25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Petrola Lîbyayê avê bi devê wan dixe

Hemû destwerdanên derve yên li Lîbyayê, ne ji bo xêra gelê Lîbyayê ne lê temamiya wan hêzan a xêr û xêratên wî welatî û petrola wî sedem e ku girêz bi devê desthilatdarên hin welatan dikeve.

Yek ji van welatên ku çav berdane zengîniya Lîbyayê, di serî de hikûmeta tirk e û her ku diçe destwerdana wê ya di kar û barên Lîbyayê de zêdetir dibe. Hikûmeta tirk pişta xwe dide peymanên bi hikûmeta Wîfaq a Îxwanê Mislimîn re çêkiriye û wan wekî behane bi kar tîne. Her diçe bi çek û cebilxaneyên xwe yên giran piştgiriyê dide hikûmeta Wîfaq û ji bo piştgiriya wî çeteyan ji Sûriyeyê derbasî Lîbyayê dike.

Di van demên dawî de hikûmeta Wifaq a Îxwanan ku ji bilî Trablusê hema bêje tu bajarekî din di bin desthilatiya wan de nemabû û tev ketibû destê hêzên Xelîfe Hefter. Di demên dawîn de bi alîkariya çek û çeteyên Tirkiyeyê gelek bajar xistin destê xwe û niha amadekariya êrîşan li dijî bajarê Sirtê dikin, ew bajarê ku wekî xezîneya neftê tê nasîn.

Li aliyekî din, hin welatên ku hêzên artêşa Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter jî destek dikin hene. Wekî Rûsya û Fransayê û di dema dawîn de gelek caran hikûmeta Misrê jî bajarê Sirtê wekî xeta xwe ya sor ragihand û gotin ku ew qebûl nakin êrîşî bajarê Sirtê were kirin.

Misrê jî ji aliyê xwe ve bajarê Sirtê wekî xeta sor dibîne û dibêje derbasbûna çeteyan a wî bajarî dê bibe gefek mezin li dijî ewlekariya neteweyî ya Misrê û hemû welatên ereban. Lewre atmosfereke wiha hatiye avakirin ku dê şerên gelekî giran ji bo Sirtê biqewimin û gelê Lîbyayê di nav metrsiyek mezin de ye .