spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ derket

Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa xwe ya taybet, di nav bergekê de ji weşanxaneya Aramê derçû. Bi boneya 100 saliya jidayikbûna Apê Mûsa weşanxaneyê hemû berhemên wî civandin û di pirtûkeke hezar 590 rûpelî de çap kir.

Xebat û berhemên Apê Mûsa yên ku di nav 72 salên temenê xwe de  afirandine bi pêşkekî paqij û çavdêriyeke hêja hat çapkirin û berhem niha li benda xwînerên xwe ye. Weşanxaneya Aramê çendek berê jî bi boneya 100 saliya jidayikbûna Apê Mûsa pirtûkeke bi navê ‘Apê Mûsa 100 salî ye’ li ser jiyana Apê Mûsa weşandibû ku di pirtûkê de cih dabû hizir û ramanên endamên malbatê, dost û heval, hevrê û nasên Apê Mûsa.

Berhemên Mûsa Anter ên ku di pirtûkê de cih digirin ev in: “Birîna Reş”, “Kara Yara”, “Kimil”, “Fıkralar”, “Kimil Davası”, “Şarktan Manzaralar”, “Doğu’nun Kalkınması Türkiye’nin Kalkınması Demektir”, “Vakayîname”, “Hatıralarım 1-2”, “Ülke ve Gündem Yazıları”, “Çinara Min”, “Ferhenga Kurdî Tirkî – Kürtçe Türkçe Sözlük”.  Ulaş Güldiken, İlhami Sidar û Rêdûr Dîjleyî edîtoriya pirtûkê kirin.  

AMED