25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penêrê hefnikî

Seyidxan Anter

Her cara mijara perwerdeya bi zimanê kurdî di rojevê de be, siyasetmedarên partî û rêxistinên komara tirk, radihêjin gopalên xwe yên bi sêhr û cambaziyan dikin.

Yek ji wan Muharem Înce ye. Muherem Înce beg xwest bibe Serokomar. Bi ser neket û îsal partiya xwe Memleket Partisi ava kiriye. Der barê pirsgirêka perwerdeya bi zimanê kurdî, Muharem Înce du tiştan ji me re dibêje;

1- Zimanê kurdî têra pedagojiyê nake.
2- Loma jî dilê xwe bi zarokên kurdan dişewitîne.

Dilşewatî meziyetek çê ye, dilşewatiya zêde jî derziya jehrê ye. Hin xwedî kole jî dilê wan bi koleyan dişewitî lê ne dijî bindestiyê bûn. Di serdema me de dilên gelek mirovan bi segan (kuçikan) dişewite, lê çaxa kuçik nesax dikevin, gelo çi tê serê wan? Bi derziyek jehrê mirov wijdanê xwe “şa” dikin.

Em vegerin mijara xwe. Zimanê kurdî bi pedagojiyê digunce an na? Muharrem Înce ji berê de di televizyonan de digot kurdî têra perwerdeyê nake û anha jî dibêje; zimanê kurdî bi pedagojiyê re nagunce. Me li pîşeya Muharrem Înce pirsî, ciwamêr mamoste derket.

Vêca yek ji xalên fizîkê metal in. Kurdî wiha dibêjê: “Metal madenek bingehîn e. Metal li çiyan û di bin erdê de hene. Rûyê metalan diçirise, ji herka kahrebê (elektrikê) û germahiyê re bikêr tên. Hesin, sifir, zîv û zêr hin cureyên metalan in. Metalên sivik û metalên giran hene. Her wiha li gor bandora dor û berê wan jî hin ji wan bihadar û hin jî ne bihadar in.”

Kimya di derbarê molekulan de dibêje: “Hemû made ji çeniyên biçûk pêk tên. Navên van parçeyên biçûk atom in. Piraniya caran grupên atoman bi hev re ne û ji wan re molekul tê gotin. Di molekulek avê de atomeke oksîjen û du atomên hîdrojenê hene.”

Biyolojî ji me re kayina ajalan vedibêjê: “Tenê ajalên bi kuloç û sim kayinê dikin, ango du cara xwarinê dicûn, yek mezin û sisê biçûk çar zikên wan hene.”

Em nizanin ev xalên me li jor gotin li gel pedagojiyê digunce an na? Lê xalek ji me ve diyar e, li cihê ziman hebe li wir pedagojî jî heye, zanistên ziman û perwerdeyê wiha dibêjin . De werin em hinekî berê xwe bidin gopalê bi sêhr û cambaziyê, pedagojiya Muharrem Înce û hevalbendên wî.

Tiştê em dizanin, pedagojî disîplînek zanistiya perwerde û fêrkirinê ye, nemaze ya zarokan, ji asoyek sosyal û çandî ve. Civatên pêşketî behsa pedagojiya rojane û ya akedemîk dikin û dibêjin ji fêrkirinê re pêwistî bi retorîk û teknîka pêşkeşkirinê û demokrasiyê heye. Bingehê pedagojiyê Arîstotales daniye. Li gor metoda Arîstotales gerek şagirt bi xwe bifikire, gelek pirsan ji xwe bike û ji bersiva wan fêr bibe.

Li gor zanyaran zimanê kurdî di nav zimanên dewlemend yê cîhanê de ye. Behsa rêza nehêmîn dikin. Li herêma federal a Kurdistanê , li Iraqê perwerde bi zimanê kurdî dibe. Van rojan me nûçeyek di rojnameya Xwebûnê de xwend. Li gor agahdariyê, li rojavayê Kurdistanê (Binxetê) ezmûnên perwerdeya asta lîseyê bi zimanê kurdî dest pê kiribûn. Gelo em ji rastiyê an jî ji qisê qor bawer bikin? Dostekî me heye, ew jî rastî ye. Ma ne wisa Muharrem Înce beg ?