Rojnameya Heftane

Peymana Stenbolê û çalakiyên jinan

Li Tirkiyeyê di nav hefteyekê de çend jin ji aliyê mêran ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev kuştinên jinan ên demên dawîn di nav jinan de bû sedema hêrsê û çalakiyan. Jinan bi çalakiyên xwe bertek nîşanî hikûmetê dan.

Lê hikûmet li cihê ku kujeran bidarizîne û ceza bike, êrîşî jinan dike ku van hovîtiyan şermezar dikin. Ev çend hefte ye bi qasî qetilkirina jinan tundiya ku ji aliyê polîsan ve li ser jinên ku çalakiyan pêk tînin jî dibe rojev.

Jin di hemû çalakiyên xwe de dixwazin, Peymana Stenbolê bikeve meriyetê û parastina jinan bê kirin.

Peymana Stenbolê çi ye?

Navê wê yê fermî ev e, ‘Pêşîgirtina tundiya li dijî jinê û nav malê, Peymana Konseya Ewropayê ya têkoşîna pêşîlêgirtina dijî tundiyê’. Di encama têkoşîn û zexta zêde ya tevgerên jinan de, di 11’ê Gulana 2011’an de peyman ji îmzeyê re hate vekirin. Ji ber ev peyman li Stenbolê hate îmzekirin, weke ‘Peymana Stenbolê’ tê zanîn.

Lê tevî hate îmzekirin û di 2014’an de qaşo kete meriyetê jî, tenê li ser kaxizê ma û dewlet tenê bi awayekî şiklî, ji bo ketina Yekitiya Ewropayê îmze kir. Lê hikûmet niha hewl dide Tirkiyeyê ji endamtiya vê peymanê bikişe.

Bi zêdebûna tundî û hovîtiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê jin dixwazin ev peyman bikeve meriyetê. Li gorî peymanê divê kuştin û xwekuştinên jinan ji aliyê ekîbên pispor ve, bêyî rastî tu astengiyeke dewletê werin, bên lêkolînkirin. Ev ekîb bikarin bi awayekî hêsan xwe bigihînin agahiyên li qereqol, nexweşxane, tiba edlî û dozgeriyan. Her wiha bikaribin tundiya di saziyên dewletê de yên li dijî jinan jî lêkolîn bikin. Dîsa tundî ne tenê tundiya fizîkî, tundiya psîkolojîk û aborî jî di nav xwe de dihewîne.

Niha jin ji bo ev peyman bikeve meriyetê li ser tevnên civakî kampanya dane destpêkirin û eleqeya ji bo kampanyayê jî her diçe zêde dibe.

Di 6 mehan de 235 jin…

Hêjayî gotinê ye, li gorî lêkolînan û bi qasî hatine tespîtkirin li Tirkiyeyê di nav 6 mehên dawîn de, 235 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. AMED