Wednesday, Çile 26, 2022

Pîrozkirina sersalê çand û kevneşopiyeke kevnar e

Serê salê di çanda kurdan de cihekî taybet digire. Her sal di şeva 13’ê çile de kurd bi şahiyên cuda serê salê pîroz dikin. Li her bajarî bi hevî û daxwazên ji sala nû tê pîrozkirin. Têkildarî sersala kurdan em bi Zana Farqînî re axivîn

Serê salê ji bo kurdan çi îfade dike?

Sersal an jî serê salê temambûna salekê ye. Gava sal dewr dibe, wekî her neteweyî kurd jî vê rewşê pîroz dikin. Wekî cejnên dînî û neteweyî, sersal jî bîrozbahiyeke giştî ye. Hemû gel di heman demê de û bi heman mebestê bi hêviya ku sala nû ji wan re bibe saleke şadî û bextewerî wê pîroz dikin. Pîrozkirina sersalê divê mirov ji bîr neke ku ew çand û kevneşopiyeke kevnar e. Dibe ku pîrozkirina sersalê yan jî sala nû ya neteweyan hinek ji hev cihê bin. A giring berdewamkirina taybetiyên xweser in ku divê mirov van taybetmendiyên aîdî çanda xwe ya sersalê bihêvişîne, biparêze, bidomîne û veguhêze nifşên nûhatî. Wekî çêkirina kalik û pîrika sersalê.

Wekî tê zanîn sersala kurdan 13 Çileyê ye. Kurd çima sersalê di 13 mehê de pîroz dikin?

Ev yek ji ber rewşa teqwîma rûmî diqewime. Tewqîma rûmî jî wekî ya mîladî teqwîmeke li gorî sîstem û sala rojê ye û sal 365 roj e. Tenê cudahiya sereke ji ya mîladî ew e ku 13 roj li pey ya mîladî tê.

Pirs li vir ew e bê bingeha teqwîma rûmî ji ku tê, pêşî kengê û ji aliyê kê ve hatiye danîn. A rast ez hîmê wê û bê ji kengê ve tê bikaranîn nizanim. Tenê pê dizanim ku ji sala 1840’î ve ji aliyê osmaniyan ve jî bi awayekî fermî ji bo sala malî/darayî hatiye pejirandin. Berî vê teqwîmê gelo kurdan kîjanê bi kar dianî, berî îslamiyetê rewş çawan bû, gelo tewqîma îranî jî ya kurdan bû û pirsên din hemû hêjayî lêkolînê ne, ji bo ku em paşxaneya xwe ya dîrokî baş bizanin hewce bi lêgerîn û lêkolînên cidî hene.

Ji bo vê tewqîma rûmî tiştê başlkêş ew e ku qet nebe em pê dizanin li Bakur kurd ji vê re dibêjin “hesabê kurmancî” û ji ya mîladî re jî dibêjin “hesabê tirkan”. Hîn jî kesên ku di bin tesîra çand û zimanê tirkî de nemane, yan jî pir kêm mane hesabê xwe li gorî teqwîma rûmî dikin. Bingeha wê çi dibe bila bibe kurd ew ji xwe re xwemalî kirine. Divê haya me ji vê yekê hebe.

Kurd di wê rojê de amedakariyên çawa dikin?

Sersal li gorî teqwîma rûmî jî kanûna paşîn e, ango meha dawî ya zivistanê ye.  Li gorî berê ji ber zivistanê her kes di malên xwe de ne, ne wekî niha. Ne televîzyon, ne radyo, ne amrazên dijîtal wekî telefonên mobîl, tiştek tune bû. Loma ji ber bêhtengiyên rojên monoton, her kes bi hêvî li bendî hatina vê rojê bû. Ji bo her kesî şadî, heng û kêfxweşî bû. Nemaze ji bo xortan. Amadehî ji bo pîrozbahiyên sersalê dihatin kirin.

Kurd sersalê çawa pîroz dikin?

Li gorî teqwîma rûmî, 13’ê sibatê êvarê pîrozbahî tên kirin. Bi taybetî xort, ne keç li hev dicivin, ji nav xwe kalik û pîrikekê hildibijêrin. Ez behsa yên aliyê me dikim ku ez bi xwe jî beşdarî wan rituelan bûme. Wekî tê zanîn li hin deverên me ji kalikê sersalê re qirdikê sersalê, qirdikê damê, baba gaxan, bab agaxand jî dibêjin…

Me digot kalik û pîrik, her du jî kur bûn. Cilên kalan li kalik dikirin, ji hiriyê rih pê ve dikirin, şaşik didan serî, saqo lê dikirin, darek yan jî gopalek didan dest. Ji bo pîrikê jî kincên jinan lê dikirin, meles/çarik didan serî, rûyê xwe dinixamt, xwe ji mêran digirt. Çend xort jî wek alîkar bi wan re tevî rîtuelê dibûn.

Em mal bi mal digeriyan da ku tiştan berhev bikin. Wekî fêkiyên zivistanê, bastêq, kesme, meşlûr (ango benî/şaran/ xarûz), mewij, kakil, dendikên zebeşan, nokên sîlikê hasilî kelam çi hebûya. Hema bibêje pere tune bû, kêm kesî dida. Ev tiştên berhevkirî paşê li malêkê bi hev re dihatin xwarin û li hev dihat parkirin.

Gava kalik û pîrik biçûna malekê, helbet pêşî li deriyê malê didan, ku wan qebûl bikira, kalik û pîrik diketin milê hev govend digirtin, stran û qewlêrk digotin. Kalik digot ku wî ev a pê re revandiye û hatiye alîkariyê, berhevkirina bêşê.

Tiştên wiha di bîra min de mane:

Kalik digot: serê salê binê salê, pif kere pif, du nêrî û du bizin.

Ên bi kalik û pîrik re digotin:

Serê salê binê salê

Xwedî kurik bide kevaniya malê

Qerqûş merqûş

Xwedê kurik bavêje dergûş

Para min kakil û mewij

Donî monî mal ava

Xwedî kurê we bike zava

Di serê salê de kalo û pîrê hene. Zarok xwe dişibînin van karekteran. Ev çand xwe dispêre çi, çîroka vê çi ye?

Ez bi xwe nikarim bi awayekî tam bersiv bidim vê pirsê. Lê dikarim behsa şibandinekê bikim ku hema yekser kalik û pîrik, yan jî qirdik, baba gaxan/gaxand Noel Baba tîne bîra mirov ku bingeha wî jî dibêjin Anadolî ye.

Çi baba gaxan, qirdik an jî kalik e divê yekî hunerwer be ku bikare ji bin barê rola xwe rabe, pîrik zêde ne aktîf e. Hûn dizanin di çandan de leyîstikên temaşeyî hene ku bingeha tîyatroyê ne. Kesên xwedî qabiliyet û behremend bi van rola radibin.

Kalik û pîrikên me diyariyan berhevdikin, ew ji malbatan distînin. Ew diyariyan nadin. Ev cudahiyeke balkêş e ji Noel Baba.

Ez dixwazim balê bikişînim ser gotina “Donî monî mal ava, Xwedî kurê we bike zava”. Bêjeya donî yan jî di hin devokan de wekî Sêrtê dolî. Ez pir bi pey wateya vê gotinê ketim ku ez gihîştim wê baweriyê ew tê mehneya diyarî ango hediye. Mesela di nav êzîdiyan de dolîdank heye. Êzîdî di rojiyên Xizir Nebî de zarok goreyeke neqişandî ya ji hiriyê di kulekê re berî hundirê malê didin û bi stranan ji xwediyên malê tiştan/diyariyan dixwazin. Ev yek bi temamî meseleya Noel Baba tîne bîra mirov ku di kulekê re îcar ew diyariyan dide zarokên malê.

Di zimanê me de biwêjek heye, ji bo kesên tiral û yên naxebitin. wiha dibêjin: ev camêr naxebite, çawan debara xwe dike, qey Xwedî di kulekê re jê re dişîne. Bi ya min gava mirov li vê biwêjê hûr dibe û têr tê difikire dîsan rîtuelên sersalê yên Noel Baba tên hişê mirov.

Bi kurtasî hewce bi xebatên zanistî yên li ser van yekan, van çandan heye da ku hem paşxaneya wan baş zelal bibe û hem jî sedemên pîrozkirina van rîtuelan tam diyar bibe.

Em kurd li gorî gelek neteweyan dereng bi xwe hisiyane, loma pêwîstî bi xebatên li ser van waran heye ku ev çand in û mirovahî bi qonaxa demê re ew afirandine. Çand jî rihê hevpar ê aîdiyetê, nasnameyê çêdikin. Rengên xwe ji gelên cîranan jî cuda dikin. Çand jî xerca pevzeliqînê yê fikira hevpar e.