spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pergala tenduristiyê me dikuje’

Xizmetkarên tenduristiyê li gelek bajaran bi boneya sedema mirina Bijîşka Asîstan Rumeysa Berîn Şen a di qezaya trafîkê de şermezar bikin, li gelek navendan daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmetkarên tenduristiyê  bi gotina “Ne qeza cinayet e” bertekên xwe anîn ziman.  Xizmetkaran xwest pergala tenduristiyê bê guhertin û mercên xebatkaran bêne başkirin.

Bijîşka Asîstan a Klînîka Welidandina Jinê ya Nexweşxaneya Bajar a Enqereyê Rumeysa Berîn Şen piştî nobeda 36 saetan, qezaya trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî Berrîn Şen qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da, xizmetkarên tenduristiyê li gelek navendan daxuyanî dan çapemeniyê û sedema mirina Berîn Şen şermezar kirin.

Amed

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi heman armancê li ber Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî dan çapemeniyê.  Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Yildiz Ok Orak bal kişand ser mirina Bijîşka Stajer Rûmeysa Berîn Şen û wiha got: “Mirina hevala me ya bijişk Rumeysa Berin Şen ne qezaye cinayet e.”

Li ser navê xizmetkarên tenduristiyê Endamê Konseya Navendî ya Yekitîya Tabîban a Tirk (TTB) Halis Yerlikaya  jî bertek nîşanî sedema qezaya hempîşeya xwe Rumeysa Berrîn Şen da û wiha got: “Em hevî dikin ku ev mirin bibe birina dawî. Ev pergala tenduristiyê  me dikuje. Hem bijîşkan hem nexweşan dikuje. Bijîşkek di 24 saetan de 101 nexweşan derman dike. Em dixwazin şert û mercên kar bêne başkirin.”

Xizmetkarên tenduristiyê piştî daxuyaniya Dr. Yerlîkaya dirûşmeya ”Serkeftin dê bibe ya karkerên berxwedêr”, “Em li dijî çewisandinê serî hildidin” berz kirin.

Sekretera Giştî ya Tenduristiyê ya SES’ê Gonul Adibellî jî anî ziman ku bi sedan kesan peyam ji saziya têkildar re şandine û wiha axivî: “Lê belê kesek eleqeder nebûye. Ji bo şert û mercên hevalên me baş bibe em li vir kom bûne. Ev pergala tenduristiyê wisa dewam nake. Hikûmet guh nade van daxwazên me. Em dixwazin dawî li van şert û mercên xebatê bînin.

36 saetan nobedê digirin

Rêveberê Odeya Tabîban a Amedê Mustafa Yaşar jî anî ziman ku xebatkarekî dewletê mehê 168 saetan kar dike û wiha got: “Bijîşkek 36 saetan li ser hev nobedê digire. Bijîşkekî asistan mehê 360 saetan kar dike. Em her bijîşkekî asistan neçar in nobetê bigirin. Dema em nerazibûnên xwe tînin ziman, mamosteyên me dibêjin ‘Em dixebitin hûn jî bixebitin’ û li dijî me derdikevin. Em dixwazin ev bê edaletî bi dawî bibe. Em dixwazin şert û mercên kar baş bibe.

Riha, Edene, Enqere

Xizmetkarên tenduristiyê yên Rihayê jî bi heman armanc û heman daxwazê li pêş Serwîsa Zarokan a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Harranê daxuyanî da. Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Osman Yuksekyayla, xwest demek berî demekê şert û mercên xizmetkarên tenduristiyê bêne guhertin û wiha got: “Em ne kole ne. Em xwendekar in. Hekîmê westiyayî zerarê dide tenduristiyê.

Odeya Tabîban a Edeneyê jî bi heman armanc û daxwazê li pêş Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê daxuyanî da û şert û mercên xizmeta tenduristiyê şermezar kir. Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Selahattin Menteş, xwest şertên xizmetê bêne başkirin.

Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) jî bi heman armancê li pêş Nexweşxaneya Bajar a Enqereyê daxuyanî da. Xizmetkarên tenduristiyê di çalakiyê de pankarta “Dr. Rumeysa Berîn Şen di serhildana me de dijî” vekir Rêveberê ATO Dr. Benan Koyuncu, daxuyanî da û anî ziman ku mirina Dr. Rumeysa Berrîn  cinayet e.