spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyv ne tenê peyv in

Wek tê zanîn roja me ya îro wekî gelek qadên jiyanê êdî hunerê jî berê xwe daye dîjîtalê. Yek ji van kesên hunera xwe li ser platformên dîjîtal ava dikin jî ciwanê 23 salî Hogir Ar e. Hogir bi amûr û sembolên çand û zimanê kurdî, hunera xwe li ser platformeke dîjîtal pêk tîne.

Tu dikarî hinekî qala destpêkirina xwe ya hunera dijîtal bikî?

Di sala 2014’an de min dest bi xwendina kurdî kir û di 2018’an de jî ez li ser peykersaziyê xebitîm.

Piştre min dest bi hunera kurdî ya dîjîtal kir. Bi vî awayî ez dixwazim nîşan bidin ku di kurdî de peyv ne tenê peyv in.

Di hunera dîjîtal de amûra min kompîter e. Ji bo peyvek bibe 3D ez bi rojan li ser dixebitim. Çêkirina wê zehmet e; ew wêneyê tu digerî, ew obje, ew xalîçe kedeke mezin dixwaze. Bernameyên mîna photoshopê tenê pênûs in; jêkirina wêneyî, dîzayna wî û hwd. gelek hûrgiliyên wê hene.

Berhemên min li ser kevneşopiyê ne û wêneyan piştî lêgerîneke dirêj dibînim. Ji ber ku ev wêne salên şêstî, heftêyî û hwd. hatine kişandin qelîteya wan ne baş e û sererastkirina wan, mezinahiya wan pêwîst e li gor wêne saz bikim. Ji bo wêneyekî car caran bi rojan di nav lêgerînê de me di malperên kurdî de.

Hunera dijîtal van salên dawî ketiye jiyana kurdan. Tu dikarî hinekî qala vê beşa hunerê û tesîra wê ya li ser civakê bikî?

Kar û barên çand û hunerî her tim bala civaka bajêrî kişandiye. Bi taybetî jî bala ciwanan dikişîne, ji ber ku ew her tim di nav lêgerînekê de ne. Dê û bavên me kal û pîrên me  têr û tije xebatên çand û hunera kurdî nekirine lê em hewl didin vê valahiyê dagirin. Ev jî dibe lêgerîna heqîqetê li dû şopên kal û pîran. Lewma ev huner bandoreke mezin li ser ciwanên kurd dike. Ciwanan navên teşî, destar, kulav, xalîçeyên şahmaranê, bêjing û hwd. bihîstine lê ev tenê ne amûr in, dîrok in jî. Ez dixwazim nîşan bidim ku di kurdî de peyv tenê ne peyv in.

Ji bo hunerê, em dikarin bêjin ku gotin û vegotina hest û ramanên mirovan bi amûr û rastiyên cihêreng bi bedewiya hunerê tên afirandin. Huner jiyanê bi rûmet û watedartir dike. Huner dikare di her qada jiyanê de hêz û kêfê bide mirovan.

Ji bo em bikaribin xwe bigihînin leza guhertinê, daxwaz û bendewariyên xwe yên bêdawî pêk bînin û li dijî fikrên negatîf ên wekî rastiyê tên dîtin têbikoşin, hewce ye em bibin xwedî hişmendiyeke kûr û demokratîk.

Di medyaya nû de, kompîter serhildaneke virtual e (sanal). Kompîterên cihêreng ên ji bo hunerê wek nimûne 3D, illustrator an jî photoshop ji bo hunermendan amûrên afirandina hunerê ne.

Çima hunera dijîtal a bi zimanê kurdî û çi pêdivî bi hunereke li ser dijîtalê heye?

Em di çaxeke nûjen de dijîn. Cîhan dizane ku çand û hunera kurdî çiqas berfireh, tije, cur bi cur e. Bi vî zimanî helbest, stran, kilam, lîstik, bend, rexne, hene ango rê û dirbên vê mîna xelekên zincîrê ne. Niha hunera dîjîtal jî tevlê bû, kî dizane belkî sibê xelekeke din li vê zincîrê zêde bibe.

Divê sedsala 21’ê  şahidiya vê çaxê re bike. Em di çaxeke sanal de dijîn. Em nikarin vê yekê bi sedsala berê senkronîze bikin lê em dikarin bi vî awayî xwe bigihînin pênc hezar sal berê jî.

Li gorî te têkiliyek çawa di navbera hunera dîjîtal û ciwanan de heye? Em dikarin bêjin bandora hunera dijîtal dê berê ciwana bide çanda wan?

Têkiliya min û hunera dîjîtal, ez gihandim binê bîrê. Tiştên xeyal dikim û ava dikim dibe 3D. Rihê min têr dike. Jixwe mirov ne ji bo têrkirina rihê xwe dijîn? Min bi peykerê dest pê kir. Min perwerde nedît, ne pispor bûm jî tenê min her tim xwe kêm dît lê ev tenê ne bes bû. Bi vî ruhî gihîştim qada xwe. Dîjîtal objeyan bi ruh dike. Teqez hunera dîjîtal wê berê civaka kurd bide çanda wan û ji bo pêşketinê roleke mezin bilîze. Kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat xebatên min diecibînin û xwe digihînin min. Heta kurdên li Ewropa, Amerîka û Rûsyayê jî, bi kurtasî xebatên min bala kurdên li her devera cîhanê dikişînin. Dema çav bi van berheman dikevin vê yekê tînin ziman, mesela dibêjin ‘min ev li gund dîtibû navê wî destar e’, ‘ez hestiyar bûm meşka  me jî hebû’, an jî ‘ez birim zaroktiya min.’

Huner ev e, hin kesan hestiyar dike, bi kêf dike, hinekan bi xem dike, bandora herî mezin ev e.

Di xebatên te yên dîjîtal de gelek tişt (destar, tenûr, qirş, kon) û  sembolên (dengbêj, kew, koçer) çanda kurdan yên êdî tune ne, derdikevin pêş. Tu çima evqas li ser van amûrên êdî tenê bûne wek bîranîn, disekinî?

Heger em kevneşopiya xwe ji bîr bikin, teqez em ê di paşerojê de wenda bibin.

Çima li ser cih û warên kevn  polîtîkayên qirêj pêk tên? Bi van polîtîkayan nahêlin em rastiya kevneşopiya xwe bibînin. Huner ji dîrokê tê, di dîrokê de çi heye? Ked heye. Dayik tenûrê pêdixin, ev karekî pir zehemet e ji bo wan. Her wiha lêxistina nan û rakirina wî jî, bi wî hevîrê pijiyayî re ew jî dipijin. Berê aş kêm bûn û bi destarî qût dihat hêrandin. Dema destar digerandin kilam digotin. Ev tiştên bûne sembol, peyamên civakî bi bîr dixin.

Di berhemên te yên dîjîtal de em rastî berhemên surrealîst jî tên. Hogir çima di hunerê de berê xwe dide surrealîmê û ev bandorek çawa li hunera wî dike?

Heger mirov bixwaze xwe bigihîne surrealîzmê, divê pêşîn haya mirov ji realîzmê hebe.

Çeka herî bi bandor binhişî ye. Belê ez berheman çêdikim lê tenê ev berhem ne obje ne, ew di heman demê de bi ruh in. Dema obje surrealîst bin wê demê kesên bişopînin û bibînin wê xwe berdin binê bîrê û wê xwe bigihînin rastiya erênî/neyîniyên binhişiyê.

Ne hêsan e mirov xwe bigihîne  berhemên kurdî, divê mirov li ser wan lêkolînan bike û wan li hev bicivîne.

Rast e xalîçe li pişt berhemê bûye fon, lê çima xalîçe, çima ew cêr û televîzyona şikestî, çima ew hinar, ew postal, ew paceya caxkirî… ev veşarî ye. Ew obje ne tenê obje ne, bi hev ve girêdayî ne. Her yek ji van berheman, di dîroka kurdan de girîng û bi wate ye.

Tu helbastan jî dinivîsî. Gelo aliyê te yê helbestvaniyê bandoreke çawa li hunera te dike?

Ez helbestên xwe bi şêweyeke azad dinivîsim, ne li gor rêzikên heyî.

Helbestên min bi hunera min a dîjîtal a kurdî ve girêdayî ne.

Navê helbesteke min a qedandî, ‘Prehîstoriya’ ye û bi vî navî berhemeke min a dîjîtal jî heye. Tê de erotîzm û derûnnasî li pêş e.

Li gor min heger wêje azad be wê hişmendiya me jî bikemile.

Ji bo pêşerojê di beşa hunera dîjîtal de, Hogir çi daniye pêşiya xwe?

Ji ber ku ev huner celebeke cuda ye bala mirovan dikişîne. Ez li benda pirtûka xwe me. Pirtûk çap bibe ez ê berhemên çêdikim li bajêrên Kurdistanê û li Ewropayê li pêşangehan pêşkêş bikim. ‘Êdî wê berhem bipeyivin.’

Wê her tim ji bo çand û hunera kurdî xebatên min hebin.

[accordions]
[accordion title=”Hogir Ar kî ye?” load=”show”]Hogir Ar di sala 1997’an de li Êlihê ji dayik bûye. Hogir bi navê ‘Prehîstorya’ pirtûkeke helbestan nivîsandiye û peykeran çêdike. Di van salên dawî de jî dest bi hunera dijîtal kiriye û niha jî xebatên xwe li Êlihê didomîne.[/accordion]
[/accordions]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê