24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pilingê Sîngaporî

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Kêş û vekêşên siyasetê

Gengaz e wekî li ti devera cîhanê ya ku huner bi ‘yafteya hevçaxiyê’ lê tê afirandin, gelş û gelemşeyên estetîkê, biqasî ku li welatên Cîhana Sêyem (yên derî navendê) bûye bar û barûdox -barûdox dibêjim lewre li van deveran hunera hevçax, wekî hemû cureyên rojavayî, mîna qewimîneke derasayî tê dîtin û di ser vê re tê bilêvkirin- û bi gelek tiştên din re yên ku rasterast ne têkildarî pirs û pirsgirêka sereke ne ketine qayîşkêşanê (wek qonaxên siyaseta herêmî, guherîn û veguherînên naypayîn, kêşeya xitimîn, ve avakirin û vexitimînê) û li ser milê (mil, ango wek însaf) niwînerên xwe yên ‘ji herêmê’ maye, kronîk nebûye. Li gorî bîr û boçûnên rexnegirên hunera hevçax û kuratorên li navendê, hemû hunermendên ku li bajarên Kurdistanê -çi li Diyarbekirê çi li Mêrdîn an li Êlihê- dijiyan û diafirandin, herêmî bûn, çi ku ji kêşeyên mêjûyî yên ku cî û cîgehên ku ew lê bûn veguheztibûn navendîtiyê, ji vir heya bi Merîxê bi dûr ketibûn û ev e ne gunehê wan bû! Bi tenê rêyek li ber wan mabû wekî xwe ji vê yafteyê vebiqetînin ku ew jî, bêguman teoriyên post-kolonyal bûn; çi bikin, çi bifarinîn, çi daynin û çi bişînin jî, dawiya dawîn dê digel kêş û vekêşên siyasetê bihata xwendin û nirxandin.

Sewta hunermendên kurd

Gelo, vê nêzîktêdayînê ji ber çi me di hunermendên hevçax ên tirk de nedît? Ne di destpêka salên 90’î de (ku weke salên dijatiya desthilata pentûrê dihat bilêvkirin) ne jî salên piştî 2000’î.. Bi tevî ku -bixwe digotin- sînorên di navbera etîk, estetîk, rojanî, jiyan û hunerê de hatibûn danîn, pariyeke din zelal bûbû.. Belam tîrêjên vê zelaliyê, di kêlîka ku digihîşt ser berhem û bertekên hunermendên kurd, bi carekê re vedimirî, hingê awirên civaknas a hunerê zîqî arîşeyên estetîkê dibû.. Badilhewa nîn bû gava mijûnûsê hunerê Osman Erdenî, di ser têgehên wek pirsgirêka kurd, berhemdariya hunerî, mode, bertek û estetîkê, qala pratîkên li Diyarbekirê dikir û di nîqaşên xwe yên Zero Toleranceê de (Stenbol, 2012), bal dikişand ser sersarîtiya li ‘xweşikiyê’. Bêguman ev hişyariyek bû û li gorî bîr û boçûnên Erdenî diviya ku hunermendên kurd, dev ji arîşeyên xwe yên aidîyetê (belkî jî ji kurdbûyînê) berdin û bi têgehine dilveker -û sterîl- vegerin cîhana hunerê. “… helbet hunermend -qala hunermendên kurd dike- dixwaze dengê xwe bilind bike, di vê bilindkirinê de estetîka kevneşopî jî wek pêdivîyekê derdikeve pêşiya wan. Dibe ku peyva estetîkê bi me xweş neyê, dîsan jî divê hunermendên li Diyarbekirê parîyeke din dêhn û bala xwe bidin xweşikiyê. Wek taktîkekê dibêjim, ku îro ro, pûte bi xweşikiya kevneşopî û estetîkê nekin jî, ev yeka han berhemên wan di çavên min de erzan nake…”

Peyva Pilingên  Anatolyayê ji ku derket?

Helbet ji Çaremîn Çalakiya Ciwanan (Youth Action 4, Stenbol) ya sala 1998’î ku wê salê sernavek li çalakiyan nehatibû danîn û Akay, beşdarbûna hunermendên kurd bi van gotinan nirxandibû; “Hunermendên ku nemaze ji rojhilatê dihatin, arîşeyên herêma xwe jî bi xwe re anîbûn pêşengehê. Pêşengeha li TÜYAP’ê, li hemberî rûdaweke seyr a sosyolojîk bû.”1 Çi ku hunermenda kurd Jûjînê -şûnenav ji peyva jûjî û jînê pêkhatibû- di wê çalakiyê de bi cilan ketibû ku heya hingê ti hunermenda performansê, culhet nekiribû wekî performanseke wehakî (li pêşberî temaşevanan) li dar bixe û ji xeynî çend hunermendan, kesî ji wê derûdorê, qala Jûjînê û çalakiya wê nekiribû. Pilingên Anatolyayê (ango Pilingên Kurd), bi xwînê dest bi çîroka welatê xwe kiribûn. Ji ber hindê min kevala Heinrich Leutemannî (Li Sîngaporê Xebata Rêçêkirinê Ya Ku Tê Birrîn) ya ku di daristanekê de kêlîka êrîşa pilingekî sîngaporî ya li dijî karmendên rêpîv yên ewropayî nîşanî me dida ku niha li Muzexaneya Neteweyî ya Sîngaporê bû, ji bo vê nivîsê veqetand. Hiş û bîra bajarvaniyê (nexşekirina welêt) bê çawan ji aliyê pilingekî ve dihat xerakirin! Lewre piling, rasterast xwe çengî ser kel û pelên mêtingeriyê dikir.

Bêheysîyetiya berdestbar

Tişta ku me di pêsîrtengiyê de dihêle, gelo ne xwendinên me yên post-kolonyal bin? Û em van xwendinên xwe yên post-kolonyal, li bejna kîjan civakê dikin!? Ecêb e, bi dû salên 2000’î re, gelek hunermendên tirk pirsa ermenan xistibûn nav kar û barên xwe yên hunerî, weke ku hîn nû rûbirûyî kir û kiryarên komara xwe bibin, bi çavbirçîtiyeke nebînayî, ketin dû çîrok û qetemetelokên koçbarkirinê. Wekî ku Bariş Ünlüyî jî di xebata xwe ya bi navê Türklük Sözleşmesiyê de digot, ev nêzîktêdayîna han, encax bi hindê dihat ravekirin ku wekî ti car li ser tevekê nijada xwe nedifikirîn. Ew rewşa derûnî ya ku hemtawaniyeke ku ne di dilqê tawanê de bû, diafirand, di hemûyan de derdiket mexderê. Wek çi? Sala borî, mezintirîn fûara hunerê ya Tirkiyeyê Contemporary Istanbul, bi navê xwe yê din CI, ji bo endamên çapemeniya welatên dereke û bengîyên hunerê, roja îniyê rêkeftî 14.08.2019, bi daxuyaniyeke lezûbez piştgiriyê dabû Bizava Kaniya Aştiyê ya artêşa tirkan ku derbasî Rojavayê bûbû û ev geşedana hanê, wek nûçeyeke sansasyonî (di daxuyaniyê de qala xalîkirina herêmê ya ji terorîstan dihat kirin), di malpera sanatatakê de hatibû weşandin2. Sosreta mezin ew bû ku hingê çend hunermendên hevçax î kurd jî, di medyaya civakî de, parvekirinên zir-nijadperest teletel ecibandibûn. Ji ber çi? Ji ber ku ew xwediyê xwe û koleksîyonên dewlemend bûn, xwedî erk bûn û kurdbûyîn, fena bêheysîyetiyeke berdestbar (weke wê peywendiya qayîşokî ya di navbera çandê û mêtingeriyê de hatibû danan ya ku Edward Said bi ser ve bûbû), li gorî şert û mercên Tirkiyeyê û pileya tirkbûyîna biîmtiyaz geh dirêj dibû û geh kin dibû.

Ku em vegerin ser jakawên xwe; hebûn helbet pilingên me jî, belam ev hebûn, di nav qeyraneke niwandinê (temsîl) de bû, ku desthilatiya hunera hevçax (yên salên 2000’an), bêyî ku kurdbûyînê bi gelş û gelemşeyên wê yên etno-polîtîk ve girê bide, wê di ser qeyraneke din re (di ser pirzimanî û pirçandîyê re) dixwend û dixwest pilingên me jî bi van çemikan ranêzîkî pirsa xwe ya sereke bibin, qet nebe di civatan de bi kulzikî xeber nedin.

Bi ser ketin ne wilo?

(1) Ji bo nivîsa Alî Akayî ya bi navê Genç Etkinlikler (1995-1998) bnr. Sanatın Sosyolojik Gözü

(2) http://www.sanatatak.com/view/contemporary-istanbuldan-baris-pinari-harekatina-deste

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê