Tuesday, June 22, 2021

Piştî axaftina Erdogan û Biden operasyona dersînor

Piştî ku serokê DYA’yê Joe Biden hat hilbijartin têkildarî polîtîkayên Amerîkayê gelek nîqaş hatin kirin û hat gotin ku gelo dê Biden polîtîkayên Trump bidomîne an na. Lê wisa xuya dike ku polîtîkayên dijberiya kurdan naguhere. Çend roj berê jî DYA’yê biryara der barê pêşengên Tevgera Azadiyê ku 3 sal bere hatibû dayîn, careke din dubare kir.  

Pişti telefona di navbera Serokê DYA’yê Joe Biden û serokomarê tirk Tayyîp Erdogan de, ku gotin ‘Li ser Komkujiya Ermeniyan’ axivîne, artêşa tirk ji hewayî û bejayî ve li dijî herêma Metina, Avaşîn û Zapê dest bi operasyonê kirin. Piştî operasyonê di navbera hezên TSK û HPG’ê de şerê dijwar dest pê kir.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); artêşa tirk şevê din saet di 20.00’an de ji hewayî û bejayî ve li herêma Zendura ya Metîna û qadên Derarê, Koordîne û Stûna operasyon daye destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, balafirên şer ên artêşa tirk saet di 20.00’ê şevê de girên Derarê û Koordîne yên devera Zendûra yên Metîna Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ev herêm wekî xeta Qeşûra tê zanîn. Piştî bomberdûmana balafirên şer û şûn de helîkopterên bi tîpa Kobra qad bombe dikin. Li herêmê tevgera gelek balafirên Skorsky heye, ji qereqolên derdor û sînor jî bi obus û hewanan êriş tê kirin.

Êrîşên TSK’ê li herêmê belav dibin. Piştî qadên Metîna û Avaşînê vê sibehê artêşa tirk li ser Qela Bêdewê, Şehîd Munzur, Dola Nêrwe û Kinyanişê yên Zapê da destpêkirin. Li qadên Metîna û Avaşînê şer berdewam dike. TSK ji bejayî û esmanî ve bombebaranê didomîne. Hat diyarkirin ku li dijî operasyona hewayî û bejayî Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bersiv didin. Çavkaniyan diyar kir ku li herêmê balafirên keşfê jî zêde digerin.

Dema li herêma Metîna operasyon dan destpêkirin, li aliyê din di heman kêliyê de bi helîkoptêran esker danîn Avaşînê. Piştî artêşa tirk herêma Mamreşo ya Avaşînê bombe kir, şev nîvê şevê esker şandin herêmê. Hat gotin ku hêzên HPG/YJA Starê jî bersiv dan êrîşan. Tê gotin ku li herêmê şerekî dijwar dest pê kiriye. Li herêma şer heye, birîndar û kuştî zêde ne. Li 3 herêman di navbera TSK’ê û HPG’ê de şer didome.  

Di meha sibatê de jî artêşa tirk li dijî herêma Heftanîn û Xakurkê operasyona hewayî û bejayî dabû destpêkirin. Pişt re li herêma Garê operasyon li dar xistibûn. Artêşa tirk di operasyona herêma Garê de Biryargeha Sereke ya HPG’ê kiribû armanc. Di operasyona ku Erdogan gotibû “Bi ser neket” de 13 esker û polîsên ku 6 sal in di destê PKK’ê de bûn, di êrîşa hewayî de hatin kuştin.

HPG’ê diyar kirin ku artêşa tirk di êrîşê de gazên kimyewî bikar anîne û ji Neteweyên Yekbkûyî (NY) xwest heyetek bê avakirin û li herêmê lêkolîn bê kirin.