Komek pêşmergeyên Dêrîn û girtiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kirin û xwest PDK hevkariya Tirkiyeyê neke. Komê li ser gora damezrênerê Komeleya Rencderanî Kurdistan Şehîd Aram a li gundê Tengîser a bajaroka Qeredaxê kombûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Komê ewilî tacegulek danî ser gora Şehîd Aram rêz girtin.
Piştre li ser navê Pêşmergeyên Dêrîn Elî Meruf daxuyanî da û wiha got: “Niha dewleta Tirk bi hevkariya hevpeymanên xwe li dijî gelê kurd êrişan dike. Mîna berê niha jî hinek aliyên kurdî ketine xizmeta dagirkeran û derbasî xeta xiyanetê bûne. Bi taybetî jî Barzanî û hinek rayedarên PDK’ê mîna berê carek din bûne parêzerên dagirkeran û dixwazin pêşkeftin û destkeftên gelê me ji dest herin.”
Merûf xwest ku PDK li cem gerîla li dijî dgirkeriya Tirk rawestin û wiha got: “Em dixwazin tevayî pêşmergeyên dêrîn li dijî şerê kurd bi kurd rabin û ji bo yekitî û yekrêziya kurdan bi xebitin.
Li ser navê girtiyên siyasî jî Serwer Zindanî axivî û got: “Me di girtîgehan de ji bo parastina Kurdistanê û yekitiya kurdan li ber xwe da. Divê rê neyê dayîn şerê kurd bi kurd dubare bibe.”
Navenda Nûçeyan