24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka kilamên Radyoya Êrîvanê

Ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurd-Alman (Deutsch Kurdisches Kultur Institut) û Kurdisches Musik Und Kulturerbe E.W. (KMK) pirtûka bi navê ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ ku ji 4 cildan pêk tê derçû.

Berhevkariya pirtûkê Cewad Merwanî kiriye û di pirtûkê de bi giştî gotin û notayên 915 stranan cih digirin. Notayên stranên dengbêjan hatine nivîsandin û her wiha di warê akademîk de analîzên hemû stranan hatine kirin.

Mehmet Çakmak edîtoriya pirtûkê kiriye û muzîkolog Veysî Varli jî kontrol, sererastkirin û têkildarî stranan analîz nivîsandiye. Servet Denîz redaksiyon û Şiyar Ayaz jî notasyona pirtûkê kiriye.

Muzîkolog Veysî Varli têkildarî vê berhema girîng agahî da û diyar kir ku Cewad Merwanî 8 sal berê ev xebat ji wî re şandiye û piştre bi tevî lijneyeke hatiye avakirin dest bi xebatan kirine. Varli da zanîn ku amadekirina pirtûkê di 8 salan de qediyaye û pirtûk li Ewropayê hatiye çapkirin. Pirtûk li nêzî 100 saziyên civakî û saziyên çapemeniyê yên li Amedê hatiye belavkirin. AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê