24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşketinên li Sûriyeyê û dîplomasiya kurd

H. Halît Alaçatı

Siyaseta Rojhilata Navîn bi hemû geremoliya xwe berdewam dike. Her çiqas dem bi dem liv û bizav çêbibin jî têra nîşaneyên guherandina statûkoya heyî nakin. Ji hêzên hegemon bigire heta netewdewletên nijadperest û despotîk ên herêmê gelek civîn, komxebat û hevdîtin pêk tên. Hewayeke wekî ku dê vê carê pêşketinek çêbibe nîşan didin lê mijar dûr diçe kûr diçe li cihê xwe disekine. Di van çend salên dawiyê de têkildarî mijara Sûriyeyê bi sedan civîn, hevdîtin û lûtke çêbûn. Lê di rewşa heyî de tiştek neguherand. Guherandinên çêdibin jî zêdetir di warê leşkerî de ne.

Sedema vê yekê ew e ku pergala modernîteya kapîtalîst kapasîteya xwe ya çareserkirina pirsgirêkan bi temamî winda kiriye. Ji ber vê yekê her hêzek li dû firsendan e. Kes alîgirê çareseriyê jî nîne. Ji ber tunebûna kapasîteya rêvebirina krîz, qeyran, pevçûn û pirsgirêkan zêde tên cem hev, zêde diaxivin lê nikarin biryar bigirin, gav biavêjin û di rewşa heyî de guherînê pêk bînin. Şert û mercên heyî, polîtîka û pozîsyona DYA, Rûsya û dewletên din ên bibandor nîşan dide ku nikarin ne mijara Sûriyeyê ne jî mijareke din a herêmên bipevçûn ên wekî Afganistan, Iraq, Yemen û hwd. çareser bikin.
Heta wekî di mijara Afganistanê de jî xuya kir, dê ji hin herêman birevin û gelên herêmê bi enkaza hiştîn re rû bi rû bihêlin. Li hin cihan ji ber berjewendiyên xwe yên lezgînî nikarin û naxwazin terk bikin jî dê pirsgirêkan birizînin. Ji bo wê divê êdî tu hêz û civak ji van hêzan tu hêviya çareseriya pirsgirêkekê nekin. Her kes li çareya serê xwe binêre û li gorî wê têbikoşe û jiyana dixwaze bi destê xwe ava bike.

Li cîhanê û Rojhilata Navîn jî hêza di vê hiş û baweriyê de jî gelek zelal e ku tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Her çiqas di gelek aliyan de bêderfet be û bi gelek hêzên dagirker re şer bike jî hêza xwe û gelê xwe esas digire. Bêguman ev nayê wê wateyê ku dê qeyran, qrîz, rewşên kaotîk, dengeyên di navbera hêzên navdewletî, dewletên hegemon û herêmî fayde nayê girtin. Berovajî vê yekê ev mijar jî gelek girîng e û divê rewşa heyî baş bê xwendin û heta dawiyê sûd jê bê wergirtin.

Di vê çarçoveyê de rewşa Sûriyeyê niha daneyên gelek girîng dide me. Hem di aliyê xwerêxistinkirin û rêvebirinê de, hem di aliyê dîplomasiyê de wekî wargehekê kar dike. Destê du hêzên hegemon ên wekî DYA û Rûsyayê û gelek dewletên din di nav de ye. Sûriye êdî qalik e. Di aliyê siyasî, civakî, aborî û avadaniyê de têk çûye. Bi saya serê Rûsyayê li ser piyan dimîne. Rûs jî êdî naxwazin kulfeta vê yekê zêde bikişînin û dixwazin barê xwe sivik bikin.

Bi vê boneyê ev demek e ku bi teşwîqkirina rûsan, hikûmeta Beşar Esad di nav hin hewildanan de ye. Pêşiyê dixwaze cardin vegere Lîga Ereban. Bi Urdin, Lubnan, Qatar û Erebistana Siûdî re têkiliyan pêş dixe û dixwaze destê xwe bi hêz bike. Ku ji tirsa DYA’yê nebûya niha dê pêşketineke girîng bi dest bixista. Ji bo vê bi aqilê rûsan, Esad demek berî niha behsa pergaleke li ser esasê rêvebiriyên herêmî kir. Bi vî awayî peyama rûsan gihand kurdan.

Lê derdê Rûsyayê ne tenê kurd in. Derdê wî yê esasî DYA ye. Dixwaze Sûriyeyê ji ambargoya DYA û YE’yê xilas bike. Ji bo vê pêşxistina têkiliyên hikûmeta Esad û Rêveberiya Xweser girîng e. Di vê çarçoveyê de ji wezeratên karên derve du car, ji wezaretên parastinê jî carek sê lijne di çend mehên borî de hatin cem hev. Mijar bêguman Sûriye bû. Di encama van hevdîtinan de hin pêşketinên şênber jî çêbûn. Rûsan destûr dan alîkariyên Neteweyên Yekbûyî, DYA’yê jî peymana şirketa Petrolê Cresantê ya bi Rêveberiya Xweser re çêkiribû dirêj nekir. Vê yekê dilê Rûsyayê û hikûmeta Esad xweş kir. Piştre jî hevdîtinên leşkerî dom kirin. Bi vê yekê re paralel têkiliyên hikûmeta Esad û dewletên din ên ereban jî zêde bûn. Xuya ye DYA’yê di vir de jî pîvanên ambargoyê sist kirine.

Ev tev nîşan didin ku îhtîmal heye DYA û Rûsya li ser Sûriyeyê bigihin peymanekê. Gelek astengî li pêşiya vê yekê hene lê divê wekî îhtîmal li ber çavan bê girtin. Ji ber ku Rûsya ji kulfeta Suriyeyê bêzar bûye û DYA jî naxwaze enerjiya xwe ji bo Rojhilata Navîn xerc bike. Dema berjewendiyên wan li hev bin, lihevhatina wan hêsan e. Trafîka di navbera DYA û Rûsyayê de ya li ser Sûriyeyê bi taybetî divê ji hêla kurdan ve baş bê şopandin.
Di vê çarçoveyê de ev demek e dîplomasiya kurdan a Rojava jî di nav tevgerê de ye. Qasî di çapemeniya kurdî de derket; lijneyek ji Rêveberiya Xweser demek berî niha serdana Rûsyayê kir. Lijneyê bi Alîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov re hevdîtin kir. Ev hevdîtin piştî daxuyaniya Esad a der barê xurtkirina rêveberiyên herêmî û hevdîtina wî ya bi Putîn re hat. Her wiha lijneyek jî bi heman rojev û armancê derbasî DYA’yê bû. Li gorî agahiyan li vir jî di serî de Kongre, bi gelek saziyan re hevdîtin kirin.
Berî van hevdîtinan jî Fermandarê CENTCOM’ê yê DYA’yê McKenzi serdana Rojava kiribû û bi Mazlûm Ebdî re hatibû cem hev. Ev pêşketin nîşan didin ku Rojava rewşa heyî û trafîka dimeşe ji nêz ve dişopîne û di nav hewildanan de ye. Wekî me li jor jî gotiye tişta esas hêza gel bi xwe ye lê divê hemû derfetên din jî bên bikaranîn. Mijara Sûriyeyê bi hêsanî û di demeke kin de çareser nabe, lê heta hetayê jî wiha namîne. Sedema wiha hiştina wê neçariya pergala kapîlatîst û wisa guncav dîtina hêzên hegemon in.
Dema hêzên hegemon firsend dîtin û berjewendiyên wan li hev hatin dê li gorî xwe mudaxaleyê bikin. Lê divê ev dem baş bê bikaranîn. Ev jî girêdayî xwendina polîtîkaya cîhan, herêm û Kurdistanê ye. Ji ber ku dijberên kurdan û taybetî netewdewletên dagirker ên Kurdistanê jî vala nasekinin. Çûyîna Erdogan a DYA’yê bi vê armancê bû. Her çiqas Serokê DYA’yê bang kir ku kes neçe welatê wan û daxuyand ku bi kesî re hevdîtinê neke jî Erdogan bi hêviya hevdîtinekê heta New Yorkê çû.

Erdogan li gel hemû hewildanan jî nekarî bi Biden re hevdîtinê bike lê vala jî nesekinî. Bi taybetî li ser lobiya cihûyan xwest hin gavên dijberî kurdan biavêje. Cihû jî erbabê ticarete ne. Lawaziya Erdogan dibînin û dixwazin ji zeafên wî sûdê werbigirin. Di vê çarçoveyê de hin hevdîtin hatin kirin. Tirkiyeyê bi navenda lobiyê ya cihûyan re li ser dijberiya Filistînê peymanek çêkir. Li gorî vê Erdogan û Tirkiye dê ji bo ambargo li ser Filistînê bimeşe têbikoşe. Soza vê da.

Erdogan heta duh keştî dişandin Filistînê û şerê Israîlê dikir. Çi bû niha wisa gav paş ve avêt û bû dijberê Filistînê. Xuya ye ji cihûyan hin îltîmas girtin. Divê mirov bawer be ku piraniya van îltîmasan jî li ser dijberiya kurdan e. Divê ev enî jî baş bê şopandin. Ka Israîl di pêşerojê de dê çi piştgiriyê bide tirkan. Nîşaneyên vê dê li Rojava û Başûr xwe bidin der. Divê gelê kurd li hemberî vê yekê amade be û hesas be. Nexwe di demeke dîrokî de di qazana Rojhilata Navîn de her tim îhtîmal e ku mirov derbe jî bixwe firsenda derbelêxistinê jî bi dest bixe.