spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdeng neman

Li bakurê Kurdistanê zarok û jinên kurd di hedefa leşker û polîsên zayendperest de ne. Ji aliyê dewletê ve polîtîkayek zayendperest hatiye afirandin û di vê çarçoveyê de êrîşên zayendî li zarok û jinan tên kirin. Ev polîtîka, bi salan e di meriyetê de ye û bi hezaran zarok û jinên kurd bûne mexdûrê wê. Li gel bertekên ku tên nîşandan jî, dewlet terka vê polîtîkayê nake.

Armancên vê polîtîkayê gelek in lê armanca esas xistina zaroka û jinan e. Polîs û leşker bi vê polîtîkayê zarok û jinan dixînin û bi rêya MÎT’ê sîxuriyê li wan ferz dikin. Ev polîtîkaya kirêt, ji bo têkbirina daxwaza kurdan a azadiyê tê meşandin. Ji ber vê yekê polîs û leşkerên ku destdirêjî zarok û jinan dikin, ceza li wan nayê birîn û piştî demekê bi payeyên bilind tên xelatkirin.

Parastina destdirêjiyê

Hefteya borî jî careke din mele, polîs û leşkeran serî li vê polîtîkayê dan û destdirêjî zarok û jinan kirin. Li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê A.A. li avahiyekê dest dirêjî zarokeke 13 salî kir. Zarokê xwe bi zorê ji dest çawişê pispor A.A. xelas kir û serpehatiya xwe ji malbata xwe re vegot. Piştre A.A. ji aliyê malbat û niştecihên avahiyê ve hat desteserkirin û radestî polîsan hat kirin.

Li gel ku çawişê pispor A.A. li ser sûc hat qefaltin jî, walîtiya Şirnexê destpêkê lê xwedî derket. Walîtiyê, angaşt kir ku çawişê pispor alqolê vexwariye û ji ber vê yekê bi awayekî serxweş êrîşî zarokê kiriye. Jixwe timik dema polîs û leşker li Kurdistanê dest dirêjî zarok û jinan dikin an serxweş in an jî derûniya wan xerabe ye! Lê êdî kes bi van derew û berovajîkirinan naxape.

Bertekan ew da girtin

Lewre destdirêjiya çawişê pispor A.A. û daxuyaniya walîtiyê di serî de li Şirnexê di nav kurdan de bû sedema bertekên mezin. Ciwanên şirnexî daketin qadan û bi saetan meş li dar xistin. Ciwanan daxwaz kir ku çawisê pispor bê cezakirin û hesabê destdiriyê jê bê pirsîn. Her wiha li ser medyaya civakî jî gelek bertek hatin nîşandan. Bi milyonan kurd dewlet şermezar kir û xwestin ku ser bûyerê neyê girtin. Li ser van bertekên zêde derbarê çawişê pispor A.A. de lêpirsîn hat destpêkirin û ji peywirê hat dûrxistin û girtin.

Jinan biçûk xistin

Bûyereke bi heman rengî jî li Dersimê qewimî û dîmenekî ku polîs û meleyekî diyanetê gotinên zayendî ji jinên kurd re dibêjin derketin holê. Di dîmen de 3 polîs û meleyekî li ser maseyekê dilîzin û gotinên zayendperest ku mirov şerm dike binivîse ji jinên kurd re dibêjin û wan biçûk dixînin. Piştî ku ev dîmen li ser medyaya civakî hatin parvekirin û ji hêla kurdan ve gelek bertek hatin nîşandan, der barê her sê polîs û mele de lêpirsîn hat destpêkirin. Li gorî walîtiya Dêrsimê her çar jî ji peywirê hatin girtin. Lê wê di demeke nêz de careke din vegerin ser peywira xwe û bi payeyên bilind bên xelatkirin.

Destdirêjiya li Qubînê

Li gundê Hemdûna yê navçeya Qubînê ya Elihê jî bi destê çawişekî pispor bûyereke hê kirêttir qewimî. Çawişê pispor ê bi navê M.O. zaroka 17 salî ya bi navê Î.P. bi rojan desteser kir û piştî ku tecawizê wê kir ew radestî malbata wê kir. Li gel ku zarok û dayika xwe serî li rêyên qanûnî didin û giliyê çawişê pispor dikin jî kes dengê wan nabihîze. Her wiha çawişê pispor M.O. bi çekê gef li wan dixwe û hêza xwe ya ku ji dewletê digire tîne ziman û dibêje ku wan bikuje jî tu kes hesab jê napirse.

Piştî radestkirina malbata xwe bi çend rojan Î.P. li mala xwe ya li gundê Hemdûna gule berî xwe da û xwest dawî li jiyana xwe bîne. Î.P. dema ku wê radikin nexweşxaneyê ji dayika xwe re dibêje ku ji bilî dawîanîna li jiyana wê tiştek di destê wê de nemaye. Bi destê çawişê pispor ev zaroka kurd bi vê aqûbeta biêş re rû bi rû ma. Her çiqas bi destê çawişekî pispor ev hatibe kirin jî, mêjiyê vê kiryarê mêjiyê dewletê yê li hemberî kurdan e.

Rêya pêşîgirtinê teşhîrkirin e

Ji vê jî armanc rûmet û pêşeroja kurdan e. Lewre zarok pêşeroj in. Li gorî zihniyeta xwe ya gemarî dixwazin dest dirêjî pêşeroja kurdan bikin û wan bê rûmet bikin. Rêya pêşîgirtina vê polîtîkayê di teşhîrkirinê de derbas dibe. Kî dibe bila bibe kesên ku destdirêjî zarok û jinên kurd dikin divê bên teşhîrkirin û heta ku hesab ji wan bê pirsîn, di her warî de bên şopandin. Ne aşkerakirina destdirejiyê, destdirêjî bixwe şerm e. Ji ber vê jî divê destdirêjî veşarî nemînin.