Yekşem, Hezîran 13, 2021

Pêşxistina zimên, peywira welatparêziyê ye

Adar Şaman

Cejna zimanê kurdî ku her sal di 15’ê gulanê de tê pîrozkirin; îsal mîna bayê bablîsoka havînê hişk li hinek deveran da û yekser derbas bû. Gelek sazî, kesayet, rêxistin, platformên civakî, komeleyên ziman ên rasterast xizmeta zimanê dayikê dikin daxuyanî dan û gelek nirxandin, şîrovê, gazinc û rexne pêş xistin. Cejna zimanê zikmakî wiha nayê pêşwazîkirin! Bendewarî ew bû ku tevahiya sazî, komele û rêxistinên kurdan; di derbarê pêşketin, kar û xebatên sala borî de bo zimanê dayikê hatine meşadin tevî encamên wan, ji raya netewa kurd re aşkera bikirina. Ji ber ku xebatê van saziyan ên derbarê zimanê kurdî de nayê zanîn bê ka çi dikin.

Lê sed mixabin ev yek pêk nehat. Gelo çima sazî, rêxistin û partiyan ev erka xwe di roja cejna zimanê kurdî de pêk neanîn? Madem wan negotin em aşkera bêjin; Partî, sazî û rêxistinên kurdan ên li welêt û derveyî welêt, di der barê xizmeta pêşketina zimanê zikmakî de lawaz tev digerin, lebata wan hêdî – hêdî ye. Bi tirs dixebitin, gotin û rexne pir in, lê çalakî pir hindik e. Liv û tevger kêm e. Bi gazincan ziman û çand nayê parastin. Ziman, bi lebat û xebatê bi pêş dikeve.

Di pevajoyên kaosê yên gerdûnî de hem pêşketinên şoreşê û hem jî yên li hember şoreşê di zik hev de pêş dikevin û teşe digirin. Guhertinên democratîk, hêviya ji azadiyê û yên totolîter- faşîst di nav hev de tên jiyîn. Pêvajoyên kaosê wekî sê merheleyan heyîna xwe didin domandin. Destpêka kaosê pergal di rewşa şaqizmayînê de ye, ê çi bike ne diyar e, pêvajoya navîn sazî, rêxistin û destkeftiyên civakî ji bo tesfiyekirina wan êrîşkar tev digerê û hema bê çi bi dest bikeve talan-xesp dike. Bi vê yekê dixwazê hebûna xwe mayînde bike.

Merheleya kaosê ya sêyem ango ya herî dawî; îca di vê merhaleyê de xwîn ji desthilatdariyê diçe, lewaz dibe, bê hêz û nexweş dikeve. A niha desthilatdariya qaşo ku Tirkiyeyê ‘bi rê ve dibe’ di rewşa nexweşê herî giran de li ber sekeratê diperpile.

Di vê pêvaoya ku siyaset, pergal, aborî, desthilatdarî di nav rizîbûnek kûr de dijî, ne xwedî hişmendiyek çêker û avaker e. Mîsyonek xirab a talangeriyê dilîze. Her nirxê civakê talan dike, destdirêjî û zimandirêjiyê dike. Ew di nav çirava dizî, bêdadî, bêehlaqiyê de bi derdê berjewêndiyên xwe û parastina desthilata xwe ketiye. Bi şev û roj sebir û tebatî bi vê desthilatdariyê nakeve; kula wan tune ew e ku bi xwînmijiyê li ser desthilatdariyê bimînîn. Armanc jê ew e ku civakê hîn bêhtir parça bike û bi vî awayî bi rê ve bibe. Civak, çiqasî bê parçekirin dê ewqasî baştir bê doşandin.

Ma dibe ku gelê kurd, sazî û dezgehên demokratîk, komeleyên mafê zimên û perwerdehiyê diparêzin, ji vê rejîma nexweş a ber çûyînê ye daxwaza azadî û mafê zimanê kurdî bikin? Heger ku rewşek wisa hebe jî, qetiyen nayê pejirandin. Divê kurd destê xwe li ber vê desthilatdariyê raber nekin û xwe tenezûlê parsekiyê nekin. Ev ne layîqê têkoşîna bi sed salan a şoreşgerî û çanda welatparêziyê ye. Ji ber ku gelê kurd vê siyaseta înkar, biçûkxistin, tunehesibandin qebûl nake û li dijî hebûna xwe dibîne, têdikoşe. Têkoşîna, demokrasî û nasnameya azadiyê, alternatîfa yekem a desthilatdariyê. Wê ev jî bi vîna jin, ciwan û civakê ji nû ve xwe bi rêxistin bike. Civak encex xwe bi rêya rêxistinbûyînê li hember siyaseta pişaftin, qirkirin, biçûkxistin, destavêtin û zayêndparêziyê bi hêz bike. Ji vê yekê re wêrektî-berxwedanek civakî pêwîst e. Bi kesayetên têkoşer pêkan e.

Ya rastî di hêla pêşxistin û parastina zimanê zikmakî de sazî û tevgerên jinan hinekî kêmasî dijîn. Di vê babetê de ne xwedî rêxistinek şênber a kar û xebatên kurdolojiyê ne. Pêdivî bi rêxistin-sazîbûyîna ziman a di pêşengiya jinan de pêşbikeve, heye. Nebûyîna vê saziyê kêmasiyek mezin e. Di hêla pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayikê, valatiyên ku hene meseleyek bîrdozî û hişmendiyê ye. Ev dibe sedem ku di mijara parastina zimanê dayikê de mêr derkevin pêş. Li gorî ku ziman heyînek berhema keda dayikê ye, li gorî ku tê xwestin parêzvaniya zimên ji hêla dayikê ve nayê geşkirin. Diviyabû ku jinên kurd, ji her kesî zêdetir xwedî li zimanê zikmakî derketan, ji bo pêşdebirina zimên saziyên taybet ên perwerdeya zimanê kurdî ava bikirana. Lê em di vê mijarê de kêm dimînin û mîna karekî xwe yê bingehîn nahesibînin.

Ziman daneheva civakî ya zihniyet, ehlaq, hîs û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zihnî ya mane û hîsê ya serwextbûyî ye. “Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye.” Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêş de dibe. Civak, xwe li ser estetîzekirina pêşketina ziman îfade dike. Yê ku çandê diparêze asta pêşketina ziman e, ji ber ku ziman heyîneke çandî û civakî ye.

Pêşketina zimên ji desthilatdaran nayê xwestin û lavakirin; bi axaftin, nivîsandin û xwendinê tê pêşxistin, bi pergala perwerdeyê tê parastin. Civak, bi hebûna çand û zimanê xwe manedar dibin. Her civak ango kes pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe çareser dike. Gelo em kurd, bi kîjan zimanî kul û derdê xwe çareser dikin? Bi zimanê serdestan tu pirsgirêk nayê çareserkirin; berovajî civak tên parçekirin! Bi zimanê zalîm û desthilatdaran raman, kesayet, çand û ziman azad nabin. Ji bo ku ziman bigiheje nasnameya xwe ya azad, têkoşîneke bêhempa ya neteweyî pêwîst e.

Wek encam em dikarin bêjin ku pirsgirêka herî mezin a li pêş pêşketina zimanê dayikê asteng e; parçebûna navxweyî ye ya ku civaka kurd dijî. Parastina ziman peywîrek welatparêzî û erka siyaseta neteweyî ye. Siyaseta neteweyî ya kurd, heya niha ji bo pêşketina zimanê zikmakî çi kar û xebat meşandiye? Gavên şênber ên vê xebatê çiqasî encam bi dest xistine? Zimanê dayikê mîna şîrê dayikê delal, helal û şîrîn e. Zaroka ku bi şîrê dayikê mezin dibe, saxlem, xweşik, zana û qayîm e. Ziman li cem kurdan her tişt e; hebûnek jêveneger e. Civak bi zimanê dayikê bi qedir û qîmet e. Heyanî ku kurd, zimanê dayikê nexin zimanê jiyan û perwerdeyê, dê her feqîr û hejar bijîn. Kengê me xwe ji vê rewşa parçeparçebûyînê rizgar kir, wê hingê zimanê kurdî dê bibe zimanê fermî yê perwerdeya civakê.