23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penceşêra ûterûsê (malzarok)

Penceşêra malzarokê yek ji kansera jîneokologê ya herî berbelav e. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di sala 2020’î de 417 hezar û 367 jin bi êşa penceşêra malzarokê ketine. Ev rêje ji sedî 45 ê hemû penceşêrên jinan pêk tê. Di nav penceşêrên jinan de cudabûna wê ya herî mezin ev; tespîtkirina zû ya nexweşiyê û dermankirina wê, rêjeya ji rizgarbûna vê nexweşyê zêdetir dike.

Malzarok, lebata sereke ya hilberînê ye ku fetus pêşveçûna xwe di vir de temam dike. Di navbera rovî û mîzdankê de cih digire. Nêzî 7,5 cm qam, 3 cm jî qalindiya wê heye. Ew ji şaneyên bi navê endometeiumê pêk tê. Dema bi rêkûpêk di ûretûsê de qalind dibe, ku dem tê weke xwînê derdikeve derve. Ev şane carna bi hin guhartinên neasayî dabeş û zêde dibe, wê çaxê ev dibe penceşêra malzarokê yan jî penceşêra endometeiumê.
4 qonaxên vê nexweşiyê hene. Qonaxa yekem: Girêba li hin deverên malzarokê ye, hîn belav nebûye. Qonaxa duyem: Girêba bi darfirehî (berbelavî) malzarokê heya tevna girêdanê ya devê malzarokê bûye. Lê negihaye girêkên lenfê. Qonaxa sêyem: Girêba darfirehî derveyî malzarokê , lûle û hêkdankên fallopînê her wiha girêkên lenfê bûye. Qonaxa çaremîn: Girêba, darfirehî derveyî malzarokê, rovî, mîzdank û pişika spî bûye.
Sedemên vê nexweşiyê baş nayên zanîn lê hin faktorên xetereyê hene ku pêşî li pêşketina penceşêrê digirin. Ev jî; Nexweşiyên hormonî ne: Endometriyum ji astên guhartinên estrojen û progesteronê bandor digire ev jî rêya penceşêrê vedike. Heke hinek din behsa van hormona bikim dikarim van bibêjim; jixwe estrojen hormonek bi nav û deng e. Rola vê canikê yek ji berpirsyariya zêdebûnê/zayînê ye, avakirina avahiya bedena jinê, pirçbûna binçeng û ranê stûr, mezinbûna pêsîran û birêkûpêkkirina çerxa reglê/cila ye. Rola pepûka progesteronê jî ya sereke amadekirina malzarokê ya ji bo zayînê û her meh piştî ovulationê (hêk avêtin/piştî cila) ew alîkariya qalindbûna xêzika malzarokê dike da ku hêka fertîlîzekirî amade bike. Heke hêka fertîlîzekirî tunebe asta progesteronê dadikeve û regl dest pê dike. Wexta estrojen ji progesteronê bêhtir dixebite û progesteron bes hormonan çêbike dibe sedema vê penceşêrê.

Li gor îstatîstîkan ji sedî 75 jinên bi nexweşiyê dikevin di ser 50 saliyê re ne. Gotinek di nav civakê de heye wexta em dibêjin “waaow dapîr/bapîrê min gelek bitendurist e zû neket menapozê ev jî ji ber ku li gundan dijîn an jî berê xwarin û vexwarin başbûn û hwd. Na wexta we ev li derdora xwe dît berê wan xizmên xwe bidin jînekologekê ji bo pêşgiriyê.
Kesên ku di temenekî biçûk de ango pêşiya 12 saliya xwe bêrêkûpêk regl dibin û bi derengiya reglê re rû bi rû dimînin ji ber estrojenê bêhtir di bin xetereyê de ne. Piştî 55 saliya xwe ketina menopozê jî xetereyek e.
Kesên ku zarok neanîne; min li ser vê sedemê zêde lêkolîn kir ji ber ku tib di destê mêran de ye û wan li gora xwe(laşê mêra) edilandine hinek bêbawerî kete dilê min; yanî min got, gelo dibe ku ji ber jinan teşwîqî zayinê bikin ev sedem danîne? Axir di hemû lêkolînan de behsa vê yekê kirine. Dibêjin di hemilbûnê de estrojen zêde dixebite hema progesteron jî nahêle estrojen zêdeyî xwe bixebite yanî di hemilbûnê de xetereya vê nexweşiyê kêmtirîn dibe.

Heke di dîroka malbatê de kesên di nav xizmên xwe yên pileya yekem de nexweşiya penceşêrê hebe ew jî dikevin bin xetereyê û divê her car kontrolên xwe kêm nekin!
-Diyabet û hîpertansiyon: Diyabeta tîp 2 û hîpertansiyona wan heye.
-Ên bi tumorên ovarîonê ne: Ev rewş rêjeya derxistina estrojenê zêde dike yanî xetereye.
– Kesên zêde qelew/obez ji yên zeîf 3 qat bêhtir di bin xetereyê de ne.
Nîşaneyên vê nexweşînê; 1)Xwînrijandina vajînayê, 2) Herikîna neasan (ji vajînayê tê, ku ne
xwîn ne (weke girêzê), 3) Xwîna di navbera du reglan de, 4) Xwîn, rijandina piştî menopozê, 5) Dirêjbûna dema cila, 6) Êşa pelvîk( jêra zik), 7) Di dema têkiliya cinsî de êş, 8) Zêde û ji nişkêve winda kirina kîloyan
Teşhîskirina vê nexweşiyê li gor fêmkirina wê tê guhartin. Di ultrasona vajînal û hîsteraskopiyê de bi hin alavan dikevin hundirê vajînê. Heke diyar nebe bi biyopsiya endometrial parçe tê stendin. Bi vê jî diyar nebe li emeliyatxanê dilatasyon û kurtaj tê kirin; devê malzarokê bi awayekî fireh vedikin û dîsa parçe jê digirin. Teşhîskirineke din jî tomografiya compûter û rezonansa magnetîkî ye.

Tedawîya vê nexweşînê; Rêbaza herî zêde tê bikaranîn tedawiya neşterî ye. Malzarok, hêkdank û lûlên hêkdankê tên derxistin. Her wiha girêkên lenfê tên paqijkirin û ji tevnên derdorê parçe digirin. Heke emeliyata neşterî kêm bimîne û nexweşî di astek pêşketî de be, giha be organên din ji bo şaneyên bipenceşêr bên kuştin, kemoterapî tê bikaranîn. Piştî tedawiyê nexweş bi periyodên rêkûpêk tê şopandin û di hin testan re derbas dibe. Ger piştî destwerdana neşterî xetereya dûbarekirinê hebe, piştî rakirina malzarokê terapiya tîrêjê tê kirin. Heke penceşêr belav bûbe ji bo wê belavbûnê kêm bikin an mezinbûyina girêbayê asteng dikin an jî hormonên progesteronê bi dozên bilind didin nexweşan.
Mirov çawa dikare vê nexweşînê asteng bike? Ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê rêyek teqez tune lê bi hin tedbîran mirov dikare xetereyê kêm bike. Ev jî; xwarin û vexwarina bi tendurist, giraniya parastina xwe, birêkûpêk exercise, her sal li cem jînekologekî/kê kontrol.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê