24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîrê mûzîka kurdî: Hozan Dilgeş

Hunermendê kurd ê êzidî Hozan Dilgeş  di sala 1952’yan  de li gundê Fisqînê yê bi ser Nisêbînê ji dayîk bû. Di nav malbateke 12 kesî de mezin bû. Wekî kevneşopiyeke pîroz û qedîm a êzidiyan ew jî li ber destê bavê xwe fêrî tembûrê bû. Di temenekî ciwan de dest bi stranbêjiyê dike.

Hozan Dilgeş di sala 1978’an de albûma xwe ya ewil a bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derxist û piştî heman albûma xwe neçar dimîne ku welat biterikîne û koçî Almanyayê bike. Di dala 1983’an de tev li nav Koma Berxwedanê dibe. 

40 sal û 11 mirwarî

Hozan Dilgeş bi awayekî  serbixwe jî beşdarî gelek çalakî û bernameyan bû. Wî di nav 40 salî de, 11 mirwariyên hêja bexşî nav warê mûzîka kurdî kir. Di hevpeyvîneke xwe de li ser berhemên xwe wiha gotibû: “Heke şert û merc ji bo min guncaw bûna min ê bikaribûya bêtir hilberînim. Heke min ji bo mûzîkê zêdetir wext terxan bikira min ê bêtir stran biafiranda. Ez xwe kêm dibînim.”

Digel van gotinan jî Hozanê nemir her li ser hunera berxwedanê diçerçirî. Piştî ku bi nexweşiya penceşêrê ket û her du lingên wî hatin jêkirin jî wî hewl dida awazên kurdî çêbike û dixwest li ser berxwedana Kobanê û Şengalê albûmekê derxîne. Sed mixabin ku temenê wî têrê nekir.

Pîrê êzidiyan Hozan Dilgeş bi mûzîka xwe sînorên ji bo Kurdistanê hatibûn xêzkirin ji holê radikir û hemû parçeyên Kurdistanê digihand hevûdu.

Mûzîka Hozan Dilgeş mûzîka berxwedan û raperînê bû. Ew wekî hozanê Tevgera Azadiyê a kurd dihat zanîn. Serîrakirina li hemberî zext û zilman di navenda mûzîka wî de cih digire. Wêrek bû û wêrekiyê dida hezkiriyên xwe.

Hozan Dilgeş di 12’ê adara 2017’an de xatirê xwe ji gelê kurd û hezkiriyên xwe xwest û koçî dawî kir.

Bi sedan berhem li pey xwe hiştin

Hozan Dilgeş, gava ku di 12’ê adara sala 2017’an de koçî dawî kir ,  bi 11 albumên xwe ve û di gelek albumên Koma Berxwedan de bi sedan berhem li pey xwe hiştin. 

1978: “Ma qey bindestî para me ye”
1980: “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in”
1981: “Newroz e, Newroza cejna gelê me”
1983: “Karkero Piroletero”
1986: “Serî dan û Sir nedan”
1989: “Muxtaro”
1990: “Biçûkê canê”
2001: “Ez û Yar”
“Gola Wanê”
“Heval Mazlûm”
“Pale”