24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêk tenê nedayîna mûçeyan nîne

Li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên protestoyî di 2’yê kanûnê de li Silêmaniyê dest pê kir. Karmendên ku bi mehan e hikûmeta Başûr mûçeyên wan nedane, nelirêtî û gendeliyan protesto dikin. Xwepêşandanên ku gel bi girseyî tev lê bûye, her çû li gelek navçeyên Silêmaniyê belav bûn. Di nav hefteyê de li gelek navçeyên mîna Germiyan, Seyîdsadiq, Kelar, Qeladiz, Çemçemal, Xurmal, Kifrî, Zerayen, Tekye, Pîremegrûn, Şarez û Ranyayê çalakî hatin lidarxistin. Xwepêşanderan avahiyên PDK, YNK, Tevgera Goran û gelek partiyan din şewitandin. Herî dawî li parlamentoya Başûr hin parlamenter jî piştgirî bidin xwepêşandinan li parlamentoyê dest bi grevê kirin.

Xwepêşandanên ku di nav hefteyê de jî domiyan, herî kêm 8 ciwan û zarok ji aliyê hêzên ewlekariya herêmê ve hatin kuştin û  her wiha pêşmergeyek jî jiyana xwe ji dest da. Der barê xwepêşandan û rewşa dawî de, rojnamegerê Başûr Dîfaa Herkî ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku gelê Başûr ne dijminê welatê xwe ye, sedema van xwepêşandanan îro tenê birçîbûn, bêkarî, bêzarî û nebûna azadiyê ye.

Xwepêşandan balav dibin

Dîfaa Herkî der barê rewşa dawî ya xwepêşandanan de diyar kir ku rewşa niha di asteke xirab de ye, nerazîbûna gel heye, gelê Başûr ji bo vê yekê jî hê bihêrs e û wiha got: “Tevahiya çînên civakê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Di desthilatdariya Başûr de ev krîzên ku 29 sal in li başûrê Kurdistanê didomin wisa kiriye ku gel li piraniya bajarên Kurdistanê xwepêşandanan li dar bixe. Niha xwepêşandan li piraniya navçeyên Silêmaniyê didomin. Di van çalakiyan de heta niha herî kêm 8 kes şehîd û nêzî 54 kesî jî birîndar hene. Gelek xwepêşender jî hatine binçavkirin û girtin.”

Rewşa aboriya Başûr

Herkî di axaftina xwe de bal kişand ser gotina rayedarekî PDK’ê yê ku xwepêşander wek ‘terorîst’ bi nav kir û wiha domand: “Hin rayedarên PDK’ê ji bo xwepêşanderan dibêjin ‘terorîst’. Bi rastî jî ev ne gotineke di cih de ye. Ji ber ku gel ji bo rewşa aborî ya xerab derketiye qadan û mafên xwe dixwaze. Gel îro li Başûr bêkar û birçî ye. Ev nêzî 3-4 meh in gelê Başûr mûçeyên xwe nestandine. Heta niha li Başûr sê çar mûçe hatine dabeşkirin. Bêrêzî li dayikên şehîdan tê kirin û zarokên wan birçî ne. Nêzî 300 hezar ciwanên ku zanîngeh qedandine bêkar in. Ev gotinên bi vî rengî yên qirêj û kirêt in. Îro sedema van xwepêşandanan ne birçîbûn tenê, bêkarî, bêzarî û nebûna azadiyê ye. Tu dest li pişt xwepêşandanan tune ye.”

‘Gel ne dijminê welatê xwe ye’

Rojnameger Herkî li ser îdiaya hikûmetê ku dibêje li pişt xwepêşandanan hêzên derve hene jî ev tişt anî ziman: “Ji salên 1993’yan heta niha her dema xwepêşandanek çêdibe, desthilatdara Başûr dibêje ‘destê derve li pişt e’. Yanê cihê ku hikûmet berê xwe bide rastiya gel û xizaniya gel bibîne, berovajiyê vê yekê tevdigere û dibêje xwepêşandan bi destê derve pêk tên. Kes dijminê welatê xwe nîn e, dijminê hikûmeta xwe nîne lê îro gel tenê daxwaza heqê xwe kiriye. Gel ne gotiye ji hikûmetê re ka kompaniyên xwe bide, milk û malê xwe bide! Gel dawa mûçeyên xwe dike, mafê xwe dike.”

Gel ne azad e

Herkî der barê sedemên xwepêşandanan de diyar kir ku sedema yekemîn her çiqas krîza aborî û mûçe bin jî di bingehê de hin sedemên din jî hene û wiha pê de çû: “Egera sereke mûçe ne û ligel vê jî hikûmeta Başûr bac û bertîl li ser gel dirust kirin. Di heman demê de heqê gelê Başûr nadinê. Sedema din nebûna azadiyê ye. Li Başûr azadiya rojnamegeran û civakê û hwd. tune ye. Yek ji sedema çalakiyan nebûna edaletê ye, ji ber ku li Başûr edalet nemaye. Başûrê Kurdistanê wekî welatê sîn û çîn lê hatiye. Sedemeke din jî nebûna çaksaziyê ye. Li welatê me çaksazî li tu sazî û cihekî tune ye. Niha pereyên petrolê bi ku ve diçin, pereyên derazingên (deriyê) sînoran bi ku ve diçin gel vê yekê nizane. Ev tev sedemên van xwepêşandanan in.”

‘Bila hikûmet guh bide gazinên gel’

Her wiha Herkî da zanîn ku ger hikûmet guhê xwe nede gel û nerezîbûnên gel li ber çavan negire dê her biçe rewş xirabtir bibe, xwepêşandin belavtir bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewce ye hikûmet li dû gazinên gel here, tişta herî lezgîn were kirin ev yek e. Tu baregeh, avahî û kelûpelên partiyan hindî dilopeke xwîna mirovekî kurdan biqîmet nîn e. Loma jî hewce ye hêzên hikûmet vê tundiya li ser gelê xwe rabike û di demeke kurt de çareseriyekê ji bo daxwazên xwepêşanderan bibîne.”