25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana Îsraîl-Îmaratê û nerazîbûna Tirkiyeyê

Gelek nav li peymana di navbera Îsraîl û Îmaratên Erebî de hatin kirin. Hinekan got xiyaneta doza Filistînê ye, hinekan got peymaneke dîrokî ye, hinekan got dê neyê pejirandin û hinekan jî ew ji xwe re wekî hincetekê bi kar anî ku bi navê parastina doza Filistînê ji xwe re hestên neteweyî bifiroşin gelê Filistînê lê di bin mase û odeyên reş û tarî de yên herî zêde têkliyên wan bi rengekî veşarî bi Îsraîlê re hene jî ew in.

Wekî tê zanîn ji ber sekna welatên ereb a bi gelê Filistînê re welatên ereb hema bêje tevan têkilî bi Îsraîlê re danetanîn. Hin têkiliyên hebûn jî bi rengekî veşarî bûn.

Piştî peymana aştiyê ya di navbera Îsraîl û Misrê de, di sala 1979’an de û peymana 1994’an a bi Urdunê re Îmaratên Erebî wekî delweta sêyemîn ku têkliyên xwe bi Îsraîlê re sererast dike. Her wiha ew dewleta yekemîn a welatên Kendavê ye ku têkliyê bi Îsraîlê re datîne. Piştî vê peymanê niha bi welatên din ên Kendavê re diyalog ji alî Îsraîlê ve bi wan re jî tên kirin.

Ji ber zêdeyî salekê hevdîtinên veşarî di navbera Îsraîl û Îmaratê de dihatin kirin lê ew hevdîtin û diyalog veşarî man heta ku serokê Amerîkayê beriya demekê behsa vê peymana di navbera her du welatan de kir.

Li gorî çavdêrên siyasî sedemeke sereke li pey lidarxistina peymaneke wiha, metirsiya ji Îranê ye ku her diçe cihê xwe di Rojhilata Navîn de berfirehtir dike û ji bo herêmê û welatên Kendavê dibe metirsiyeke mezintir. Armanc ew e ku bi rêya peymanên wiha rê li ber timayî û dandora zêde ya Îranê were girtin. Ji ber ku Îranê destê xwe dirêjî nav kar û barên gelek dewletên Rojhilata Navîn dike.

Wekî tê zanîn her çend tevgerên siyasî yên Filistînê nerazîbûna xwe bînin ziman jî dibe ku were fêmkirin û normal were dîtin lê li gorî çavdêrên siyasî nerazîbûna herî bê wate ya Tirkiyeyê  ye. Ji ber ku li hemû herêmê welatê herî zêde ku têkliyên wê yên siyasî û aborî bi Îsraîlê re hene Tirkiye ye. Çavdêr dibêjin nerazîbûna Tirkiyeyê ji ber wê yekê ku ew naxwaze ti şirîkên wê yên din hebin di têkliya bi Îsraîlê re. Ji bo ku her tim Îsraîlê di hemû mijarên berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn de hewcedariyê bi Tirkiyeyê bibîne.

Ev nerazîbûn ne wekî ku dibêjin ji ber ku dilê wan bi ser doza gelê Filistînê ve ye lê di rastiya xwe de ji ber ku ew dixwazin li herêmê tenê ew delaliyê li ber dilê Îsraîlê be. Her wiha ditirsin ku heke têkiliya Îsraîlê bi welatên din ê herêmê re çêbibe, wê gavê tu girîngiya wan ji bo Îsraîlê namîne. Lewre jî em dibînin ku nerazîbûnên herî tund ên li dijî vê peymanê ne desthilata tirk e.