û wiha got: “Piştî çalakiya micid ya penaberan rayedarên NY’yê xwestin ku pêwendî bi çalakgeran re daynin. Lê belê li şûna guh bidin daxwaz û hêviyên penaber û çalakgeran wan bi nûnerên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) re hevdîtin kirine û bi Hizbî Demokratî Kurdistan (HADAK), Partiya Komînîst a Îranê (KOMALA) û Xebatê re axiviye.

Li Hewlêrê NY ev demeke dirêj e mafê penaberên kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê paştguh dike. Her wiha hetanî niha mafên rewa yên mirovî yên derdora 30 penabêrên ji rojhilatê Kurdistanê hatine binpêkirin.

Çendek berê penaberekî kurd xwe şewitandibû

Di 18’ê gulanê de Behzad Mehmûdî û hevalekî wî ku her du jî xelkê rojhilatê Kurdistanê bûn çûbûn ber derê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Hewlêrê. Ciwanan xwestibû bi rayedarên ofîsê re biaxivin û behsa rewşa jiyana xwe ya xirab bikin. Lê tu rayedarî ji ofîsê guh nedabûn daxwazên ciwanan. Ser vê yekê Mehmûdî li ber ofîsa NY’yê agir berdabû bedena xwe. Hevalên wî Mehmûdî rakiribûn nexweşxaneyê lê piştî berxwedana jiyanî ya 5 rojan Mehmûdî jiyana xwe ji dest dabû.