20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîl

Te digot qey
dilê te jî bi pîlan dişixule
dikana pîlan bû armanca riya te
her kes diçû
Dil dadigirt
bi pîlan dibû pizot
lê dilê te bi baranê dişixule
dilop li ku ne
ewran li ku hêlîn çêkiriye
Digotin dil pîl e
bi pîlan dişuxule
ji bazaran hez dike
kengê bixwazî dişuxule
riste bi teyran re çûn
dil sekinî
dilê te ne wek ê xelkê ye
ku baran bar dike
disekine û nema lê dixe
niha bi vî dilê sekini
li pîlên xelkê dimêzînî
li pey baran û risteyan dilorînî…

Her helbest tîrêjek e ne? Ev helbest jî heyvek berê gihîşt dilê min û pê hesiyam ku dil ne ‘pîl’ e ne jî ‘bi pîlan dişuxule!’ Lê ji zordestan re dilê me wekî ‘tiştek ku tim dikare were dagirtin’ tê xwiyan. Sedemên wê pir in lê yek jî ew e ku; “dilê me” bi rastî jî carna bûye “tiştek li ber destên wan” û kengê xwestine ew dagirtine. Yanî dil carna ‘bi pîlên xelkê-zordestan-bûye pizot!’ Bûye pizot û xwe û derdora xwe şewitandiye. Loma jî wekî ku tîrêja vê helbestê jî nîşan dide; divê mirov dilê xwe tim bipelîne, bibîne ka bi rastî jî yê mirov e yan bi pîlên xelkê dişuxule.

Pîl diqedin, dîsa pîlên nû, dîsa pizotbûyîn! Dûre dîsa valabûn û dîsa qeyrana pîlên nû! Lê ev heye; carna mirov şiyar dibe û dibîne ku way dil êdî ne “dîl” (gelo çima di zimanê me de ‘dil’ û ‘dîl’ wisa nêzî hev in? Ji bo ku her du ji derveyê daxwaza xwe di nava “tiştek” de hepsî ne yan sedemên dûvedirêj jî hene?) e û pîl-mîlan qebûl nake! Mesela ev helbest ji şiyariyek wisa çêbû. Min hew dît ku way “bi hin pîlan” xapiyame û min gotiye qey li dilê min tên, wî dikemilînin û dijînin. Lê na, na! Ew pîl, ne li gorî vî dilê dîn bûne û ew bê pîl-mîl ji xwe re dişuxule.

Bes, her şiyarbûn; nûbûnek, çareyek, rêyek nû dixwaze. Mada ku bi pîlan naşixule, bi çi dişuxule û yê bi çi bişuxule? Niha hema vê kêliyê em bisekinin û wekî dilnasên (kardiyologên) çê, dilê xwe bipelînin, çiqas azad e, çiqas xulam… Çiqas bi vîna xwe dişuxule, çiqas bi gotin û pîlên xelkê? Çiqas wekî avê herikbar û nû ye û çiqas bi ferasetên kufikî dişuxule?

Dema ku em bigihîjin encamek, em ê bibînin ku ev encam têkiliya me û pakrewanên delal jî dide xwiyakirin. Lew ew tev kulîlkên nûbûnê bûn; ji bo ku tiştên kufikî û rizî êdî li dilê wan hukum nekir firiyan çûn. Loma jî ku em bihêlin dil hê jî bi pîlên xelkê yên kufikî û teqiyayî bişuxule û meseleyên xwe yên kesanî, malbatî û civakî, bi wî awê bigrin dest, em ê ji tevî berkendalên xazeyî (mecazî) û rastînî bikevin erdê.

Mînak; kengê, li kîjan mal û bajarî; ku em bi rêzdarî nêzî înada jinan nebin dê artêşa pakrewanên jin xezebê li me bibarîne. Kengê, li kîjan navçeyê, bi fikir û pîlên xelkê di têkiliyên xwe yên malbatî û civakî de bibin despot û dîktator dê tîrbarana pakrewanên azadiyê ji ser serê me kêm nebe. Wekî din jî; pêdiviya tu jinê û kurdê/î bi tehekumê tune ye! Lew dagirkeran heta dawî bi tehekumê em êşandine; yekane tişta ku li me tê û li me ferz e; azadî ye! Di bîst û çar saetên rojê de azadî, li gel hev ji bo hev, ji bo xwe azadî! Helbet hê jî bandora pîlên xelkê heye lê em ji bo vê yekê “em” in ne? Ger em nexwazin kîjan pîl dikare dilê me dîl bigire?

Bila ev nivîs, bi helbesteka min a din bi dawî bibe;

Ceyrana her tiştî çûbû
Tarî û bêdeng bû rastî
Dilê te dişuxulî!
Her kes şaşwaz ma
tu bêperwaz
dilê te yê ku di tariyê de dişuxulî
ronî dida dora xwe
lê êvarên dîl
bi kêrî tiştek nedihatin.

Têbinî: Bi vê lînkê dikarîn nivîsa Mizgîn Ronak guhdar bikin!