20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” wergerî kurdî kirin

Pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” ya nivîskar Dilşad Murad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kurdî hat weşandin.

Nivîskar mijara qirkirina di Rojhilata Navîn de bi berfirehî digire dest û qirkirinên bi nav û deng ên li herêmê tên naskirin, ne tenê weke çîrokekê tîne ziman. Nirxandin û analîzeke zanistî dide vê mijara metirsîdar. Bi pêşkêşkirina nêrîn û analîzeke kûr, balê dikişîne ser îdeolojiya ku dibe bingeha van qirkirinan, de desthilat û rêjîm ji xwe re dikin hincet ji bo qirkirinên xwe derheqê miletan de pêk bînin. Di destpêkê de dest bi nîqaşkirin û redkirina bingehên îdeolojiya rêjîmên desthilat di Rojhilata Navîn de dike. Bîrdoziya ku bawerî û netewperestiyê ji bo xapandina miletan bi armanca gurkirina şerê di navbera wan de dike amûr analîz dike.

Paşê nivîskar di pirtûka xwe de li ser rola Rêjîma Navdewletî ya Hegemon a domandina şerê di navbera miletan de eşkere dike. Gelek mînakan li ser rola wê ya dermirovî pêşkêş dike.

Nivîskar di pirtûka xwe de behsa gelek qirkirinên di Rojhilata Navîn de dike bi taybet ser miletên ermen, kurd, suryan, keldan û asûr.

Di dawiyê de, ji bo nivîskar bi rola xwe bi temamî rabe çend xal û riyên çareseriyê pêşkêşî miletan dike ji bo bi riya wê karibin li hemberî siyasetên qirkirina etnîkî rabin. Xalên çareseriyê jî ev in: Berxwedana giştî, rêveberiyên demokratîk û yekîtiya miletan.

Navê pirtûkê: Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî

Nivîskar: Dilşad Murad

Wergera kurdî: Hişyar Murad

Hejmara rûpelan: 244

Cih û dîroka weşandinê: Weşanxaneya Şilêr, Qamişlo-Sûriye, çapa yekem 2021’an