23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka ‘Erdnîgariya Kurdistanê 2: Wan’ derket

Nivîskar û mamoste Abdurrahman Onen ku bi salan e li ser kurdî û nexasim li ser erdnîgariya Kurdistanê xebatan dike. Onen wekî çarçoveya van xebatên xwe di sala 2008’an de pirtûka xwe ya bi navê Ferhenga Erdnîgariyê ji nav weşanên Dozê dabû çapkirin.

Piştî xebat û gerên xwe yên berfirehtir, Onen berhema xwe ya bi navê Erdnîgariya Kurdistanê 2: WAN ku li ser erdnîgariya Kurdistanê ye çap kir. Berhem ji nav weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derçû. Wekî rêzeberhemên li ser erdnîgariya Kurdistanê xebatên Onen hêdî hêdî tên çapkirin. Berhema ewil ya ku ji nav weşanên weqfê çap bûbû li ser bajarê Agiriyê û erdnîgariya Agiriyê bû.

Onen derdora 40 rojan li hemû deverên Wanê geriyaye û xebata xwe li ser lêkolîna qadî saz kiriye. Bi gelên li gund, mezre, navçeyan re hevdîtinan kiriye. Li gorî paşxana xwe ya teorîk û lêkolînên xwe yên qadî; navên mezre, gund û navçeyên Wanê yên kurdî, tirkî û çem, gol, çiya, deşt, zozan û hwd. ên Wanê di vê berhema xwe de daye hev. Her wiha di berhemê de gelek wêne û nexşeyên bajarê Wanê jî cih digirin.

Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene.