25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Pîjok’ bi devokê şêxbizinî dest bi weşanê dike

Êşîra bi navê Şêxbizinî li Îranê kurdên Kirmanşahê bûn di sedsala 16’emîn de dewleta osmaniyan ew sirgûnî Kerkûkê kirin. Pişt re gelek eşîrên şêxbizinî berê xwe dan Anatoliya Navîn jî. Bi sedan sal in ku şêxbizinî ji Enqere (Haymana) heta Konya, Sînop û Çorûmê bi cih bûne. Bi devokê lekî diaxivin û ev çanda xwe jî bi sedan salan e li her deverê Anatoliyê parastine.

Hin nivîskarên Şêxbizinî yên li Haymanayê hatin gel hev û bi navê Pîjok’ koverak çap kirin. Ev kovareke ku bi devoka şêxbizinî hatiye nivîsin qala çand, huner û zimanê şêxbiziniyan dike.

Gerînendeyê Giştî Onur Ozdemîr e û nivîskarên kovarê jî Ramazan Comer Tetik, Mustafa Başaran, Erhan Akbenlî, Mehmet Okçu, Rênas Burhan Demircan e.

Pîjok yekem kovara ku bi devoka lekî ango şêxbizinî derkeve.