16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PE’yê bang li Tirkiyeyê kir ku hemû girtiyên siyasî bên berdan

Di saetên ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû li Brukselê hevdîtinan dikir de Parlamentoya Ewropayê (PE), ji bo kesên ku li Tirkiyeyê weke “girtiyên siyasî” pênase dike biryarek girt. Di biryarê de hat xwestin ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya hikmên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de bê şert bê berdan.

Her wiha ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî hat xwestin ku hemû sûcdariyên li dijî wê bên betalkirin û hemû girtiyên HDP’î bên berdan û bêyî gefxwarin karibin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. 