19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka êş û bêrîkirinê

Pirtûka bi navê “Êşname” ya helbestvan Kadîr Çelîk ji weşanên Payîzê derket. Pirtûk ji 223 rûpelan pêk tê û nêzî 200 helbest tê de hene. Berhema Çelîk li pirtûkxaneyên kurdî li benda xwîner û helbesthezan  e.

Helbestvan Kadîr Çelîk der barê pirtûka xwe de dibêje ew bêtir ji helbestên kin hez dike û li dinê her ku diçe helbestên dirêj kêm dibin û niha terendek helbestên kin dest pê kiriye. Çelîk destnîşan dike ku divê helbestvan merama xwe bi kurtahî bîne ziman û her çiqas helbest kin be jî divê peyama xwe bîne ziman da ku tîna dilê xwîner bişkîne.

Çelîk dibêje pirtûka wî ya “Êşname” ji êş û bêrîkirinê pêk tê û bi giştî helbestên wî li ser êş û bêrîkirinê ne. Çelîk got ku ew di helbestan de derberînên xwe tîne ziman û ew diçe ku êş û bêrîkirin pê re ye. Çelîk da zanîn ku ew ji biçûkatiya xwe ve ji helbestê hez dike û salên dirêj e helbestan dinivîse. Çelîk dibêje ku ewilî bala wî li ser helbesta klasîk bû û paşê jî dengê bayê helbesta nûjen a efsûnî lê daye û wî dest bi helbesta nûjen kiriye. Çelîk got ku zimanê kurdî û helbest li bejna hev tên.

AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê