24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka ‘Zimanê Me’ ji weşanên Loryayê derket

Pirtûka ‘Zimanê Me’ ya Mustafa Acar ji weşanxaneya Loryayê derket. Pirtûk ji 78 rûpel û 3 beş e. Beşa pêşî çend helbestên li ser zimanê kurdî ne; ya duyemîn li ser çandê hin çarîn in; beşa sêyemîn jî ji bo ku zarok ji ajalan hez bikin, li ser hin ajalan helbest û hin mijarên cuda ne. Hemû mijar li gor teşeyên qafiye û nezmê hatine nivîsandin. Di beşa ewil de helbesta tîpan bi awayê marşê hatiye amadekirin. Ji bo her tîpekê çarînek heye.

Nivîskar Acar dibêje ku pirtûk tenê ne ji bo zarokan e. Dema mezin ji zarokan re bixwînin dê hem kêfa mezinan hem jî kêfa zarokan jê re were. Dema kal û pîr guhdarî bikin dê bi kêf lê guhdarî bikin, ji ber ku behsa amûr û tiştên ku ji zemanê berê tê de hene. Mirovên li gundan mezin bûne dê zaroktiya xwe tê de bibînin. Dema ciwan bixwînin dê bi saya wê haya wan ji xweşbûna kurdî çêbibe. Loma jî nivîskar Acar dibêje: “Dema me wê da nasîn me got em dixwazim ev pirtûk di malên temamê kurdan de hebe û ji heft saliyan heta heftê saliyan bixwînin. Yên dizanin bixwînin, divê ji yên nizanin bixwînin re bixwînin.”

Mustafa Acar kî ye?

Li medreseyan xwendiye; li Amedê heşt salan meletiya fermî û salekê jî mamostetiya çanda olê kiriye. Niha li zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê lêkolîner e.
Xebatên wî bi piranî li ser ilmên îslamî ne ku bi kurdî hatine nivîsandin. Ji bilî vê pirtûkê niha çar dosyeyên wî yên helbestan bi kurdî ji bo çapê amade ne. Dosyayek ji bo ciwanan, yek ji bo welatperweran, yek jê jî mijarên curbicur in. AMED