18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pênaseya çand û teknolojiyê

War Botan

Dema çand tê pênasekirin, pênaseya wê hema bêje ji al û qalê jiyanê digire nava xwe. Lewra pênaseya çand û jiyanê gelek nêzî hev in. Her wisa ger her afirînerî parçeyek ji teknolojiyê jî be, têgeha teknolojiyê jî ne gelek dûrî çandê ye. Her berhema çandî an bandor ji afirandina teknolojiyê girtiye an jî bandor li afirandina teknolojiyê kiriye. Di pêşketina mirov û mirovahiyê de dîroka çand û teknolojiyê di heman çemî de herikîne. Herka wan ya hevrêtiyê ji ya tenêtiyê coştir û xurtir bûye. Carinan pêlên çandê rê li ber teknolojiyeke nû, carinan jî pêlên teknolojiyê rê li ber çandeke nû vekiriye. Bes di aliyê wendakirin, bişaftin û tunekirinê de teknolojiyê serî ji çandê standiye.

Bêyî em bikevin nava kronolojiya dîrokî, ji serdema mirov yekem car weke amûrekê kevir tûj kiriye û di jiyana xwe de kar aniye heya serdema me ya îro (weke serdema fezayê tê binavkirin) vê bandora dualî dom kiriye. Çawa bikaranîna kevirê tûjkirî weke çandekê tê binavkirin, di heman demê de çêkirin û karanîna wî jî awayekî teknolojiyê ye. Dibe di serdema me ya îroyîn de kevirtûjkirin weke karekî pir hêsan bê dîtin, lê bila ji bîra me neçe, ew kevir mîna mak û bingeha hemû amûrên birînê ye û di gelek qadên din ên jiyanê de jî hatiye bikaranîn. Ji roja me ya îro re rêkirina Marsê ya keştiyeke fezayî çi be, ger bê fêmkirin di wê serdemê de jî girîngiya wî kevirî jî ew bû. Yên yekem car ew kevir dîtîn, an jî çêkirin, ji mirovên din jêhatîtir bûne. Di çanda nêçîrê, çanda darbirîn û hûrkirina tiştan, çanda çêkirina parêzgehekê…hwd. de bûne xwedî awantajeke mezin. Helbet vê çandê bandor li çanda rê û rêbazên jiyanê jî kiriye. Weke mînakeke biçûk, mirov dikare bibêje teqez bandor li çanda cil û bergan kiriye û ew daye guhertin. Êdî geh bi birîna reh û rîşalên daran be û ji wan reh û rîşalan raçîn û dirûtina cil û bergan be, geh jî bi kuştina sewalan û kevilên wan lixwekirinê be, çanda cil û bergan daye guhertin.

Di navbera teknolojiya berê û vê demê de gelek cudahî jî hene. Piraniya teknolojiya serdemên berê bi awayê mekanîk e. Çêker an jî yên bi kar anîne, piranî bi hêza laşî makîne û amûrên teknolojîk  dane şixulandin. Bi serdema Şoreşa Sanayiyê re karanîna vê hêza mirovî kêmtir bû. Êdî makîneyan gelek kar û barên mirovan awayekî rutîn û leztir pêk anîn. Di serdema me de (s.s.20.), taybetî piştî çêkirin û pêşxistina combers/computerê gelek tişt di demeke kurt de hatin guhertin. Êdî peyva teknolojiyê ji mekanîkê zêdetir, nermalavê/software û hişêçêkirî/artificial intelligence tîne bîra mirovan. Bi riya înternetê, ya herî dûr hatiye mala me û ber me. Hema bêje her aliyê jiyanê bûye çêkirî/sanal. Ji bazar û bazirganiyê bigire heta perwerde û lêkolînê, heskirin û parvekirinê bigire heta mirov dikare bêje şerê mirovan jî ketiye ser vê cîhana çêkirî. Lewra çanda me ya rasterast têkiliyê jî ketiye ber sekerata mirinê. Her çiqas em bibêjin ev çanda me ye jî lê dema em baldarî li nifşên nû dinêrin û çavdêriyê li ser wan dikin, em dibînin êdî ev çanda em qala wê dikin ne çanda wan e. Dîsa ger em ji bo di serê me de zindî bibe mînakeke biçûk bidin, ji nifşên nû re ji bo serdaniya nexweşekê an jî mêvandariyekê ne hewce ye mirov here mala heskirî an jî naseke xwe. Bi riya amûrên têkiliyê (telefon, înternet) mirov dikare van karan bike. Hem dema mirov dimîne ji mirov re hem jî mirov kêmtir diweste! Yanî ji ber awayê mezinkirin û têgihîştina wan a di jiyana çêkirî de helbet heya derekê mafdar in jî. Lê bilêvkirina vê gotinê jî, ji kesên bi çanda têkiliyên rûbirû re mezin bûne gelek sosret û weke kemasî tê dîtin. Dibe rojekê ji  bo vê çanda me ya rûbirûtiyê henekên xwe jî bi me bikin. Ev gotina min ne dûrî aqil û dîrokeke pêşeroja dûr e.

Bi pêşketina derfetên pêwendiyê re cîhaneke ji bilî cîhana me hatiye avakirin. Sanalîzasyonê em di her aliyî de kirine bengînê/muptelayê cîhaneke derveyî keftûlefta laşî. Ji bilî heyîna me ya fîzîkî, heyîneke din a paşê hatiye çêkirin û ji bilî jîngeha me ya fizîkî cîhaneke din bi me dane avakirin. Belê! Her çiqas em bêjin em bi dildarî tev li vê dibin jî lê di rastiya xwe de ev bi me dane çêkirin, bes me hay jê tune. Ji ber di nav civakê de piranî kes û kom derbasî vê cîhana çêkirî bûne yên tev lê nebûne weke kêm û paşvemayî tên dîtin û ew jî bivê nevê tev lê dibin. Jixwe tev lê nebin dê haya wan ji gelek tiştan jî nebe. Me bivê û nevê jî dê ev rewşê bi awayekî kûrtir hîn pêştir bikeve û çanda nû xurtir bike. Heyama pandemiyê ev çanda nû demeke gelek kurt de gelek pêş xist jî. Bi gotina kalan ‘jixwe kavil bû, mîrata teyrokê jî lêxist kire kambax’. Bi giştî mirov dikare bibêje teknolojiyê çanda me tune kir û li şûna wê çandeke din de avakirin. Ger em li dîrokê binêrin ev gazind berê jî hatiye kirin û xuya dike dê nifşên piştî me jî vê gazindê bikin. Ev rastî herikîneke domdar e.