Rojnameya Heftane

Penîrê dayê

Deniz Ozer (Deno)

Silav ji xwînerên Xwebûnê re! Wekî hûn jî dizanin ez li ser medyaya civakî vîdyoyan çêdikim. Carna tiştên ecêb jî tên serê min, ez dixwazim behsa du meseleyan bikim.

Hevalê min, navê wî Ûsiv e. Ev hezar sal e hej jinekê dike. Rojekê di vîdyoyeke min de lîst. Di vîdyoyê de dibêje, “Tu pîs î lê ez jî bênamûs im.” Piştre meh diborin, sal derbas dibin… Rojekê diçin xwezgîniyê; bedlê xwe li xwe dike, diya xwe jî pişta xwe dixirxirîne, diçin xwezgîniyê. Ûsiv ji vîdyoyên min nas dikin û dibêjin hûn herin malê em ê we agahdar bikin. Malbata keçikê ji wan re gotibû em keçika xwe nadin bênamûsan! 🙂 Replîk bû bela serê lawik.

Di vîdyoyeke min de penîr ji gund tê. Ji welêt, diya min ji min re dişîne lê di nav vîdyoyê de yên penîr dixwin jehrî dibin û nebê diya min jî vê vîdyoyê temaşe dike. Diya min telefonê min dike dibêje tu çima nabêjî penîrê diya min zehf xweş e? Hemû cîranan ji diya min re gotiye, Deno behsa penîrê te kiriye, xelk jehrî bûye û diya min hêrs bûbû û gotibû bila çavên min bi Deno nekeve! Mehekê ez neçûm malê. Min digot dayê ew fîlm e, ne rast e em vîdyoyê dikşînin. Îlah digot na tu yê careke din vîdyo bikişînî û bibêjî penîrê diya min zehf xweş e! Ji tirsa êdî di vîdeoyên xwe de behsa diya xwe nakim..