19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîrozbahiyên Newrozê dest pê dikin

Li bakurê Kurdistanê îsal Newroz bi dirûşma; ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin’ tê pîrozkirin. Dê li 30 bajar û 61 navçeyan pîrozbahî pêk bên û dê sibê pîrozbahî dest pê bike. Hat ragihandin ku dê sibê bernameya Newrozê were aşkerakirin.

KCD, HDK, TJA, DBP û partiyên siyasî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin dê sibê bi bernameyekê pîrozbahiyên Newroza îsal bidin destpêkirin.

Agirê Newroza îsal dê ewilî li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye were pêxistin û pîrozbahî dê heta 22’ê adarê dewam bikin. Newroz dê li Amedê 21’ê adarê were pîrozkirin û li Stenbolê jî di 20’ê adarê de tê pîrozkirin.

 Sibê dê li oteleke Amedê bernameya Newrozê were aşkerakirin û pîrozbahî dest pê bikin. Her wiha di civîna sibê wê danasîna strana Newroza îsal ya bi navê “Dîsa li Newrozan” were kirin. AMED