20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî agirbestê Tirkiye bû mijara henekan

Dema şerê navbera Filistîn û Israîlê rayedarên dewleta tirk û serokomarê tirk Tayyîp Erdogan ji bo dilê girseya xwe û oldaran xweş bikin peyamên tund dan. Her wiha Erdogan bang li Pûtîn kir ku hêzeke leşkerî bişînin herêmê.

Piştî agirbestê di medyaya civakî de û nemaze jî medyaya civakî ya ereban de helwesta dewleta tirk bû mijara qerf û henekan. Vîdeoyên artêşa tirk parve dikin û dibêjin Tirkiye ji bo Mescîdî Aqsayê rizgar bike berê xwe daye Filistinê.  Rastiya vîdeoyê ew e ku di sala 2019’an de dema hikûmeta tirk konvoyeke mezin ji wesayitên xwe yên zirxî û tankan şandibû ser sînorê Sûriyeyê.

Êdî hinek youtuberan ew dîmen avêtine ser malperên xwe yên civakî û wey li wî ku sernavekî nû ji dîmen re bibîne û ji nû ve par vebike.

Pê re jî hin axaftinên rayedarên tirk belav kirine. Wekî mînak gotina Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu dibêje; Divê Qudus ji alî hêzên navnetewî ve were parastin, divê hêzên me Qudsê biparêzin’ wergerandine erebî û ew gotin bi dîmenê konvoya leşkerî ve zeliqandine.

Hin sernavê ku ev vîdeoyan pê hatibûn belavkirin wiha ne:

*Erdogan soza xwe pêk anî, artêşa tirk li Qudsê ye.

*Tirseke mezin ket dilê israîliyan berê artêşa tirk li Filistînê ye.

*Lezgîn: Erdogan ji bo rizgakirina Qudsê ferman da artêşa xwe .

*Artêşa tirk ketiye rê û gelê Filistînê ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Her wiha gelek sernavên din û şîrove û daxwaz û nêrînên xwe jî bi wan dîmenan re belav kirine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê