spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê çi ye?

Navenda Lêkolinên Qada SosyoPolîtîk, di navbera 14 û 23’yê tebaxa 2020’an de, li 13 bajarên bakurê Kurdistanê, têkildarî meylên hilbijêran lêkolînek kir. Di vê xebatê de, helwest û nêzîkatiya hilbijêran a ji bo pirsgirêk û çareseriyên bingehîn ên li Tirkiyeyê hatin destgirtin.

Ev lêkolîn li bajarên Amed, Wan, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Mûş û Sêrtê hatiye kirin. Ji bo vê lêkolînê bi awayê onlîne bi 918 kesan re havdîtin hat kirin. Yek ji pirsên ji beşdaran hatiye kirin wiha ye; “Li gorî we pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê çi ye?”

Ji sedî 45,3’yê beşdaran bersiva “Pirsgirêka kurd e”, ji sedî 27,9 “Bêkarî/aborî”, ji sedî 4,4 “Nebûna Demokrasiyê”, ji sedî 3,9 “Şer û pevçûna heyî”, ji sedî 3,9 “hikûmet”, ji sedî 3,3 “Rewşa pergala hiqûqî ya heyî”, ji sedî 3,3 “nebûna mixalefetê”, ji sedî 2,6 “Pergala serokomariyê”, ji sedî 1,7 “Cemaeta Gulen/FETO” û ji sedî 1,3 “DAIŞ û rêxistinên radîkal” dan.  AMED