24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî binketinan diyalog dest pê kir

Di demên dawî de dewleta tirk hewl dide di serî de Misir, Erebistan Siûdî û welatên ereban re têkiliyên xwe yên dîplomasiyê xurt bike. Piştî 8 salan Tirkiye û Misirê cara ewil hevdîtineke fermî kirin. Tirkiye dixwaze polîtîkayên xwe yên derveyî welat serkeftî bide nişandan lê hewldanên dawî encamên binketinê ne.

Ev hewldanên Tirkiyeyê wekî paşve gav avêtin û îflaskirina polîtîkayên derve yên bere tê binavkirin. Rojnameger Şiyar Zaxo têkildarî vê mijarê ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku serokomarê tirk Tayyîp Erdogan hewl dida bi rêya Îxwanî Muslîmîn li Misirê tevliheviyan çêbike û armanca esasî ya Erdogan ew bû ku gel li Misrê bibe serdest dê li tevahiya bakurê Afrîkayê bibe serdest.

Xeyal têk çûn vegeriyan ser maseyê

Zaxo da zanîn ku hevdîtinên dawî nîşan dide ku xewv û xeyalên Erdogan têk çûne û wiha got: “Projeya ku Tirkiyeyê dixwest herêmê bixe bin kontrola xwe têk çû. Tiştên ku dixwest li Misir, Lîbya, Iraq û Sûriyeyê pêk bîne bi ser neketin. Ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê ji aliyê welatên ereban ve bi rêyên aborî, dîplomasî û siyasî eniyek li hemberî Tirkiyeyê çêbû. Welatên ereban têkiliyên xwe bi Qeterê re birîn û Tirkiyeyê jî xwest ji vê sûd werbigire. Her wiha Tirkiyeyê xwest li Behra Spî gaza xwezayî derxîne lê ev hewl dan jî bê encam man. Yewnanistan, Qibris û Îtalyayê têkildarî sînorên Behra Spî peyman çêkirin û peymana navbera Tirkiye û Lîbyayê hatibûn çêkirin bêwate ma. Piştî evqas binketinan welatên Ewropayê jî ambargoya li hemberî Tirkiyeyê anîn rojevê. Ev hemû nîşan didin ku polîtîkayên derveyî welat yên Tirkiyeyê têk çûn. Erdogan neçar ma siyaseta xwe ya derveyî welat biguherîne.”

Di civînê zêde encam derneketin

Ji ber ku di nav welatên ereb de roleke girîng ya Misrê heye Tirkiyeyê xwest bi diyaloga Misrê ve dest bi guhertinan bike. Zaxo diyar kir ku di civîna navbera Misir û Tirkiyeyê de encamên zêde girîng derneketine û hat xwestin ku ev civîn dewam bikin û wiha axivî: “Gelekî zehmet e ku Tirkiye bikaribe daxwazên Misrê pêk bîne. Ji ber ku sedemên aborî, siyasî û dîplomatîk hene.”

Şertên Misrê giran in

Zaxo desnîşan kir ku beriya hevdîtina navbera Tirkiye û Misrê ji aliyê Misre ve hinek şert hatibûn danîn û li gorî van şertan divê Tirkiye Tirkiye helwesta xwe ya li hemberî Ixwanî Mislimîn aşkera bike û endamên îxwanan radestî Misrê bike, çapemeniya ixwanan astengî bike, dev ji destverdana welatên ereb berde, çeteyan ji Sûriye, Lîbya û Iraqê vekişîne û dest nede kare hundirîn ya welatên ereban. Daxwaz ew e ku Tirkiye van şertan bi cih bîne û ev şert jî ji bo Tirkiyeyê giran in.

Dixwazin kurd û ereban ji hev dûr bixin

Şiyar Zaxo da zanîn ku armanceke din a xurtkirina dîplomasiyê ya bi welatên ereb re ew e ku Tirkiye dixwaze kurd û ereban ji hev qut bike û wiha got: “Welatên ereb dizanin ku armanca esasî ya Tirkiyeyê pêkanîna xeyalên Osmanî ye û li herêmê jinûve serdest bibin. Tirkiye niha êrîşî bakurê Iraqê û Sûriyeyê dike û welatên ereb jî di çapemeniya xwe de bertek nîşanî van êrîşan didin. Gelek nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerên ereb bang li hikûmetên xwe dikin ku li dijî Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin û piştgiriyê bidin kurdan.

Xeyalên xelîfetiyê

Tirkiye dixwaze bi Erebistan Siûdî re jî tekiliyên xwe xurt bike û ji bo vê yekê hewldanên xwe didomînin. Şiyar Zaxo der barê vê mijarê de wiha got: “Erebistana Siûdî navenda îslama sûnî ye û Erdogan jî xwe wek xelîfe da nîşandin û hewl da Tirkiyeyê bike navenda îslama sûnî. Ger di pêşerojê de di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî de hevdîtin destpê bikin ev tê wê wateyê ku xeyalên xelîfiyetiyê jî têk çûn. Welatên ereb kirinên Îran û Tirkiyeyê yên li Iraqê nerazî ne. Ger Iraq jî ji destê Tirkiyeyê biçe dê di warê abarî û siyasî de Tirkiye têkçûneke mezin bijî. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi ereban re xweş bike.

Ixwan ji xwe welatekî digerin

Tê gotin ku rayedar û berpirsiyarên ixwanan ên li Tirkiyeyê ji niha de li welatekî sêyem digerin ku biçin wir. Rojnameger Zaxo diyar kir ku Ixwanî Mislimîn ji aliyê dewleta tirk ve li Sûriye, Iraq, Lîbya û Azerbaycanê hatin bi kar anîn û ger Tirkiye daxwazên ereban û Misrê pêk bîne dê ev amûr ji destê wan biçe û rola wan a li Rojhilata Navîn dê kêm bibe.