20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Piştî betalkirina Peymana Stenbolê mekanîzmayên gilîkirinê bêkêr in’

Berdevka Meclisa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran der barê geşedanên rojeva jinan de li navenda giştî ya HDP’yê axivî. Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser darizandina bersûcên dî dozên tundî, destdîrêjî û tecawuzê de û diyar kir ku li gor daneyên sûcên li dijî zarok û jinan tenê ji sedî 45 bersûc tên cezakirin.

Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe de da zanîn ku ji nêvî zêdetir bersûc piştî sûcên dikin, serbest tên berdan û pişt re jî sûcê ku kiriye didomînin û wiha pê de çû: “Vana daneyên têkildarî girtinê ne. Ev tablo nîşan dide ku mêr ji bo çi û baweriya xwe bi kê tînin û van sûcan dikin. Daraz divê bêalî be lê bi biryarên xwe yên li dijî jinan diyar dike ku daraza îktîdarê ye.”

Başaran diyar kir ku jin her roj bi tundiya mêr re rûbirû dimînin û wiha berdewam kir: “Her roj îktîdar ji bo jiyanê li jinên muxalîf ên bêdeng namînin teng bike tu tişt namîne ku nake. Duh endama me ya Meclisa Ciwanan Ezgî Orak wekî her carê bi îdaya ku binçav dikin hat revandin.  Li Enqereya ku bûye navenda van bûyerên çetewarî Ezgî Orak hat revandin û bi saetan agahî jê nehat girtin. Piştî bertekên raya giştî hat aşkerakirin ku li navenda polîsan e. Divê rayedarên îqtîdarê bersiva pirsa ‘wê çi ji Ezgiyê bikirana’ bidin.”

Berdevka Meclisaa Jinan Başaran da zanîn ku jinên di serdema pandemiyê de ji perwerdeya xwe bûn niha cih nabînin û ev tişt anî ziman: “ Îktidar dewsa van pirsgirêkan çareser bike çi dike? Bi rêbazên em dizanin terorîze dike. Hûn 650 TL didin xwendekaran piştre jî bi faîzê hûn vî pereyî paşde dixwazin. Tevî vê yekê wekî henekê xwe bi aqilê civakê bikin li New York’ê di ekranên LED de pirtûka nivîsandine didin naskirin.”

Ayşe Başaran da zanîn ku jin ji pêkanînên tifaqa AKP û MHP’ê ne razî ne û wiha domand: “Em bi yên sîstema yekperest diparêzin re nayên gel hevûdu. Wekî di deklarasyonê de jî me gotiye jin wekhevî û azadiyê dixwazin. Em bang li jinan dikin bila piştevaniya jinan bi ser bikeve. Em bi hev re bi ser bikevin. Eniya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk e di heman demê de li dijî destkeftiyên jinan jî disekine. Lê belê roja me got hevserokatî xeta me ya xemrî ye em dîsa dibêjin em ê bi biryar bin. Jinê bêdeng nemînin û li dijî zihniyeta yekperest li berxwe bidin.”

Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtikayên êrîşkar û wiha got: “5-6 sal in em li dijî hemû polîtîkayên êrîşkar li ser piyan man. Di rojên pêş de jî ji bo ku em çareseriyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me ji vir rêgezên xwe û rêya xwe diyar kir û wê ev polîtîka di  rojevê de jî bimînin û bên niqaşkirin. Em di vî warî de rexne û pêşniyarên bi dostanî jî girîng dibînin. Wê ev têkoşîna me bi hêztir bikin. Em bawer dikin ku di rojên pêş de bi têkoşîna hevpar a jinan em ê pêşerojeke ronî ava bikin.”