spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka newayên ji bo piyano û kemanê

Akademiya Ma Muzîkê, haziriya pirtûkeke kurdî dike. Pirtûk wê bi minasebeta projeya “Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan” çap bibe û taybetiya wê ew e ji bo fêrbûna keman û piyanoyê metodên kurdî dihewîne.

Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar der heqê projeyê de ji nûçegihanên MA’yê  Fahrettîn Kiliç – Fethî Balaman re axivî. Şêrko Kanîwar wiha got: ‘’Taybetmendiyeke van metodan heye, di cîhanê û dîroka muzîka kurdî de cara yekem bi newayên kurdî ji bo piyano û kemanê wê metod bên hazirkirin. Niha me bi dest amadekariya projeyê kiriye. Muzîkjenê kurd Brûsk Zanganeh ji Swêdê bi telekonferansê beşdarî amadekariyan dibe. Piyanîstê Bolîvyayî Sergio Escalera ku ev çar sal in em bi hev re dixebitin, ji Portekîzê bi telekonferansê tevlî dibe. Ji Ma Muzîkê jî ez û Mamoste Ramîn tevlî dibin. Hefteyê carekê bi awayekî sîstematîk em bi telekonferansê civînên xwe li dar dixin. Em difikirin ku di meha mijdarê de pirtûka me çapkirî be û li hemû sazî û dezgehên ku karê muzîka kurdî dikin belav bikin.”

Kanîwar, da zanîn ku bi giştî 11 kes di projeyê de cih digirin û wiha axivî: “Hinek tenê nota dinivîsin, hinek heval stranan hildibijêrin. Wê hinek kes mîzanpajê bikin. Werger dê werin kirin. Zimanê pirtûkê bi zaravayê kurmancî ye. Tekstên wê dê bi kurmancî bin lê melodî wê bi zazakî, soranî û kurmancî bin. Hejmara stranan hêj nediyar e. Rast e, stranên ji bo keman û piyanoyê hatine nivîsandin hene. Lê mixabin wek metod ji sedî sed kurdewar bin û ji nav newayên kurdî hatibin girtin, heta niha nehatine amadekirin. Ji bo wê jî ev berhem dê bibe yekem berhem û ew ê rê li pêş ciwanên nû veke ku karibin van metodan dewlemendtir û xurtir bikin. An ku dê di asta cîhanî de metodên fêrkirina piyano û kemanê bên amadekirin.”

Her wiha Kanîwar got ku ew dixwazin di çarçoveya vê projeyê de konserekê jî çêbikin bes ji ber şewba vîrusa koronayê dibe ku çênebe û projeya xwe li ser platformên  dijîtal parve bikin. AMED