Rojnameya Heftane

Pezê xalê Şêxmûs

Fatma Taşlî

Rojekê, xalê Şêxmûs ji xwe re deh mîh kirîn û ew tev li keriyê cîranê xwe kirin.

Mehek du meh derbas bûn, mîhên xalê Şêxmûs xurt bûn, dûvê xwe gerandin.

Cejna qurbanê hat, cîranê wî rabû çû bi serê mîheka Şêxmûs girt û anî ser jêkir.

Demek derbas bû, Şêxmûs got: Ez herim wan kulekan bînim, bibim bifroşim.

Çû lê nêrî ku cîranê wî li ber kerî sekiniye, şivek di dest de pez bêr dike.

Şêxmûs bi rûyekî biken got: Selamûeleykum .

Cîran, bi serê ziman got:

Wey eleykumselam.

Şêxmûs: Cîran me gelek zahmetî da te, gelek spas. Ez hatime mîhê xwe bibim.

Cîran wek bibêje belê, serê xwe hejand.

Û çû, ji nav kerî neh mîh veqêtandin û anîn ber Şêxmûs.

Şêxmûs jimart neh in.

-Ka deh bûn, cîran?

-Erê deh bûn.

-Ê vay neh in?

-Erê neh in.

-Ma min deh nedabûn te?

-Erê te deh dabûn min.

-Ê vay neh in?

-Erê lê neh in.

Heta êvarê Şêxmûs û cîran di ber hev dan.

Feqîrê Şêxmûs nêrî nabe, çû deh zilam anîn, her yekî, mîhek danî berê, ber yekî vala ma.

Şêxmûs li cîranê xwe nêrî:

Cîran binêre, yê neh heban heye, yê yekî tune ha.

Cîran li Şêxmûs nerî û devê xwe beş kir: Ê bira wî jî yek ji xwe re bigirta, ma çavê wî ne kor bûn.