24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka ‘Mam Celal: Komkirina hevdijan’ hat belavkirin

Pirtûka ‘Mam Celal: Komkirina hevdijan’ li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê hate danasîn û belavkirin.

Pirtûk li muzexaneya Emnesorekeyê ya Niştimanî ya bajarê Silêmaniyê, bi tevlêbûna gelek berpirsên hikûmetê, malbatên pakrewanên Enfalan, rewşenbîr û mamosteyan hat belavkirin.

Ew pirtûka ji aliyê mamoste Herêm Ebdula ve hatiye amadekirin, lêçûna wê ya çapê jî ji aliyê berpirsê yekîneyên 104’an Îsmaîl Hemîd ve hatiye dayîn.

Ji bo wefadariya ji ruhê pakrewanên rêya azadiyê re, wekî sembola 21 tîrêjên rojê ya Alaya Kurdistanê 21 kesan belavkirina pirtûkê girte ser milê xwe û dest bi belavkirina vê berhemê kirin. SILEMANÎ