Sunday, December 5, 2021

Pêwîste hemû roj bibin rojên Kobanê

Rojnamevan Xeznê Nebî ku Berxwedana Kobanê kêlî bi kêlî dişopand, li ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û berxwedana Kobanê axivî. Nebî destnîşan kir ku pêwîste hemû roj bibin rojên Kobanê û wiha got: “Êdî ji qada şer derbasî qada siyasî dibe û rewş ji berê naziktir e. Divê Kobanê bê parastin. Divê her kes li Roja Kobanê û xwîna şervanên azadiyê xwedî derbikevin.”

Di adar 2011’an de li Sûriyeyê alozî derket. Rejîm û muxalefeta li Sûriyeyê li dijî hev şerê çekdarî meşandin. Piştî van buyerên ku li Sûriyeyê pêşket kurdên rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de xeta sêyemîn bijartin û li Kobanê dest bi xweparastinê kirin. 19’ê Tîrmehê bû despêka Şoreşa Rojava. Ev şoreş li ser fikir, felsefe û paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi teşe bû. Hêzên leşkerî yên parastina Rojava ji şervanên YPG/YPJ’ê hat avakirin. Li ser xaka rojavayê Kurdistanê kurd, ereb, suryan, ermen, tirkmen û hwd. bi hev re jiyan û xwe bi rêve birin. Di serî de dewleta Tirkiyeyê û hêzên hegemonîk  xwe li Şoreşa Rojava û paradgmaya Ocalan negirtin di hezîrana 2012’an de çeteyên bi navê DAIŞ’ê avakirin, bi çek kirin û şandin ser kurdan. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, komkujî pêk anî. Bi hezaran keç û jinên êzidî revandin. Di 15’ê Îlona 2014’an de jî êrîşî Kobanê kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê li dijî van êrîşan gel parastin. Çeteyên bi piştgiriya hêzên hegemon û herêmî êrîşî Kobanê dikirin li rastî berxwedana şervanên azadiyê hatin. Piştî şerê dijwar, gel li  Kobanê xwedî derket. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin gelê kurd, dostên wan, derdorên sosyalîst û demokrat li seranserî Kudistan û her devara ku kurd lê dijîn li dehan welatan ji bo Kobanê meş û mitîng pêk hatin.  Di 26’ê çileya 2015’an de jî çeteyên DAIŞ’ê li pêşberî berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê têk çû. Rojnamevan Xeznê Nebî ku di Berxwedana Kobanê de rojnamegerî dikir li ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û berxwedana Kobanê ji bernameya Podcesta Xwebûnê re axivî. Nebî destnîşan kir ku pêwîste hemû roj bibin rojên Kobanê û wiha got: “Êdî ji qada şer derbasî qada siyasî dibe û rewş ji berê naziktir e. Pêwiste bê parastin. Li Roja Kobanê û xwîna şervanên azadiyê xwedî derbikevin.”

* 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Tu weke rojnamegerekê ji destpêkê heta dawiyê li Kobanê bû. Te ji berxwedanê re şahidi kir. Tu xwedîderketina li Berxwedana Kobanê û girîngiya 1’ê Mijdarê çawa dinirxîn e?

Di destpêkê de dixwezim vê bibêjim, dema 1’ê Mijdarê hat ragihandin me ji şervanên YPG/YPJ’ê dipirsî; îro 1’ê Mijdarê ye, Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye ragihandin, nerîna we çi ye li ser 1’ê Mijdarê?’ ji me re digotin; ‘Jixwe pêwist dike hemû roj rojên Kobanê bin’. Ez vê li gorî şerê Kobanê qal dikim. Ya dinê girîngiya wê çibû? Her kes bû şahidê berxwedana Kobanê. We ji nêzîk ve şopand. Ne di nava wê de bin jî her kesî ji nêzîk ve dişopand. We dît ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê ewqas tang, top û çekên giran derbasî Kobanê bûn. Lê li pêşberiya van şervanên YPG/YPJ’ê ku zarokên vî welatîbûn bi çekên sivik li ber xwe dan. Li hemberî berxwedaneke ewqas mezin, bedelên giran a ku keç û xortên kurdan canê xwe bexşandin, xwîna xwe rijandin, bawerim mirovohiyê xwe mecbur dît ku li vê berxwedanê xwedî derkevin. Gel mecbûr ban ku li van ciwanên ku ji bo hebûn û axa xwe şer dikin xwedî derkeve. Tenê bi roja 1’ê Mijdarê bi sînor bima wê têr nekirina. Van şervanan hişt ku dengekî wiha çê bibe. Ligel vê xwedîderketina gelê bakurê Kurdistanê, gelê Ewropa, kurdên me yên li her derê belav bûne bû sedem ku milet û cîhan bi me bi hise, di hundirê Kobanê de çi dibe û roja 1’ê Mijdarê bê ragihandin. Ji ber wê ez jî wekî şervanên YPG’ê û YPJ’ê dinirxînim, wê demê pêwîstbû her roj rojên Kobanê bûna û gelê kurd jî ev tişt kiribû. Lê ev roja 1’ê Mijdarê ku niha em piştî wî şerî bi bîr tînin, êdî wekî roja bîranîna Berxwedana Kobanê derketiye holê. Kobanê di 26’ê Çilede ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû.

* Gel di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bajarên bakurê Kurdistanê daketin qad û kolanan. Di çalakiyan de bi dehan kurd ji aliyê hêzên dewla tirk ve hatin kuştin. Dadgehê piştî 6 salan li siyasetmedarên kurd doz vekir û di bin navê “Doza Kobanê” de 108 siyasetmedar tê darizandin. Tu vê rewşê çawa şîrove dike?

Niha ji bo du alî bi ser bikevin an jî bin bikevin pêwiste hevsengiyek di navbera wan de hebe. Em nikarin dewleta tirk û doza kurdan bînin beranberî hev. Gelê kurd sembola berxwedanê ye. Li pişt berxwedanê her tim serkeftinê dibîn e. Bedelên giran dide. Lê serkeftina wê ji xwe re esas digire. Ger Erdogan vê têkçûn û windakirina xwe bi nav dike. Ev pirsgirêkek mezin e ku bûye sedema ne tenê 108 siyasetmedarên kurd ên ku niha têne darizandin ji bo destekdayîna Kobanê, yan jî ji bo doza kurd li bakurê Kurdistanê. Tu jî dizane ji me bêtir dibînî, ji me bêtir siyasete dişopîn e, dibîne û dinirxîne, îro bi dehan rojnamevan li wan deran di zindanê de ne. Siyasetmedarên ku pêşengiya gel dikir niha hemû hatine girtin. Ligel hemû kiryarên dewleta tirk jî gelê kurd destên aştiyê dirêjî dewleta tirk dike. Gelê kurd li dijî van kiryarana li Bakur, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Ewropa nikare bêdeng bimîn e. Ne tenê gelê kurd li qadên navdewetî jî gel bang li Tirkiyeyê dike. Lê ka guhê ku bibihîze? Niha jî Tirkiye di hundirê xwe de windahiyek mezin dijî. Rewşa aborî bi xwe têra têkçûna dewleta tirk dike. Xitimîna siyasetê ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin e. Di van rojên dawî de Tirkiyeyê disa li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe. Di serî de gefan li Kobanê dixwe. Ji ber ku ew sitiriya hêj di qirika wî de maye, nikare daqurtîne. Daqurtina wê zahmet e. Ji bo wê jî ew siyasetmedarên me yên kurd ku niha di zindanan de ne, bawer bike evana jî beşek mezin ên ji berxwedan û serkeftina Kobanê ne. Em bi qasî ku ji doza kurdan bawerin, ji hêza wan û ji serkeftina gelê bakurê Kurdistanê bawerin. Kobanê bajarê hezar hehîdî ye.

* Ev berxwedana şervanên kurd, gelê kurd û serkeftina wan ji bo kurdan bi xwe re çi anî?

Li Kobanê malek ku şehîdê wan tune be tune ye. Hemû melên Kobanê xwedî berdêl in. Ji bo wê navê xwe Bajarê Hezar Şehîdî bû. Her kes ji Kurdistanê li wê derê berdêl dan, li wir şehîd ketin. Lê zarokên Kobanê yên ku li wê derê şehîd neketin, wekî şervanên YPG û YPJ’ê di komkujiya Kobanê de şehîd bûn. Malbat hatin qetilkirin. Malbat neman. Gelek kes hene ku malbatên wan bi giştî çûn. Gelek kes hene niha bi tena serê xwe dijîn. Şervanan ne tenê ji bo kurdên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ji me hemûyan re hebûnek ava kir. Ev statuya ku em di bin sîwana wê de dijîn, Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ev berhema tevahî kurdan bû. Li her çar aliyê Kurdistanê û li Ewropayê kedeke mezin hebû. Şervanan ava kiribû. Ji bo wê ji bi qasî ku berdêl hatin dayîn heta vê rojê ku em niha di qada dîplomasî de li navneteweyî banga ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin pêwîte em ji niha û pê ve jî destek bidin ji bo em xwedî li xwîn û keda şervanên azadiyê der bikevin ku em gihandine roja îro.

*Weke rojnamegereke jin tu berxwedan û têkoşîna jinê çi di Şoreşa Rojava de, çi jî di Berxwedana Kobanê de çawa dibîne û dinirxîn e?

Ji xwe ev tişetek pir cuda ye. Ji ber ku her tişt ji binî ve hate guhertin. Fikir hat guhertin. Armanc hate guhertin. Eger em qala Berxwedana Kobanê bikin, divê em qala ruhê şervanên azadiyê bikin. Beriya şoreşê jî gerek em qala jinên ku ji Rojava derketin û berê xwe dan qadên azadiyê ji bo têkoşînê bikin. Ligel vê gerek em qala çalakiya yekemîn a fedayî ya Rîvana ya di şerê Kobanê de bikin. Şehîd Rîvana, li Kobanê jina yekemîn bû ku çalakiya fedayî kiribû. Ji bo ku ji DAIŞ’ê re bibêje, ‘tuyê derbas nebe. Em li vir xwedî hêzeke berxwedanê ne’. Artêşeke weke YPJ’ê derket holê. Di nava aloziya li Sûriyeyê û Şoreşa Rojava de ev ne tiştekî ji rêzê ye. Di qada leşkerî de jin bi giştî hat guhertin û derket astek jor. Ligel vê di aliyê siyasî de jî guherînên mezin çê bûn. Beriya çend rojan rêzdar Îlham Ehmed di gereke dîplomasî de bû. Çû Rûsya û Amerîkayê. Wê nûnertiya MSD û Rêberiya Xweser dikir. Li aliyê din şandeyên cuda jî hebûn. Him muxalefet û him jî dewleta Tirkiyeyê bi xwe jî di nava gerekê debûn. Lê dengvedana ji hêza rêzdar Îlham Ehmed derket û hevdîtinên ku hatin kirin, rêzecivînên ku pêk hatin ji yê din derneket. Yanî hemû şandeyên ku çûbûn hatin veşartin. Lê dengê rêzdar Îlham Ehmed derket. Ez vê wekî mînak didim, ne tenê rêzdar Îlham Ehmed. Wekî wê gelek kesên ji bo şoreşê têdikoşin hene. Yên ku heta niha doza xwe diparêzin jî hene. Jin ji xeynî qada siyasî, aborî di gelek qadên din de jî pêşengiyê dikin. Niha kotaya jinê li her derê ji sedî 50 û 60’î derbas dike. Beriya çend rojan derçûnên Zanîngeha Kobanê bûn.  Şagirtên Zanîngeha Kobanê bawernameyên xwe girtin. Piraniya wan jinên ciwan bûn. Kesên ku heta niha ji vê yekê mehrûm bûn. Dayikên ku zimanên xwe parastibûn îro ev bawername dan zarokên xwe. Wekî wê di Şoreşa Rojava de yên ku dest bi mamostetiyê kirin û di dibistanan de cihê xwe girtin ji sedî 80’yî wan jin in. Dîsa pergala hevserokatiyê heye û mînakên wiha gelek in. Hêzeke hatiye avakirin û niha jî xwedîderketinek heye. Tê parastin. Ez bawer nakim ku mîna berê jinek li vê herêmê bijî. Mînaka wê li bakurê Kudistanê jî em dibînin dadikevin qadan pêşengiyê dikin.

* Berxwedana Kobanê ji bo Rojava û ji bo tevahiya Kurdistanê girîngiya wê çi bû? Rê li ber çi vekir û rê li ber çi girt? 

Kurdên ku hatibûn binaxkirin, ser wan hatibûn betonkirin niha rabûn. Ji nebûnê bûn hebûn. Ji mirinê bûn mayîn. Ji vê mezintir êdî hêzek tune ye ku vê binirxîn e. Ev ne tenê ji bo rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû kurdan dibêjim. Erê li vir şer hebû. Lê berxwedaniya tevahî kurdan bû.

* Heke gotineke te hebe û me nepirsî be kerem bike.

Ger em behsa hebûna xwe ya niha dikin, rewşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dikin divê em rastiya heyî baş bibînin. Xeteriyeke pir mezin heye. Niha rewş ji ber zêdetir hesas e. Êdî ji qada şer derbasî qada siyasî dibe û di kîjan deqeyê de şerekî din derbikeve ew jî nediyar e. Ev bandorê li ser hemû başên Kurdistanê dike. Bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê ku ji bo Bakur Rojhilatê Sûriyeyê heta dawiyê destek daye. Xwestek ewe ku bi rastî jî xwedî derbikevin. Niha ne pêvajoya rihetiyê ye. Rast e, şer kêmekî hatiye rawestandin. Lê ger ku em li rewşa siyeseta tevgera cîhanê binêrin emê bibînin ku gefên çawa li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê heye. Gefên dewleta tirk hêj zêde hene. Rewş ji berê naziktir e û pêwîste bê parastin. Li roja Kobanê û xwîna şervanên azadiyê xwedî derbikevin. Hêvîdarim her kurdek dikaribe vê pêk bîne, xwedî li xwe derbikeve, xwedî li girtiyên zindanan derbikevin, xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin daku wekî berê careke din binax nebin.