19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwîst e em komployê çawa fam bibin?

Hiş, dil û guhê jinên kurd ên li derveyî welat dijîn, di hemû kêliyên jiyanê de li ser meseleyên li welêt diqewimin lêdixe. Serê xwe li ser geşedanên, di rojevê de cih digirin diêşînin. Berê jinên kurd her li welatê wan e;  li Îmraliyê temaşe-meyze dikin…

Ev yek di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de, hîn şenber bû. Jinên kurd, weke her demê bi hêrsek mezin li gelek welatên cîhanê, daketin qadan, zalimên di komployê de cih girtine, yên hevkarên wê planê bûn di salvegera 23’emîn a bêbextiyê de hatin lanetkirin. Jinên kurd, ji hêla parastina nirx û ruhê neteweyî ve weke her carê îro jî bi potansiyela xwe radibin.

Bêbextiya 9’ê Cotmehê ya sala 1998’an, pêwîst e em çawa fam bikin? Heyanî ku em rastiya komployê tevî kûrahiya hemû leyîstokên qirêj ên di wê pêvajoyê de hatin leyîstandin, baş nexwînîn û nederxînin zanebûnê; em ê nikaribin bêbextên vê serdemê jî binasin.

Em kurd li ku dera cîhanê dibin bila bibin, ev ne girîng e, ya girîng ew e ku em ê çawa êrîşên hêzên bêbext ên li ser tevahî heyîna me tên plankirin, vala derbixin. Plangeriya 9’ê Cotmehê, êrîşek bîrdozî, polîtîk-siyasî bû. Armanc ji holê rakirina hişmendiya jiyana azad, pûçkirina doza kurd a sedsalê bû. Divê bê zanîn, bê ka komplo li hemberî kê, kengê û çima hat kirin? Gelo em çiqasî van pirsan ji xisleta xwe dikin; ma em sekna xwe lêpirsîn dikin?  Gerek em ferqa xwe ya hesabpirsîne ya ji hêzên serdest ên di bêbextiya 9’ê Cotmehê de peşkeş bikin, bi şêwazên têkoşînek nû bidin nîşandan. Lazim e kurd tu carî hêrsa xwe ya li dijî komplogerên navneteweyî sar nekin; her di nava fûrandina mezinkirina têkoşîna hesapxwestinê de bin.

Hema bêjê li tevahiya welatên Ewropayê kêm/zêde kurd lê bi cih bûne. Welatê ku kurd lê nebin, hema bêjin nîn e. Kurd bergihê têkoşîna azadiyê li derveyî welêt bi kombûna rêxistinkirî berfireh dikin. Li pêşiya kurdên diasporayê/Ewropayê firsendên mezin ên têkoşînê sekinîne. Derfêtên ku kurd ji nû ve rêxistina xwe ya siyasî, civakî, çandî, dîplomasî bi sazî-mayînde bikin bi saya têkoşîna ku bi salane bingeha wê tê dayîn, hatiyê ava kirin. Ji bo ku ev derfet ji dest kurdan neçin, pêdivî bi lêzek zû ya bi pêşengiya jinan a mezin bibe heye. Her xebatê ku bi serkeftinê radibe, jê re pêşengî lazim e. Li devereke weke Ewropayê, ne gengaz e ku xebat/çalakî bêpêşeng birêve biçin. Beriya ku karwan bikeve rêya dirêj, pêwist e xwe plan bike; kêmasiyên heyî tamam bike.  Ji bo encamgirtina her karekî plansazî tiştekî bivê nevê ye.

Pêwist e bê zanîn çawa ku têkoşîn, berxwedan, hêza xwe rêxistinbûyîna welêt çendî me kurdên diasporayê bi hêz dike, girêdana me ya bi nirxan ve mezintir dike; di heman wateyê de sekna ku em jî nîşan bidin dê rêveçûna asta têkoşîna azadiya welat ew çendî bi gewde bike. Li nava pergala Ewropayê de xwe mîna civakek xweser birêxistinkirin, bi rêvebirin hema wilo meseleyek ji rêzê nîne. Ji bo ku meriv xwe di hundirê pergala modernîteya kapîtalîst de birêxistin bike, pêwîstî bi bîr/bawerî, hişmendiyek zanistî, ezmûn û biryarên saxlem/gewre heye…

Bêguman jinên kurd ên derveyî welêt dijîn; çavkanî, hêza xwe ji serkaniya berxwedanê ya çiya û zindanan werdigrin. Jin, bi şêwazên cihereng rojeva civaka kurdistaniyên ku li Ewropayê penaber in, bi tevlibûna xwe ya têkoşînê dibin mînaka guhertinên bingehîn ên civaka kurdên li derveyî welat. Jinên kurd, ji hêla avakirina têgihên çareseriya pirsgirêkan ve, bi bîrek ezmûnî tevdigerin. Êdî ew dem hatiye ku ev bîr, ceribandinên rabûriya jinên kurd di asta gerdûnî de jî bên teyîsandin. Di vê hêlê de xebatên jêhatî yên têne meşandin gelek in. Êdî jin bi xizmeta xwe radibin; ji bo xwe xizmet dikin!

Gava ku em berê xwe didin sekin, kar û xebatên jinên kurd ên li diasporayê, heyanî asteke xwe gihandina komên jinan ên ji etnîkên/neteweyên cihê, hêza temsîliyeta jinan a yekbûyî di tevahiya çalakiyan de aşkera diyar dibe. Tevgera jinên kurd ji hêla têkoşîna bîrdozî, civakî ve ya dijî komplogeran bi plan tevdiger e. Çendî rêya têkoşîna jinan pir dijwar be jî; lê meşa jinan a di vê rêyê de ya bêrawest hêviyên nû xuliqîn. Lebatên xwe gihandina her rengê jinên cîhanê yên ji civakên cuda, di çalakiyên girseyî yên salvegera komploya 9’ê Cotmehê de hatin lidarxistin de jî aşkera xuya bû. Ev yek nîşana jinên rêxistinkirî derxist holê.

Bêrê jinên kurd ên li diasporayê dijîn li Kurdistanê ye. Ruhê li welêt têdikoşe, bi dil û can dijîn. Bi şêweyên cihereng ên xebatê, dixwazin ji pirgirêkên welêt re bibin bersiva çareseriya hemû kul û derdê gelê xwe. Jinên kurd ên diasporayê, bi bayê pêla pêngava azadiyê xwe ji nû ve li hember hêzên mêtîngeh ên global/herêmî-komploger rêxistina xwe ya xweser sazûman dikin. Jinan, ji bo ku komploya navneteweyî bêkêr bikin; bîryara mezinkirina têkoşîna bîrdozî, siyasî, civakî çandî û xweparastinê bi hev re dan…