Duşem, Mijdar 29, 2021

Peymanên çekên kîmyewî û pergala durûtiyê

Li cîhanê ji salên 1600’î heta niha dewletan di şer de gelek caran li dijî hev çekên kîmyewî bikar anîne. Çekên kîmyewî di şer de bandorek pir mezin li ser jiyana mirovan û li ser xwezayê çêkiriye. Rêxistinên navneteweyî ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bêne qedexekirin peyman dane îmzekirin. Ligel ku heta niha gelek caran peyman hatine îmzekirin jî dîsa dewletan li hemberî hev çekên kîmyewî bikar anîne û sûcên şer kirine.

Peymanên xwe bin pê kirin

Li cîhanê cara yekemîn di 1675’an de bi tevlîbûna 2 welatan Peymana Strasbourgê hat îmzekirin. Di sala 1899’an de jî bi tevlîbûna gelek welatan Peymana Lahey hat îmzekirin. Lê piştî peymana Laheyê Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Ewropayê pêş ket. Di şerê cîhanê de gelek welatan li dijî hev çekên kîmyewî bikar anîn. Peymana Lahey binpê kirin û çend sal beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn Protokola Cenevreyê hat îmzekirin. Lê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Îran û Iraqê di şer de li dijî hev çekên kîmyewî bikar anîn. Di 29’ê nîsana 1997’an de peymanek din hat îmzekirin.
Peymana Çekên Kîmyewî (CWC), di sala 1993’an de bi tevlîbûna 187 welatan hat îmzekirin. Di vê peymanê de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) biryar girt ku 188 welatên peyman îmze kirine heta nîsana 2007’an divê hemû çekên kîmyewî yên di destê xwe de tune bikin.

Bêdengiya rêxistinan

Ligel biryara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) Tirkiye li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tîne. Lê balkêş e dema Tirkiye li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tîne, bi hevkarî û destê PDK’ê van çekan bikar tîne. Bi taybetî di meha îlon û cotmehê de Hêzên Artêşa Tirk (TSK) li başûrê Kurdistanê bi destûr û hevkariya PDK’ê bi dehan caran çekên kîmyewî bikar anî. Şehîdkirina şervanên kurd û mirina welatiyên herêmê piştrast dike ku Tirkiye bi balafirên şer bi destûra PDK’ê li dijî gel û şervanên kurd çekên kîmyewî bikar tîne. PDK bi vê yekê sûcê şer dike.
Li başûrê Kurdistanê ji Heftenîn, Metîna, Kanîmasî û Zapê heta Avaşîn û Werxelê bi mehane TSK bi hevkariya PDK’ê bi çekên giran êrîş dike. Tirkiye ji bo karibe êrîş û çavdêriyên li seranserî herêmên navborî bi pêşve bibe; çekên giran û teknîka pêşketî bikar tîne. Li herêmê bi hevkariya PDK’ê sîxuriyê pêş dixe. Bi kamera, drone (SÎHA) û teknîkên pêşketî herêmê dişopîne. TSK’ê hertim hewl da ku Mervanosê, Girê Mamreşo, Pîramîtên Avaşînê, Geliyê Kinyaniş, Nerwê û qadên Keleha Bedewê yên herêma Zapê, Girê Zendûra, devera Derarê û Geliyê Koordînê yên Metînayê bi dest bixe. Di şerê li dijî HPG’ê de her diçe hejmara kuştiyên TSK’ê zêdetir dibe. Ji ber vê yekê jî pişta xwe da PDK’ê.

Tirkiye bi hevkariya PDK’ê şer dike

PDK’ê ewilî bi awayekî veşarî piştgirî da TSK’ê. Lê niha hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî û PDK’ê; Hêzên Zerewanî, Gulan û yên navê “Pêşmergeyên Roj” li xwe kirine, bi awayekî aşkera ji sînorê herêma Metîna, Bradostê heta Bînarê Qendîlê li gelek deveran bi navê noqteyên lêgerînê, ji TSK û MÎT’ê re baregeh avakirine. Li aliyekî baragehan ava dikin, li aliyê din herêmê bombe dikin û çekên kîmyewî bikar tînin. Gelê Behdînanê ligel bombebarana zêde jî naxwazin gundên xwe terk bikin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rayedarên Tirkiyeyê derbasî başûrê Kurdistanê bûne, bi rayedarên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re hevdîtin kirine. Ji muxtarên herêmê xwestine ku der barê tevgera PKK’ê de agahî bidin wan û gef li wan xwarine. Ji muxtaran xwestine ku der barê bikaranîna gazên jehrî de agahiyan nedin.
Çavkaniyan diyar kirin ku bi taybetî di nav mehekê de li Kanîmasî û derdora wê û li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliya sorbûna çavan, xumamiya dîtina çavan, serêşandina ji nişka ve, xwînbûna poz, zehmetiya bêhngirtinê, sorbûna laş, serî li nexweşxaneyên Duhok û derdora wê dane.

Qetilkirinên bi çekên kîmyewî

TSK’ê di 3’yê îlona 2021’ê de li Girê Sor yê Avaşînê çeka kîmyewî bi kar anî û 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di 5’ê cotmehê de li Werxelê çekên kîmyewî bi karanîn û 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Ev agahiyên şênber nîşan didin ku TSK bi hevkariya PDK’ê li herêmê şer dike û çekên kîmyewî bikar tîne. Ên peymanan çekên kîmyewî binpê dikin û bikartînin sûcên şer dikin. Yek ji aliyên ku sûcê şer dike jî Tirkiye û PDK ye.
Li gorî agahiyên şahidan, li Dihokê û li herêmên Kanîmasî û Amediyê 7 kesên sivîl jehrî bûne û mirine. Ev yek hatiye piştrastkirin. Dibe ku hejmar pir zêdetir be jî. Lê PDK bi tundî rê li pêşiya vê rastiyê digire. Çavkaniyên saxlem agahî dan ku li gundê Bêgovan di 13’ê cotmehê de 10 kesên sivîl ku bi vê jehriyê ketine, çûne nexweşxaneyê. Ji wir jî bi lezgînî şandine nexweşxaneya beşa hewarhatinê ya Dihokê. Hinek ji wan mirin. Hinek kes jî ji navçeya Şêladizê bi heman nîşanên jehrîbûnê ji nexweşxaneya Şêladizê şandin beşa hewarhatinê ya Dihokê. Rayedarekî ji nexweşxaneya beşa hawarhatinê ya Dihokê diyar kir ku Nexweşxaneya Duhokê pir taybet e, nepene û di bin çavdêriyê de ye.
Di 21’ê Cotmehê de: Parlementerê Îtalyayê Erasmo Palazzotto ji ber ku Tirkiye li dijî kurdan çekên kîmyawî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da meclîsê. Palazzotto anî ziman ku Tirkiye li Zap, Metîna û Avaşînê ji 23’yê nîsanê heta niha bi awayekî sîstematîk çekên kîmyewî bikar tîne.
Di 14’ê cotmehê de: Partiya Çepgir,(Die Linke) mijara ku Tirkiye di operasyona li dijî Herêma Federel a Kurdistanê de, çekên kîmyewî bi kar tîne bir rojeva Meclisa Federal a Amanyayê.
Di 9’ê cotmehê de: HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk a dagirker li Werxelê di 5’ê cotmehê de çekên kîmyewî bi karanî. HPG’ê da zanîn ku di erîşa namerdane de 5 gerîlayên wan şehîd bûne.
Di 4’ê cotmehê de: welatiyên li Binarên Qendîlê dijîn çekên kîmyewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn bang li her kesê kirin da ku dakevin kolanan. Welatiyan ji rêxistinên navneteweyî xwestin êdî bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.
Di 4’ê cotmehê de: Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku dest bi lêkolînê bike. Herî dawî Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) beriya çend rojan bi daxuyaniyekê ragihand ku bi taybetî li qada Zendûra ya Metînayê û qada Girê Sor a li Avaşînê li gelek deveran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Di 2’ê cotmehê de: KNK’ê li dijî êrîş û bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve bang li civaka navneteweyî, gelên herêmê, hemû kesên xwedî wijdan û exlaq kir da ku xwedî helwest bin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker-qirker û bikaranîna çekên kîmyewî ya li qadên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di 1’ê cotmehê de: Endamên Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yên Hizba Komunîst ya Kurdistanê diyar kirin ku herêm niha dibin destê hêzên navnetewî de ye, dewleta Tirk jî dibin destê wan de ye. Pêşmergeyan bang li rêxistinên navnetewî kirin da ku dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bikartînin, bêdeng nemînin.
Di 29’ê îlonê de: HPG’ê diyar kir ku Tirkiye li dijî gerîla neçar maye û bi çekên kîmyewî bombardûmaneke giran dike. HPG’ê diyar kir ku berxwedana gerîlayan li dijî vê êrîşê bênavber didome.