spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşmerge dê vegerin deverên xwe

Piştî şerê navxweyî yê navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji sala 1993’yan ve li başûrê Kurdistanê lihevkirina her du aliyan û yekitiya her du îdareyan pêk hatiye. Lê heya niha her du alî xwediyê du hêzên cuda yên pêşmerge ne û hîn jî yekitiyek pêk nehatiye.

Ji bo yekitiya hêzên pêşmerge hem gelek hewildanên navxweyî hem jî di asta navdewletî de hevpeyman çêbûn. Lê heya niha ev hewildan bi encam nebûn. Ji ber yeknegirtina hêzên pêşmerge bi bûyerên 16’ê cotmeha sala 2017’an ji sedî 51’yê axa başûrê Kurdistanê ji dest çû. Deverên di bin serweriya Herêma Kurdistanê de careke din ketin bin serweriya hikûmeta navendî. Têkildarî yekitiya hêzên pêşmerge û vegera hêzên pêşmerge ji bo deverên ji herêma Kurdistanê qutbûyî, şêwirmendê leşkerî û ji Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Bextiyar Mihemed axivî. Bextiyar diyar kir ku pêngavên ji bo yekitiya hêzên 70 û 80 yên hêzên pêşmerge hatine destpêkirin. Her wiha Bextiyar Mihemed da zanîn, di çarçoveya peşnûmeyasaya reforman a hikûmetê de ji bo yekitiya tevahî hêzên pêşmergeyan dest bi avakirina yekineyan kirine û got: “Tenê lihevkirinek di sala 2009 û 2010’an de pêk hatibû. Lê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê lihevkirin ji holê rabû. Ji bo lihevkirinê jî heta niha tiştek nehat kirin. Em li bendê ne ku piştî avabûna hikûmeta nû ya Iraqê, hêzên pêşmerge careke din vegerin deverên ji Herêma Kurdistanê qutbûyî.” HEWLÊR