19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Peymana Stenbolê bi awayekî dijhiqûqî tê betalkirin’

Tirkiye di 20’ê adara 2021’ê de, di rojnameya fermî de ragihand ku bi biryarnameya serokkomara Erdogan ve ji Peymana Stenbolê vekişiyane. Piştî ragihandina biryarê jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê bertek nîşanê vê biryarê dan. Gelek kes û sazî ji bo betalkirina peymanê serî li Şûreya Dewletê dan. Lê di rojên dawî de dîsa di rojnameya Fermî de hat îlankirin ku Tirkiye wê bi fermî di 1’ê tebaxê de ji peymanê vekişe. Piştî ragihandina vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê li gelek bajaran jin û saziyên jinan derketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Têkildarî dijhiqûqiya peymanê de gelek hiqûqnas li hember biryarê derketin û gotin ku ev biryar hiqûqî nîne.

Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş li ser betalkirina biryara Peymana Stenbolê nêrîn û xebatên xwe ji rojnameya me re anî ziman.  

Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş  der barê  vekîşîna Tirkiyeyê de da zanîn ku di peymanên navneteweyî de usûla tevlibûn û vekişîna ji peymanê diyar e û wiha got: “Erdogan bi biryarnemeyeke nîvê şevê ragihand ku ji Peymana Stenbolê vekişiyane. Tirkiye ji peymanê vekişiya lê hewce ye ku biryara vekişînê pêşî li lijneya wezîran bê pejirandin û şûnde biryarê bibira meclisê û wisa ji peymanê vebikişiya. Peymana Stenbolê bi vê usûlê ket meriyetê. Li gor makeqanûnê peymaneke bi kîjan usûl hatibe erêkirin hewceye ku bi heman şiklî were betalkirin. Ji ber vê bêhiqûqiyê biryara serokkomar Erdogan nayê qebûlkirin.”

Li gor hiqûqê tevnagerin  

Di 30’ê nîsanê de, di rojnameya fermî de hat îlankirin ku wê di 1’ê tebaxê de bi awayekî fermî Tirkiye ji peymanê vekişe Ûlaş li ser vê biryarê ev tişt got: “Li gor qanûnan dema ku biryara vekişînê were girtin divê di nav 3 mehan de bi fermî ji peymanê bê vekişîn. Biryara xwe dispêrin vê hiqûqê û dibên em li gor mewzûatê ji peymanên vekişiyane. Madem wisa ye bila hiqûqê di serî de pêk bianîna.” 

Ji bo betalkirina peymanê îtiraz hatin kirin

Ji roja destpêkê heya niha jin li hember vê biryarê derketin qadan, bertek nîşanê vê biryarê dan û bertekên wan hê jî didomin. Ûlaş da zanîn ku ji her aliyî ve bertekên li hemberî biryara vekişîna ji peymanê hatine nîşandin û wiha got: “Baro, sendikaya dadgeran, akademîsyen û hiqûqnas destnîşan dikin ku ev biryar dijhiqûqî ye. Baro, Komisyona Hiqûqê ya Jinan a Yekîtiya Baroyê Tirkiyeyê (TÜBAKKOM), saziyên civakî ji bo betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê serî li Şûrayê Dewletê dan. Xêncî wan, serîlêdanên ferdî jî hene. Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî serîlêdana ferdî kir. Em jî amadekariyên xwe ji bo îtiraza betalkirinê dikin.”      

Têkoşîna yekgirtî didome

Ji Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş bi lêv kir ku bi biryara vekişînê di navbera jinan de piştgiriyeke mezin daye destpêkirin û ew ê bertekên xwe bi hev re bidomînin. Ûlaş got ku li hember vekişîna ji peymanê em ê ji kolanan venekişin, çi ji destên me bên em ê bikin. Li welat û di nav dewletên navneteweyî de em karibin çi bikin em ê bikin. Ji bo pêkanîna peymana Stenbolê em ê bi jinên li Tirkiyeyê re li hember vê biryarê bi hev re têbikoşin.

‘Tirkiye qanûnên xwe bin pê dike’

Parlementoya Ewropayê bi rojeva awarte civiya û raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo feshkirina biryarê Komisyona Venedîkê xebateke lêkolînê li Tirkiyeyê bike. Xêncî wî biryar an jî danekirinek din nehatiye dayîn. Ûlaş der barê biryarên Parlementoya Ewropayê de wiha got: “Tirkiye bi vê biryarê qanûnên xwe jî bin pê dike. Hewceye ku ji aliyê siyasî û aboriyê ve biryarên danekirinê bihatana dayîn. Li Tirkiyeyê wek hemû muxalîfan jin jî tena serê xwe hatin hêştin.”

‘Bi betalkirina peymanê re tundî zêdetir bû’

Komeleya Jinan a Rosayê piştî biryara betalkirina peymanê bi rojeva Peymana Stenbolê platform û hevdîtinan pêk anîn. Ûlaş li ser xebatên wan got ku: “Bi taybetî piştî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ji bo rêxistinkirina jinan xebatên me hene. Em tim hevdîtinan dikin, ji bo rojên pêş jî wê bidomin û em ê dev ji peymanê bernedin. Çinkî me dît her çiqas bi rêk û pêk peyman nehatibe bikaranîn jî bandor li ser mêran dikir. Di 2 rojên pêşî yên vekişîna ji peymanê de 8 jin hatin qetilkirin. Bi van qetilkirinan, mêran li her deverê dengê ku dewlet jî li wê xwedî dernakeve berz kirin û tundiya xwe zêdetir kirin.”