spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya Sûriyeyê li Lîbyayê dubare dibe

Polîtîkayên dîzaynkirina Rojhilata Navîn a hêzên navneteweyî bi her awayî didomin. Her dewletek ji bo Rojhlata Navîn polîtîkayek bi rê ve dibe. Cihên herî krîtik jî her çar parçeyên Kurdistanê ne. Hem li Başûr hem jî li rojavayê Kurdistanê, polîtîkayên taybet tên meşandin. Li her du parçeyên Kurdistanê jî polîtîkayên şer û êrîşan pêk tên.

Niha mijara herî li pêş rewşa Idlib û Lîbyayê ye. Gelek nîqaş û civîn hatin kirin lê dîsa jî, di hêla pratîzekirina biryaran de nakokî hê jî didomin. Her alî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û ji ber vê jî pirsgirêkên heyî li holê dimînin.

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît der barê mijarên wekî sewqiyatên dewleta tirk ên ber bi  Idlibê ve û krîza Lîbyayê de nêrînên xwe anîn ziman. Yîgît, di serî de bal kişand ser ragihandina agirbesta ku di 5’ê gulanê de li Moskowê pêk hat. Yîgît destnîşan kir ku dewleta tirk şertên agirbestê pêk neanîn û ew niha nikare komên çeteyan ji vir derxe û wan kontrol bike û got: “Komên cîhadîst ji ber îmzekirina agirbestê ji aliyê dewleta tirk ve, ne razî bûn û biryar dan ku nehêlin dewriye pêk bên û li dijî dewriyeya Rûsyayê êrîş pêk anîn. Van koman piştre berê xwe da dewriyeyên artêşa dewleta tirk. Bi vê yekê Tirkiye ket nav pêvajoyeke bikrîz. Li aliyekî nikare cîhadîstan kontrol bike, li aliyê din jî sozên xwe pêk nayne. Êrîşên cîhadîstan ên li dijî artêşa hikûmeta Sûriyeyê dewam kirin.”

Pispor Yîgît da zanîn ku her ku li Lîbyayê alozî zêde dibe, krîza li Idlibê jî diwartir dibe û DYA di ser hebûna dewleta tirk de daxilî krîza Lîbyayê dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rûsya dixwaze Tirkiyeyê li cem xwe bigire û nehêle DYA di ser Tirkiyeyê re ji xwe re li Lîbyayê pozîsyonekê çêke. Ji bo ku Tirkiyeyê li cem xwe bigire jî, li şûna Tirkiyeyê ji ber pêkneanîna şertên agirbesta li Idlibê tengav bike, pêvajoyê dirêj dike û ji bo Idlibê tawîzan dide. Lê Rûsya li Lîbyayê hêzeke xurt e ku xetên sor destnîşan dike.” QAMIŞLO