Friday, Çile 28, 2022

Peymana 9’ê cotmehê li ser Mexmûrê ferz dikin

Felemez Ulug
Xweşkanî

Êrîş û zextên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê pêş dikevin bi îmzekirna peymana 9’ê cotmehê ve girêdayî ne. Rêvebiriya Bexdayê di çarçoveya vê peymana bêyom de hewl dide li Mexmûr û Şengalê dest deyne ser îradeya gel.

Ji bakurê Kurditanê di sala 1993-94’an de bi hezaran kes ji ber zilm û zordariya dewleta tirk ji neçarî koçî başûrê Kurdistanê kirin. Ev kes bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran man. Koçberên ji bakûrê Kurdistanê piştî rêwitiyeke zor û zahmet sala 1998’an li quntara çiyayê Qereçoxê yê li navçeya Mexmûrê bi cih bûn.

Wargeha ku nêzî 12 hezar kes lê dimînin, ji roja hatiye avakirin û heya niha hertim di bin gefên dewleta tirk de bûye. Tevî ku wargeha Mexmûrê bi awayekî fermî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûl kirin û hîna jî di bin sîwana NY de ye, gef û êrîşên li ser wargehê kêm nebûne. Dewleta tirk ji bo vê wargehê vala bike di warê siyasî, leşkerî û îstixbarî de bi hêzên herêmê re di nav hevkariyê de ye.
Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restorana bi navê Hoqqabaz a li Hewlêrê, berpirsyarê MÎT’a tirk Osman Kose hat kuştin. Rêvebiriya PDK’ê di haman rojê de ambargo danî ser wargehê û rê li çûn û hatinê girt. Di roja 18’ê tîrmehê de wargeh careke din bû hedefa balafirên artêşa tirk.

Di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Sekretera Giştî yê NY a li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert de 9’ê cotmeha 2020’î di navbera dewleta tirk, PDK û hikûmeta Iraqê de peymanek hat îmzekirin.

Li gorî peymanê divê hêzên Iraqê têkevin Şengalê û wargeha Mexmûrê, saziyên li vir bi destê hêzên Iraqê bên birêvebirin. Di çarçoveya vê peymanê de zextên li ser wargeha Memxûrê ya di bin dorpêçeke giran de zêdetir bûn.

Ji bo vê rewşê nîqaş bike şendeyek ji nûnerên wargehê çûbû Bexdayê. Şande, li Bexdayê bi rayedarên Iraqê yên di asta bilind re civiyan. Piştî şandeya wargehê, ji Bexdayê heyeteke berfireh serdana wargehê dike û ji nêz ve rewşa xelkê Mexmûrê şopand.
Li gor daxuyaniyên hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê şandeya Bexdayê ya ku ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya ji cihgirê Misteşarê Emnil Qewmî, Dr. Elî Evdilezîz Yasirî, Nûnerên penaberên Iraqê, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, Wezareta Parastina Iraqê, Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê, Wezareta Aborî, bi giştî nûnerên 7 wezaretan, 24’ê mijdara 2021’ê çûn serdana wargehê.

Şandeya Iraqê li ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê, bi nûnerên wargehê re civiya. Di civînê de pirsgirêkên perwerde, tendirustî, xizmetguzariya şaredariyê, peymanên karkeran, parastina wargehê ji êrîşên dewleta tirk, rêgiriya PDK’ê ya li ser wargehê, hatin gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtinên hatin kirin, şandeya Bexdayê li nava wergehê digere û rewşa xelkê wargehê ji nêz de şopand. Di encama hevdîtin û çavdêriyên xwe de şande dixwaze nûfûsa wargehê bê hejmartin. Li gorî sozên rayedarên Iraqê, piştî hejmartinê wê alîkariyên weke erzaq, pêwîstiyên ji bo dibistan, şaredariyê û xizmetguzariya wargehê bihata kirin.
Piştî şande ji wargehê vediqete bi demekê hêzên Iraqê di 27’ê kanûnê de xwestin hawirdora wargeha penaberan a Mexmûrê têl bikin.
Di hevdîtinên ku hatibûn kirin de ev mijar nehatibû rojevê. Ev ji bo gelê wargehê dihat wateya ku ambargoya heyî derbasî qonaxek hîn metirsîdar bibe. Bi berteknîşana gelê wargehê hêzên Iraqê gav paş ve avêtin. Lê ev nayê wateya xetereya li ser wargehê bi dawî bûye.

Dewleta tirk a dagiker li bakurê Kudistanê kurdan digre dixe zîndanê, wan tecrîd dike. cihê ku destê wê nagihîjê jî hewl dide bi ambargoyê mirovan têxe zîndanên servekirî.
Bi taybet dewleta tirk dixwaze li Iraqê valatiya siyasî ya ku piştî hilbijartinên 10’ê cotmehê derketiye li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. PDK jî ji bo li herêmê xwe bi hêz bike di çarçoveya hevkariya bi dewleta tirk re piştgîriya van hewldanan dike.
Zextên li ser wargeha Mexmûrê di çarçoveya plansaziya dewleta tirk û hevkarên wê de pêş dikevin. Li dijî peymana bêyom ya 9’ê cotmehê ku bindestiyê li ser gelê Mexmûr û Şengalê ferz dike, berxwedana gel hêjaye ku mirov pesinê wê bide.
Xelkê wargehê yê ku ev zêdetirî 27 sal e li hemberî hemû cure zextan liberxwe daye li hemberî vê ferzkirinê jî serî ne tewand û xwedî li îradeya xwe derket.