24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piralîbûna asîmîlasyonê û qadên wê

Di nav me kurdan de dema gotina asîmîlasyon tê gotin, bi tenê ziman tê bîra me. Me aşê asîmîlasyonê bi ziman ve tixûb kiriye. Lê belê asîmîlasyon piralî û pircure ye. Qada asîmîlasyonê gelek berfireh û bi bandor e. Di serdema me de ziman di nav cureyên asîmîlasyonê de bi tenê çîkek an gizgirîkeke agir a destpêkê ye ku neteweyeke xwedî dîrok û çandeke hezar salan dişewitîne, dike arî û ariya wê jî li ba dike. Asîmîlasyona ziman pêngava yekem e û bi xwe re asîmîlasyona çandê tîne. Qada asîmîlasyon a çandê gelek berfireh e. Heke ziman darek be, çand daristan e. Bi qedexekirina ziman re agir dikeve dar û beran û hêdî hêdî di nav demeke dûr û dirêj de tevahiya daristanê dişewite. Gelo ji derî ziman û çandê cure û qadên asîmîlasyonê çi ne, ez ê li jêr yek bi yek rêz bikim:

Înkarkirin û çewtnîşandana dîrokê:

Asîmîlasyonker bi dîrokeke derewîn hebûna neteweyekê înkar dikin. Li gorî bîr û baweriyên xwe yên nijadperest dîrokeke, derewîn û sexte çê dikin. Bername û projeyên xwe yên asîmîlasyonî li ser wê dîroka derewîn û sexte ava dikin. Ev zilmeke weha ye ku neteweyeke dêrîn bi her alî ve li ser rûyê cîhanê radike ku bi carekê şop û siya wî nemîne.

Qedexekirina ziman û perwerdeyê:

Bi înkarkirina hebûna gel re, ziman û çanda wî gelê bindest qedexe dikin. Jixwe dema gel tune be, zimanê wî jî tune ye. Ziman tune be, hîndekarî û perwerdeya bi zimanê wî jî tune ye. Desthilatdar di dibistanên xwe de, bi perwerdeya zimanê xwe aşê asîmîlasyonê ne bi av û bayê, bi zordestiyê digerînin û gelê bindest dihêrin.

Dizîn û asîmîlekirina çandê:

Hemû berhemên wêjeyî û hunerên devkî û nivîskî dikevin nav qada çandê. Wek: Pexşan, helbest, çîrok, xebroşk, mamik, gotinên pêşiyan, stran, mîtolojî, dua, dijmîn (dijûn), nifir, zêmar, qewl, qesîde… Ji aliyekî ve vê çanda dewlemend a hezar salan qedexe dikin û ji aliyê din ve didizin û werdigerînin zimanê xwe. Li ser rûdinin û ji xwe re dikin mal û saman. Di nav cureyên asîmîlasyonê de bişaftin û dizîna çandê yek ji kareseta herî mezin e. Dewletê heta niha bi hezaran stran, çîrok, mîtolojî, gotinên pêşiyan dizîne û kirine malê xwe.

Guhertina nav û paşnavan:

Desthilatdarên nijadperest nav û paşnavên xwe li kesên mînorîteyan dikin. Dixwazin di warê nav û paşnavan de jî asîmîlasyonê xurt bikin; bi nav û paşnav kesayetî û taybetiya wan a netewî wenda bikin. Li cîhanê cara yekem li Avusturyayê ji bo ku cihûyan asîmîle bikin di sala 1787’an de bi darê zorê qanûna paşnavî deranîne. Cihûyên dewlemend pereyeke zêde dane, paşnavên di zimanê almanî de tên wateya “gul, yaqûd, mercan” li wan kirine. Li yên xizan jî paşnavên ku tên wateya, “serker, pêxwas, pintî, çikûz” li wan kirine. Tirk jî li cîhanê bûne duyem ku di 21’ê hezîrana 1934’an de bi darê zorê qanûna paşnavan derxistine. Loma li Tirkiyeyê hema hema piraniya paşnavan bi tirkî ne. Li kurdan paşnavên wek Türk, Öztürk, Asiltürk, Cantürk, Türkoğlu, Türkan, Türker, Türkekul… Li xiristiyan û cihûyên ku bûne misilman jî paşnavên wek. Îmamoğlu, Îslamoğlu, Müftüoğlu, Müderes, Müderesoğlu, Nur, Ensar… li wan kirine. Paşnavên pontusî û lazên herêma Deryaya Reş weha ne.

Guhertina navên cografî:

Di mijara cografyayê de jî asîmîlasyoneke giştî heye. Navên hemû bajar, gund, gundik, çiya, deşt, gol, çem, newal, gelî û baniyan jî asîmîle kirine. Navên wan ên orîjînal qedexe kirine û bi zimanê xwe nav li wan kirine. Li Tirkiyê ne bi tenê li herêma kurdan her weha li Ege, Deryaya Reş, Deryaya Spî û heta li Anatolya Navîn navên cografî hatine asîmîlekirin.

Bajar û bajarvanî:

Bajar di bin bandor û kontrola dewletê de ne. Xelkê ku ji gund û gundikan bar dikin bajêr, dikevin bin bandora dewletê. Têkiliyên wan bi dem û dezgehên dewletê re çêdibin û neçar dimînin ku bi zimanê dewletê bipeyivin. Dikevin bin psîkolojiya bajarvaniyê û xwe dişibînin wan û dest bi axaftina zimanê wan dikin. Bi ax û mal û milkên xwe re kurdiya xwe jî li gund dihêlin û dibin bajarî.

Bazar û bazirganî:

Zimanê bazar û bazirganiyê gelek girîng e. Gel neçar dikin ku bi zimanê dewletê bipeyive. Bazar û bazirganî asîmîlasyonê lezgîntir dikin. Pere û qezenc bê dîn, bê îman û bê ziman e.

Guhertina ol û rêçeol:

Dewlet li ser ol û rêçeolên (mezhebên) din bandor dike, di mijarên xwendin, kar û leşkeriyê de asteng û arîşeyan çêdike. Gelek kes ji ber van sedeman an ola xwe vedişêrin an jî di nav prosesekê de diguherin û asîmîle dibin. Mînaka herî berbiçav Serokê CHP Kemal Kılıçdaroğlu dubare asîmîle bûye: Kurd e, bûye tirk û elewî ye, bûye sûnî.

Guhertina mîmarî û cîwaran:

Ji armancên dagirkeran yek jî xerabkirin û ji holê rakirina mîmarî û cîwarên dîrokî yên gelê bindest e. Ji ber ku ew sembol û nimûneyên wan ên dîrokî yên berbiçav in. Dîroka wan a li ser piyan a jînda ye. Ji ber vê yekê heta ji destê wan tê xerab dikin û di şûna wan de berhemên sosret lê dikin. Taxa Sûrê ya Amedê di vî warî de nimûneya herî baldar û jîndar e. Mîmariya hezar salan hilweşandin û di şûna wan de wekî xaniyên moxolên Asya Navîn çêkirin.

Koçkirin û sirgûnkirin:

Koçkirin û sirgûnkirin metodeke asîmîlasyonê ya herî kevn e. Desthilatdar dema hîs bikin ku ji bo wan hinek gel an kom talûke ne, wan didin koçkirin an sirgûnkirin. Ji ser axa wan û ji nav qewmên wan radikin û dişînin ciyên dûr. Ew li wir di nav sal û zemanan de asîmîle dibin û diqedin. Ev cureasîmîleyeke komî ye û bi carekê re bi hezaran mirov dikevin ber pêla asîmîlasyonê. Tirkan di 14’ê hezîrana 1934’an de, bi navê Qanûna Koçberkirine (Îskan Kanûnu) qanûnek deranîn bi hezaran kurd ji ser axa wan koçber kirin. Bi taybetî herêma Dêrsimê ji kurdan vala kirin. Qanûna paşnav û ya koçberiyê li pey hev di navbera hefteyekê de deranîn. Niha tê gotin ku bajarê kurdan ê herî mezin Stenbol e. Ev tê wê wateyê ku asîmîlasyona herî zêde li Stenbolê ye. Di nav pêvajoyê de vîn û ruhê koçberan tê guhertin. Çend nifş bi şûn ve hemû asîmîle dibin û êdî li nasnameya xwe xwedî dernakevin.