spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî ‘Delta’ îca ji ‘Lambda’

Di demekê de ku li seranserî cîhanê bi peydakirina derziya koronayê, em dibînin ku vîrûsa Koronayê bi şêwe û  şiklên cuda xwe nû dike û hê jî dibe sedema mirina gelek mirovan. Ev nexweşiya ku bûye belaya serê cîhanê her ku diçe bi reng û şêweyeke cuda dighîne mirovan.

Piştî mutasyona Delta ku bû sedema metirsiyeke mezin niha jî Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê daxuyaniyek der barê mutasyoneke nû ya bi navê ‘Lambda’ de da.

Ev mutasyona nû Li Amerîkaya Latîn, li Şîlî û Arjantînê di van 2 heftiyên borî de pir belav bûye. Li gorî agahiyên ku heta niha bi dest ketine ev mutasyona nû ji yên berê tevan taluketir e û zûtir belav dibe.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev mutasyon dikare dîwarên derziyê koronayê jî derbas bike û kesên ku derzî li xwe xistine jî pê dikevin.

Ev mutasyona nû cara yekem di meha çile ya sala 2020’an de  li Perûyê hatibû dîtin û di sala 2021 de bi rêjeya ji sedî 80 li vî welatî belav bûbû.

Rêxistina Tenduristiyê di 14’ê hezîrana 2021’ê de navê (Lambda variant) lê kir.