24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pergal kengî dixetime ewil êrîşî zindanan dike’

Zext û tundiya li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Li gorî saziya mafên mirovan Hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Ji wan 605 girtî rewşa wan giran in û divê bi lez bêne berdan. Dîsa di 6 salên dawî de 103 girtiyên nexweş ji ber nehatin berdan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan di 20’ê cotmehê de kampanya 2 mehan dabû destpêkirin. Têkildarî rewşa girtî û girtîgehan û xebatên înîsiyatifê rêveberên Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan Fatma Yildirim û Ertan Çita pirsên me bersivandin.

Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya bi Girtiyan re Fatma Yildikim û Ertan Çiya anîn ziman ku wekî Înîsiyatifê kampanya ku 2 mehan berdewam bike danîn pêşiya xwe û wiha gotin: “Me di 20’ê cotmehê de li ÎHD’a Stenbolê starta kampanyayê da. Me bi şîara “Bila bes înfaz bêne şewitandin! Bila girtiyên nexweş serbest bêne berdan” û “Bila girtîgeh bên xerakirin, ji girtiyan re azadî” dest bi kampanyayê kir. Piştre me malbat anîn cem hev. Me daxuyanî dan çapemeniyê û bi civîn li dar xistin. Di her daxuyanî û civînan de me bal kişand  ser rewş û pirsgirêkên girtî û girtîgehan. Me bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û şewata înfazê.”

‘Dewlet zagonên xwe nas nake’

Çita û Yildirim, destnîşan kirin ku mafê xatirxwestinê nadin girtiyên nexweş û wiha axivîn: “Mafê xatirxwestinê nadin girtiyên nexweş û wan terkî mirinê dikin. Saziyên çavdêriya girtîgehan êdî wekî dadgehan tev digerin. Bi biryarên wan girtî nayên berdan û înfaza wan tê şewitandin. Dewlet zagonên xwe nas nake. Em hewl didin van pirsgirêkan bêtir têxin rojeva cemaweriyê.”

Çita û Yildirim, destnîşan kirin ku wan li ber Girtîgeha Bakirkoy û Saziya Tipa Edlî jî daxuyanî dan çapemeniyê û wiha lê zêde kir: “Me di 3’ê kanûnê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyanî da çapemeniyê. Em ê kampanya 2 mehan di 19’ê kanûnê de li Navenda Çandê ya Nazım Hikmet a li Şîşliyê bi şahiyekê bi dawî bikin. Em dikarin li kolanan bêtir dengê xwe bilind bikin û li mafên girtiyên şoreşker ên bi têkoşînê bi dest xistine biparêzin. Em dikarin bi çalakiyên li kolanan hewl bidin girtiyên nexweş serbest berdin.”

Yildirim û Çita, bal kişandin ser girtîgehên tîpa F û girtîgehên Tîpa S yên nû têne avakirin û wiha dirêjî dan axaftinên xwe: “Girtîgehên Tîpa S, berdewama girtîgehên Tîpa F ne. Li girtîgehên Tîpa F 3-4 kes dikarin bêne cem hev. Li girtîgehên tîpa S  tenê yek kes di hucreyê de dimîne. Mîmariya wê li ser bilindahiyê ye. Ne li ser paneyiyê ye. Hucre qat bi qat danîne ser hev. Hewşê wan li cihekî din e. Temasa bi gartiyan, rêveberî û girtiyên din re qut dike. Bi vê yekê girtiyên polîtîk bi temamî tecrîd dike. Mafê wan ê civakî bi temamî qezp dike. Bi vê yekê dê binpêkirina mafan bêtir zêde bibe.”

Bi tîpa F’yê bi ser neketin bi S’yê jî bi ser nakevin

Yildirim û Çita, anîn ziman ku di 19’ê Kanûna 2000’an de bi Tîpa F xwestin li girtîgehan bi ser bikevin û wiha gotin: “Xwestin bi Tîpa F vîna girtiyên şoreşger dîl bigirin. Lê bi ser neketin. Yên bi Tîpa F bi ser neketin, bi tîpa T jî nikarin vîna girtiyên şoreşger dîl bigirin û nikarin bi ser bikevin. Wisa difkirin bu bi van şertên giran vîna girtiyan dîl bigirin. Lê şaş in. Çawa di “Vegera jiyanê” de bi ser neketin, niha jî biser nakevin. Wezîrê Dadê anî ziman ku şertê Tîpa S ji yên F’yê girantir e. Çawa bi Tîpa F nekarîbû vîna civakê û girtiyên şoreşger dîl bigirin, dê nikaribin rê li têkçûna vê pergalê jî bigirin.”

Têkoşîna herî bi hêz li girtîgehên Kurdistanê ne

Yildirim û Çita, da zanîn ku pirsgirêka girtîgehan yek ji pirsgirêkên herî girîng ên navbera çînan e û wiha lê zêde kir: “Pergal kengî dixetime ewil êrîşî zindanan dike. Di cîhanê de têkoşîna herî bi hêz a zindanan têkoşîna li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Gelek bedelên giran dane û mafê xwe bi dest xistine. Gelek caran ev mafê wan hat binpêkirin. Bedelên nû bi kedek mezin qezenc kirin. Bi taybetî di demên dawî de piştî şewbê, mafê girtiyan xezp kirin. Mafê wan ê înfazê xezp kirin. Girtiyên siyasî ku lazim e bêne berdan, înfaza wan bi hinceta “Ji bo civakê talûke ye” taloq kirin û wan bernadin.

‘Girtiyekî bi tenê nikaribe bijî çawa çêdibe ku ji bo civakê talûke be?’

Ji bo girtiyên du dest û pişên wan tune jî heman hincetê nîşan didin. Ji bo girtiyên şizofrenî jî heman hincetê nîşan dide. Girtiyekî ku bi tena serê xwe nikare bijî dê çawa zerarê bide civakê. Dê çawa ji bo civakê talûke be? Em fam dikin ku dewlet ji fikrên wan ditirse. Bi awayekî şênber, kesên ku bi wan re hevdîtinê dikin, nameyan ji wan re têne şandin, pirtûkên ku dixwîne, daxwaznameyên ku dinivîsînin, dîsa ji ber biryara girtî ya ketin û neketina “Kawîşa serbixwe” dike sedema “Halê nebaş ê girtî” û berdana wan asteng dikin.”

Hemû mafên girtiyan xezp kirine

Yildirim û Çita, dan zanîn ku beriya şewba coronayê bi darbeya 15’ê tîrmehê pêla êrîşan dest pê kiribû û wiha lê zêde kirin: “Bi pêvajoya darbeyê de papçe parçe mafê girtiyan xezp kirin. Piştî şewba vîrûsê bi komî mafê girtiyan xezp kirin. Hemû mafê girtiyan ên civakî qedexe kirin. Girtî di girtîgeha di nava girtîgehê de ne. Name û kargoyan nadin wan. Rojnameyan dereng didin wan. Mafê girtiyan ê kargo pir bi sînor kirine. Nameyên girtiyan sansur dikin. Mafê girtiyan ê sohbet û sporê asteng dikin. Li derve wekî ku şewba vîrûsê tune be jiyanê berdewam kir. Lê li girtîgehan girtî avêtin qarantînayê. Bi navê tedbîrên li dijî vîrûsê mafên girtiyan binpê kirin. Girtî nikarin rojnameyên din bixwînin. Li hin girtîgehan bi tu awayî kovar nakevin hundir. Tu eleqeya şewba vîrûsê û xwendina pirtûk û kovaran bi hev tune ye. Tenê dixwazin bi temamî têkiliya girtiyan ji derve qut bikin. Hem yek bi yek mafên girtiyan tê binpêkirin û hem bi giştî mafê girtiyan tê binpêkirin. Ji ber vê yekê DMME herî zêde Tirkiye bi cezayê tazmînatê mahkûm dike. Lê mixabin saziyên din ên navdewletî zêde zorê li Tirkiyeyê nakin.”

Divê girtiyên nexweş serbest berdin

Yildirim û Çita, bibîr xistin ku li gorî xala 16’an a zagonê di şertên asayî de divê înfaza ceza ya girtiyan taloq bikin û girtiyên nexweş serbest berdin û wiha berdewam kirin: “Li gorî Saziya Tipa Edlî û saziyên tenduristiyê yên ku Wezareta Dadê diyar kirine, divê girtiyên ku rapor girtine serbest bêne berdan. Li gorî xala 16’an a zagona hejmar 5275’an divê girtiyên nexweş bêne berdan. Ji bo înfaza girtî bê taloqkirin, divê girtî serî li dozgeriyê bide. Divê dozger wan sewqî nexweşxaneyê bike. Piştre divê rapora Saziya Tipa Edlî bistine. Piştre re jî divê Serdozgeriya Komarê nirxandina ‘Ji ewlehiya civakê re ne talûke ye’ bike. Lê mixabin înfaza wan nayên berdan. Ev jî girêdayî rewşa polîtîk a Tirkiyeyê ye.”

13 milyar lîra ji bo girtîgehên nû veqetandiye

Tirkiye li aliyekî di nava qeydana aborî de ye, li aliyê din, ji bo girtîgehên nû 13 milyar lira butçe veqetandiye. Çima pêdivî bi girtîgehên nû dibîne. Ji bo kesên li dijî xwe bavêje girtîgehan û dengê wan qut bike. Niha papçe parçe hin tişt têne kirin. Lê bertek û xebatên parçe bi parçe pirsgirêkan çareser nake. Pêdivî bi tevger û çalakiyên bi girseyî heye. Ji bo vê yekê divê kesên şoreşger, malbat û xizmên girtiyan, rêxistinên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, divê bi hevre têkoşînê bi rêxistin bikin û mezin bikin.