24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûkxaneya Serdem

Pirtûkxaneya Serdemê di 22’ê îlona 2018’an de bi pêşengiya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Yekem pirtûkxane ye li warên koçberiyê bi taybetî li kampa Serdemê hatiye vekirin. Di pirtûkxaneya Serdem de nêzî sê hezar cureyên pirtûkan hene; tê de pirtûkên wekî roman, çîrok, wêje û helbestên bi zimanê kurdî, erebî û tirkî hene. Piraniya pirtûkan di nav malên hilweşiyayî de di dema şer de hatine dîtin û xistine pirtûkxaneyê.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avesta Ibrahîm der barê armanca pirtûkxaneyê de axivî û diyar kir ku pirtûkxane ji bo koçberên ku ji axa xwe dûr ketine hatiye vekirin û wiha got: “Me xwest bi rêya vê pirtûkxaneyê xwe bigihînin civakê û ciwanan, ji wan re bibin alîkar. Gelek pirtûk me ji nav malên hilweşiyayî û rûxandî derxistin û anîn pirtûkxaneyê. Rojên destpêkê ji vekirina pirtûkxaneyê em ditirsiyan ku koçber vê yekê qebûl nekin lê bi demê re xwestek û qebûlkirina gel ji xwendinê re zêdetir bû. Piraniya ciwanan berê xwe dan pirtûkxaneyê û ji derveyî kampê jî ciwan derbasî pirtûkxaneyê dibin.

Di vê pirtûkxaneyê de pirtûkên lêkolînê jî hene, mirov dikare agahiyên xwe bi rêya wan berfirehtir bike. Ciwan û zarokan zêdetirî du hezar pirtûkan girtine ji xwe re dixwînin û li ser nîqaşên xwe dikin.”

Avestayê behsa berhemên ku ji pirtûkxaneya Serdem derxistine kir û wiha pê de çû: “Em bi rêya vê pirtûkxaneyê pêşbirkên wêjeyî salane li dar dixin, di heman demê de dewreyên perwerdeyên lêkolînan jî tên vekirin. Gelek ciwan li gel me hene xwedî meraq in û dikarin berhemên xwe di pêşerojê de derxin. Ji zarokan re jî di dibistana kampa Serdemê de odeya xwendinê me ava kir û pirtûkên çîrokên zarokan tê de hene. Em bi hêvî ne ku di demên pêş de li tevahiya dibistanan odeyên xwendinê ji şagirtan re bên vekirin, da ku bêhtir fêrî zimanê xwe bibin. Pirtûk hevalên mirovan in. Em bi hêvî ne mirovên zana ji vê pirtûkxaneyê derbikevin.”

ŞEHBA