Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Pir

Şengul Ogur

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê.

Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik derxistine, kom bi kom, xwe dane ser keviran û bi bêdengî, bêliv û tevger li senfoniya beqan guhdar in. Siha qîfarên hişkbûyî yên ku bejnekê rabûne, ketiye ser ava çêm , kulîlkên bi sitirî yên qîfaran li ser avê bi zelalî xuya dibin. Dengê zingila bi stûyê kehrikekê ve, dengê dîkan, çêlekan tevlî xalexala zarokên bajêr bûne û deng bi hev re bi ser bajêr hilbûne.

Bêhna axê, bêhna giyayê hişkbûyî, bêhna dara biyê, qajê, ya tuyê, ya hejîrê ji berêvariya bajêr difûre. Çend çûk bi rengên sor û şîn û gewr ên ezmên ve aliqî mane, li jêra çend ewrên biçûk.

Li bakurê rojhilat ê pirê xwe daye ber siha dara biyê û li pirê dinêre; li pira ku şêniyên bajêr navê ‘Pira Şehîdan’ lê danîne. Bi rengekî wiha li pirê dinêre mirov dibêje qey ne li pirê lê li nav çavên mirovekî dinêre. Yan jî weke ku pir jê re bûye eynik û ew jî di pirê de li xwe dinêre û di neynikê de geh dema niha dibîne, geh jî dema bihurî û geh jî dema wê bê.

Sê lingên pirê yên weke stûnan bi xwar ve çûne, pir ji nîvî ve bi hêleke xwe ve xwehr bûye, weke ciwanekî ku pişta wî şikestibe, nikare xwe rast bike, bi pêş ve tewiyaye û sekinî maye. Devê pirê ti nemaye ku bigihije ava çêm. Mirov dibêje qey pir li ava sekan a çêm û di ava sekan a çêm de li ezmên dinêre, li çûkan û weke ku gaveke dî wê kabên xwe bide ber xwe, rabe ser xwe, serê pirê li ezmên bikeve.

Hema wê gavê bi carekê re dengê radyoyeke îngilîz ji salên 90’î di guhê wî de olan dide:

‘’Li gorî saloxan li ser pireke bajêr bi dehan mirov hatine kuştin, gelek şêniyên bajêr ji bo neyên kuştin xwe avêtine çêm û di çêm de xeniqîne.’’

Hê ev deng di guhê wî de ye, dengê eynî radyoyayê ji beriya pênc salan di guhê wî de olan dide:

 ‘’Pira ku salên 90’î bi dehan kes li ser hatibûn kuştin, ji hêla berxwedêrên bajêr ve hatiye firandin. Eva demek e ku berxwedêr ji bo Xwerêveberiyê li ber xwe didin.’’

Bi dengekî tirkî yê anonsekê, ku piraniya şêniyên bajêr ji wî dengî fêhm nakin, ji nav dengê radyoyê şiyar dibe: Ji ber vîrûsa Covîd-19’ê qedexeye ku mirov derkevin derve.

Zilamê kal ê bi rojan dihate ber dara biyê, heta ku tarî dikete erdê û nema xuya dikir dêhna xwe dida ser pirê, weke ku xatir ji hevalekî xwe xwestibe destê xwe ji pirê re hildaye, lêvên wî lebitîne, weke di ber xwe de bibêje,”Ez ê dîsa bêm û em ê civata xwe bidomînin.’’