19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Peymana Stenbolê ji bo me ne qediya ye’

Tirkiye di 20’ê adarê de bi qanûnnameya serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ji Peymana Stenbolê vekişiya û  peyman di 1’ê tîrmehê de bi fermî ji meriyetê hat rakirin. Jinên ku li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê ji 20’ê adarê û vir ve li qadan e, roja ku Peyman ji meriyetê hat rakirin jî li gelek bajaran daketin qadan û çalakiyan pêk anîn. Tevî hemû astengiyan jî jinan bi yekdengî gotin ‘Heta em nebêjin qediya naqede’ û ‘Peymana Stenbolê ji bo me neqediyaye.’

Lê hikûmet ku armanca wê ya sereke tunekirina destkeftiya jinan e, bi hin nîqaşan dixwaze qanûna 2684’an ku ji bo parastina jinan hatiye çêkirin jî, betal bike. Di derheqê qanûna 2684’an de ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merva Demîrcan ji rojnameya me re axivî.

Merva Demîrcan bal kişand ser bandorên qanûna 2684’an û wiha got: “Vê qanûnê di serî de di girtina biryarên hiqûqî yên bilez da û zûagahdarkirina rayedarên pêwendîdar hat çêkirin. Lê her dem derbas bû, me wekî parêzer fêr kir ku van biryaran nikarin erkên xwe yên parastin û pêşîlêgirtinê pêk bînin. Gelek biryar bê fonksiyon bûn, yekeyên peywendîdar hewcedariyên biryaran bi cih neanîn.”

Demîrcan diyar kir ku jin ji ber ku dizanin rayedar vê qanûnê pêk naynin ji ber wê, dema ew tundiyê dibînin serî li rayedaran nadin û ev tişt anî ziman: “Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) ji hêla Peymana Stenbolê ve hat damezrandin. Navenda ku dihat payîn dê ji bo mexdûrên tundiyê bibe stargeh, piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û aborî peyda bike, nikare vê hêviyê bi cih bîne. Bi kurtasî qanûnê ji 2012’an heya niha mixabin pêşî li tundiyê negirtiye û mexdûr ne parastine.”

Armanca benda 15’an a qanûnê

Di axaftina xwe de Demîrcan got ku armanca benda 15’an ya qanûna 6284’an bi rêya ŞONÎM’ê ji bo tawanbaran xebatên rehabilîtasyon, dermankirin, pîşeyî û rêberiyê pêk bîne û wiha axivî : “Bi vî rengî dixwazin çavkaniyên tundiyê bibînin û tundiyê biqedînin. Dadgeha malbatê dikare li ser daxwazkirina van tedbîran biryar bide. Lê belê gengaz e mirov bibêje ev mekanîzma di pratîkê de nayên xebitandin û lêkolînên wiha bi kiryarên tundiyê re nayên kirin. Ev qanûn hema hema di girtina biryaran de tenê piştî çalakiya tundûtûjî pêk hatiye û bi fermî parastina mexdûrên tundiyê ye.”

Demîrcan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêguman ji bo jinan pêdivî ye ku di warê wezaretê de cih bigirin. Di van salên dawî de jin nûnertiya wezaretê dikin û tundiya li ser jinan disekinin. Her çiqas ev rewş di teoriyê de erênî xuya bike jî mixabin ev wezîr di pratîkê de haya wan ji wekheviya zayendî û mafên jin, zarok û komên dezavantaj tune ne.”

‘Divê mexdûr  bêne parastin’

Demîrcan anî ziman ku di Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an de, ya ku qanûna pêkanîna peymanê ye, tê destnîşankirin ku hemû saziyên dewletê di rewşên tundiyê de hewce ye bi komên dezavantaj re bixebitin û wiha pêde çû: “Li gor vê qanûnê divê mexdûrên tundiyê zû û bi bandor werin parastin, pêşî li tundiyê bê girtin û bêcezatiya kesên ku tundiyê kiriye were astengkirin. Fatma Altinmakas yek ji van jinan bû. Wê serî li qerekolê dabû. Xwestibû li dijî tecawiz û ewlehiya jiyana xwe doza parastinê bike. Her çiqas mafê Fatma yê bikaranîna wergêr ji hêla rêziknameyên qanûnî ve hat dabînkirin jî ev garantî hat binpêkirin. Tu dewlet ne hewce ye ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de peymanekê îmze bike. Îmzekirina peymanan ji ber sedemên siyasî, pêdivîbûna şopandina pêşveçûnên li cîhanê ye. Lê piştî peyman hatin îmzekirin hewce ye ku peymanan pêk bînin. Dewlet ji ber sedemên siyasî çawa peymanê  îmzekirin bi heman awayî ji peymanê vekişiya. Nesepandina zagonan jî safî siyasî ye.”

‘Qanûna 2684’an qanûneke navxweyî ye’

Demîrcan destnîşan kir ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê bi awayekî dijhiqûqî  vekişiyaye û wiha domand: “Di rastiyê de ev vekişîn vekişîneke pûç û vala ye. Qanûna hejmara 6284’an rêziknameyeke qanûna navxweyî ye. Di vê wateyê de bêguman gengaz e ku vê qanûnê bê betalkirin. Lê betalkirina qanûnekê divê li gorî qanûn û destûrê be. Tenê parlamento dikare biryara betalkirina qanûnê bide. Ger qanûna hejmara 6284’an bi biryarnameyeke bêyî ku li gorî qanûn û destûrê tevbigere were betal kirin dê ev qanûn wek qanûneke ku nehatiye betalkirin yanî wek vekişîna ji Peymana Stenbolê tune were hesibandin.”