20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûkên kurdî li girtîgehan jî bivve ye

ÎHD û saziyên mafên mirovan bi rapor û daneyan piştrast dikin ku gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Mafê tendirustî, daxwazname, name, pirtûk telefon û gelek mafên din têne binpêkirin. Bi taybetî mafê girtiyan ên pirtûkên kurdî têne binpêkirin.

Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a meha nîsan, gulan û hezîrana 2021’ê li girtîgehên Tirkiyeyê 287 hezar 94 kes girtî ne. Ji kesên girtî jê 11 hezar û 283 jin, hezar û 640 zarok û 274 hezar û 171 jê mêr in. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, di meha nîsan, gulan û hezîranê de 17 girtî mirin. Komîsyon di raporê de destnîşan dike ku li gel girtî bi hejmarek zêde di nava hev de dijîn jî li gorî pêwistiyê paqijî nayê kirin. Ev jî dibe sedem ku şewba vîrûsa Covîd-19 bi lez belav bibe. Komîsyon destnîşan dike ku li girtîgehan 604 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û bi giştî hezar û 605 girtî nexweş in.

Li gorî dane û rapora Navenda Giştî ya ÎHD’ê ya 2020’î li girtiyan 60 girtî mirin. ÎHD di rapora 2020’î de agahiyên 10 salên dawî jî parve kirin û ev agahî dan: “Li Tirkiyeyê di 2020’î de 60 girtî mirin. Ji ber agahiyên kêm em nikarin tam hejmara rast destnîşan bikin. Hejmara rast pir zêde ye. Li gorî bersiva Wezîrê Dadê Bekir Bozdag,  di sala 2017’an de agahî dan parlamentere CHP’ê yê Sezgin Tanrıkulu; li girtîgehan di sala 2009’an de 242, di 2010’an de 260, di 2011’an de 285, di 2012’an de 286, di 2013’an de 265, di 2014’an de 312, di 2015’an de 373 girtî li girtîgehan mirin. Li gorî raporên ÎHD’ê jî di 2009’an de 36, di 2010’an de 35, di 2011’an de 36, di 2012’an de 73, di 2013’an de 33, di 2014’an de 45, di 2105’an de tevî daneyên Wezareta Dadê 227 girtî mirin.

Komîsyona ÎHD’ê di rapora 3 mehên nîsan, gulan û hezîrana 2021’ê de bal kişandiye ser mafê tendirustî, ragihandinê yê girtiyan û cih daye van agahiyan: “Girtiyan bi maşîneyên rîngê û di şertên xerab de sewqî nexweşxaneyan dikin. Girtiyan tevî kelepçeyan muayene dikin. Li gel rîska vîrûsa Coronayê amûrên paqijiyê û rûpoşan nadin girtiyan. An girtiyên nexweş dereng dişînin revîran, an jî qet naşînin revîran. Girtiyên bi nexweşiya epîlepsî di hucreya yek kesî de têne girtin. Saziya Tipa Edlî tevî nexweşiyên giran rapora “Dikare li girtîgehê bimîne” dide girtiyan. Girtiyên nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin serbest nayên berdan. Dermanên girtiyan ên daîmî nadin wan. Girtiyên divê ji diranên xwe bên tedawîkirin, nayên tedawîkirin.

30 girtî bi îşkenceyê re rû bi rû man

Komîsyon diyar dike ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn di mehên nîsan, gulan û hezîranê de 30 girtî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Li gorî raporê mafên girtiyan tên binpêkirin û daxwazên girtiyan li ber çavan nayê girtin. Komîsyonê da zanîn ku li gel zirûfê ku girtî bi şert bên berdan heye jî bi sedema cezayê dîsîplinê li wan hatiye birîn girtî nayên berdan. Girtî dixwazin qawîşên xwe biguherînin lê ev daxwazên girtiyan tên redkirin.  Girtiyên ketine grevê cezayê qedexeya şahiyan li wan hatiye birîn. Ji bo girtiyan ceza bikin, mafê wan ê werzîş, şahiyên civakî, atolye û qadên sohbetê li wan tê qedexekirin.

Pirtûkên kurdî û rojnameyan nadin girtiyan 

Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgun, nadin girtiyan. Girtiyên dûrî malbatên xwe ne, dixwazin sewqî girtîgehên nêzîkî malbatan bêne kirin. Lê ev daxwazên girtiyan nayê qebûlkirin. Komîsyonê di raporê de bal kişand ser mafên girtiyan ên ragihandin û pirtûkên kurdî jî û wiha li raporê zêde kir: “Mafê girtiyan ên ragihandinê tê astengkirin. Pirtûkên kurdî nadin girtiyan. Daxwaznameyên girtiyan nayên bersivandin û daxwazname nakevin qeydên fermî. Deriyan êvaran zû digirin û serê sibehan dereng vedikin. Xwarinê pir hindik didin girtiyan. Name û koliyên ku ji girtiyan re têne şandin an nadin wan an jî pir dereng didin wan. Girtiyên dixwazin odeyên wan bêne guhertin, ev daxwaza wan tê redkirin.

Tirkiye mafê girtiyan bin pê dike

Komîsyonê di beşa encamê de ev tespît kirin: “Hiqûqa mafên mirovan a navdewletî û neteweyî gelek maf dane girtiyan. Lê rêveberiyên girtîgehên Tirkiyeyê van mafên hatine diyarkirin bin pê dike. Rayedarên girtîgehan peymanên gerdûnî û mafê zagonî yên qanûna bingehîn bin pê dike. Rêveberiyên girtîgehan zagonên Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku mafên girtiyan ên tendirustî, raman, ragihadin, çandî û civakî diparêze bin pê dike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê